Navenda Perwerdeyê ya Dêrikê bi tevlêbûna gelek dibistanên navçeya Dêrikê pêşangeheke berhemên hunerî yên xwendekaran vekir.
Bi armanca pêşxistina behreyên xwendekaran, Navenda Perwerdeyê bi tevlêbûna gelek dibistanên navçeya Dêrikê pêşangeha berhemên hunerî yên xwendekaran li hola Dibistana Seretayî ya Îbrahîm Mesûd li dar xist. Gelek mamosteyên dibistanên Dêrikê û malbatên xwendekaran tev lê bûn.
Di pêşangehê de 125 tablo, peykerên û destkarî hatin pêşandan. Tê payîn ku pêşangeh 7 rojan berdewam bike.
Her wiha Navenda Perwerdeyê, rêveberiya Dibistana Îbrahîm Mesûd xelat kir.
ANHA