Sunday, June 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Fîlmên Kurd li benda sînemahezan e

20/03/2022
in Uncategorized
A A
Fîlmên Kurd li benda sînemahezan e
Share on FacebookShare on Twitter

Kolektîfa Sînema ya Mezopotamyayê Festîvala 2. ya Fîlmên Kurdî ya Stenbolê wê di navbera 24-29’ê Adarê de pêk bîne.

Festîvala Fîlmên Kurd a Stenbolê ya yekê sala 2019’an pêk hat. Festîvala duyemîn jî ji ber şewba Covîd-19 bi du sal û nîvan hate taloqkirin. Festîvala 2. ya Fîlmên Kurdî a Stenbolê wê di navbera 24-29’ê Adarê de bê lidarxistin.

Di festîvalê de ku ji aliyê Kolektîfa Sînema ya Mezopotamyayê ve tê lidarxistin, wê ji çar parçeyên Kurdistanê 6 rojan 27 fîlmên dirêj, kurt û dokûmanter bêne nîşandan. Festîval wê bi nîşandana fîlmê Kurdên Êzidî dest pê bike. Di destpêka festîvalê de her wiha wê konserek jî hebe.

Ji Kolektîfa Sînema ya Mezopotamyayê Xezal (Ceylan) Gultekîn li ser festîvalê ji ANF’ê re axivî.

Xezal Gultekîn anî ziman ku ji bo festîvala duyemîn a mijareke bi taybet diyar nekirine û got, “Lê belê dema ku me karê xwe yê dîtbarî meşand, me hewl da ku li dora mijareke ku êdî sînemahezan li salonan bicivînin, kar bikin. Festîvala me wê 6 rojan dewam bike. Ji kategoriyên fîlmên metraj dirêj, metraj kurt û dokûmanteran wê 27 fîlm werin nîşandan. Ev fîlm wê ji çar parçeyên Kurdistanê bin. Bi giranî jî wê di dema nîşandana fîlman de derhênerên wan amade bin. Fîlmê ‘Kurdên Êzidî’ ku ji aliyê Amasî Martirosyan ve sala 1933’an hate kişandin û heta niha ne li Tirkiyeyê ne jî li Kurdistanê nehatiye nîşandan wê bibe fîlmê destpêkê ku di festîvalê de bê nîşandan.”

Li ser rewşa heyî ya sînemaya Kurd Xezal Gultekîn wiha axivî, “Zehmet e ku mirov sînemaya Kurd di rewşa heyî de li cihekî diyarkirî destnîşan bike. Lê belê tevî astengiyan hemûyan jî mirov dikare bêje ku li dora feraseteke sînema ya berxwedêr bi pêş ve diçe.”

ANF

Post Views: 38
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
Êla Omerkan
CIVAK Û JIYAN

Êla Omerkan

15/06/2025
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
CIVAK Û JIYAN

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
Hebûna jin di Şandeya Kurdî de
JIN

Hebûna jin di Şandeya Kurdî de

15/06/2025
XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E
HAJMARA PDF

XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E

15/06/2025
52 sal ji nivîsîna domdar Ebas Ebas 16 berhem afrandine
ÇAND Û HUNER

52 sal ji nivîsîna domdar Ebas Ebas 16 berhem afrandine

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.