Sunday, June 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo Helebce 2 hezar wêne

20/03/2022
in Uncategorized
A A
Ji bo Helebce 2 hezar wêne
Share on FacebookShare on Twitter

Li Helebce bi pêmana salvegera kîmyabarana li Helebc ya 34’an, pêşangeheke wêneyên pêkhateyên bajêr hat vekirin.

Li Helebce bi pêmana salvegere kîmyabarandina li Helebceyê ya 34’an, pêşangeheke wêneyên  pêkhateyên bajêr hate vekirin. Di pêşangehê de 2 hezar wêne hatin nîşandan.

Di ser kîmyabarana Helebce re 34 sal derbas bûn. Bi vê boneyê li bajarê Helebceyê yekem navenda Pêşangeha Helebce bi navê Pêşangeha Celal Azebanî ku yek ji şehîdên kîmyabarana Helebce ye, hate vekirin. Di pêşangehê de 2 hezar wêneyên kesayetên navdar ên pêkhateyên li herêmê hatin nîşandan. Gelek hemwelatî diçin pêşangeha Helebce da ku wêneyên kes û karên xwe bibînin.

Çalakvana jin a ji Helebceyê, Hemîde Cemal derbarê pêşangehê de got, “Vekirina pêşangeheke bi vî rengî dîrokê nîşanî her kesî dide ka berê çi qewimiye. Niha her kes bi saya van wêneyan dibe şahidê wê demê. Ez ê her piştgiriyê bidim Helebce da ku ev xebat bidomin.”

Yek ji jinên ciwan ên Helebceyî, Gulan Elî jî got, “Pêşangehên wisa giringî û nirxê Helebceyê diyar dikin. Ji ber ku gelê Helebceyê gelek kefxweş dibe bi nîşandana dîrok û asta rewşenbirî ya Helebceyê di rabihuriyê de. Divê em piştgirê wan kesên bin yên ku dixwazin êşa Helebceyê nîşan bidin. Ji bo dîroka Helebceyê hîn bêhtir were naskirin.”

Xwediyê galeriya Helebce, Aram Şamêranî jî derbarê pêşangehê de got, “Fikra vekirina vê pêşangehê ev çend sal in heye. Ji ber wê, me biryar da ku bi budceya taybet a galeriya Helebce vê pêşangehê vekin. Di pêşangehê de 2 hezar wêne hene.”

JINHA/HELEBCE

Post Views: 37
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
Êla Omerkan
CIVAK Û JIYAN

Êla Omerkan

15/06/2025
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
CIVAK Û JIYAN

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
Hebûna jin di Şandeya Kurdî de
JIN

Hebûna jin di Şandeya Kurdî de

15/06/2025
XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E
HAJMARA PDF

XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E

15/06/2025
52 sal ji nivîsîna domdar Ebas Ebas 16 berhem afrandine
ÇAND Û HUNER

52 sal ji nivîsîna domdar Ebas Ebas 16 berhem afrandine

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.