Sunday, June 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Em ji bo xaka xwe têdikoşin’

20/03/2022
in Uncategorized
A A
‘Em ji bo xaka xwe têdikoşin’
Share on FacebookShare on Twitter

Mervan Tan: Dema mirov coşa meydanê dibîne, dibêje, êdî cîhan tev li dijî te şer bike bi te nikare. Gel, vê baweriyê dide mirov. Coşa wê demê xwe berdaye nava ruhê min, hê jî didome. Emê di Newroza îsal de jî ji gelê xwe re bibêjin, serfirazî, serketin û azadiya me girêdayî hev e.

Newroza îsal dê bi dirûşma “Dem dema serketinê ye” tê pîrozkirin. Azadiya Abdullah Ocalan, rewşa girtiyên nexweş, binpêkirinên li girtîgehan û yekitiya neteweyî ya gelê Kurd dê bibin rojevên sereke yên Newroza îsal. Di pîrozbahiyên Newrozê de gelek hunermend wê derkevin ser dikê û bi stranên xwe meydanên Newrozê germ bikin. Yêk ji van hunermendan jî, ji Navenda Çanda Mezopotamyayê Mervan Tan e.

Mervan Tan ev 26 sal in di her Newrozê de derketiye ser dikê û stranên xwe yên Newrozê gotine. Ew dibêje, “Ez ê niha jî bi kelecana Newroza ewil derkevim ser dikê.”

Tan dibêje, di salên 90’î de ji ber valakirina gundan ji Tetwanê koçberî Stenbolê bûne û wiha dipeyive: “Hêj beriya koçberiyê min dest bi xebatên hunerî kir. Li Tetwanê diçûm dawetan û min stran digotin. Bi hatina Stenbolê re jî di baskê çandê yê Partiya Demokrasiya Gel (HADEP) de xebitîm. Sala 1985’an min dest bi xebatên muzîkê kir û 11 salan bi amatorî min stran gotin. Di 1996’an de jî tev li Koma Agirê Jiyan a NÇM’ê bûm. Nêzî 7 salan di vê komê de mam. Bi giştî 28 sal in di nava xebatên hunerî de me.”

Li ser ya heq man

Mervan Tan beşdariya nava xebatên hunerî wiha bi bîr tîne: “Hatin û çûna saziyê pirr zehmet bû. Em rastî gelek astengî û zextan dihatin.

Lê em ji ya xwe nehatin xwarê û têkoşîna xwe ya hunerî me domand. Ev 26 sal in ku di her Newrozê de derdikevim ser dikê. Zarokatiya min di nava xebatên saziyê de derbas bû. Di du salên ewilî de me di hêla aborî de gelek zehmetî dîtin. Ji bo ku ji saziyê re nebin bar, em du salan di wê berf û sermayê de bi piyan diçûn saziyê û dihatin. Lê ev bo me nedibû astengî. Her roj em bi coşeke mezin diçûn û dihatin. Nêzî sal û nîvê jî em li saziyê razan.”

‘Gelê Kurd jî her sal xwe nû dike’ 

Piştre xebatên wan xurttir dibin û ew wiha behsa wê demê dike: “Di 96’an de ji ber zextên heyî me nedikarî li Stenbolê konser û çalakiyan li dar bixin. Me di jêrzemîna saziyê de konser da. Nêzî 40 kesan tev li bûbûn. Lê bi saya serhildan û berxwedana gel, ev çil kes bûn sedhezar kes, bûn milyon kes û her meydan û hol tije kirin. Newroz, ji bo gelê Kurd mîna nan û avê ye. Xweza her sal xwe nû dike, bihêz dike û têdikoşe. Newroz jî ji bo gelê Kurd xwedî heman wateyê ye. Gelê Kurd jî her sal xwe nû dike, bihêz dike û kele canê wî pirr radibe. Newroz ji bo Kurdan, dîrok e.”

4 stiran ji bo Newrozê çêkirin

Hunermend Mervan Tan di nava 28 salan de 4 stran ji bo Newrozê çêkirine û ew wiha behsa wan dike: “Navê strana ewilî ´Newroza Gel´ bû ku di sala 91’ê de min derxist. Ya duyemîn bi navê ´Newroz Jiyan e´ di sala 2002’yan de, ya sêyemîn bi navê Azadî di 2010’an de û ya dawî jî Dîlana Azadiyê bû. Amadekariya strana Newroza îsal jî didome. Min xwest ´Dîlana Azadiyê´ ne tenê di Newrozê de lê di hemû şahiyên Kurdan de bên gotin.”

‘Sekneke xurt hebû’

Mervan Tan balê dibe ser zextên li ser çanda Kurdî û dibêje, “Di salên 90’î de zexteke giran hebû. Bi sedan hevalên me hatin qetilkirin.

Tevî zilm û zordariyê jî me xebatên xwe didomandin. Sekneke xurt hebû. Heta niha derheqê min de nêzî 20 lêpirsînan hatine vekirin. Heke tu huhermendekî Kurd bî û li ser çand û hunera Kurdî bisekinî, her tim wekî dijmin tu têyî dîtin. Em ê her tim ji bo ziman, çand, huner û siberoja gelê xwe têbikoşîn. Êrişên li dijî gelê Kurd, li dijî çi gelê din nayên kirin. Her ku bi ser me de hatin, me hîn bêhtir li ber xwe da. Em, ji bo kok û xaka xwe têdikoşin.”

‘Ji bo serfirazî û tifaqê meydanê tije bikin’

Hunermend Mervan Tan, di dawiyê de jî dibêje, “Cara ewil, sala 98’an weke solîstê Koma Agirê Jiyan tev li bernameya Newroza Amedê bûm. Hêj niha jî ew kela cana wê Newrozê min min re heye. Li hemberî min bi milyonan kes hebûn. Ji kelecanê çokên min dileriziyan. Niha ji bo min weke xewneke xweş e. Dema ji dikê hatim xwarê, min digot qey di xewnekê de me. Dema mirov coşa meydanê dibîne, dibêje, êdî cîhan li dijî te şer bike jî bi te nikare. Gel, vê baweriyê dide mirov. Coşa wê demê xwe berdaye nava ruhê min, hêj jî didome. Ez bang li gelê Kurd û dostên wî dikim da ku li her deverê tev li Newrozê bibin. Em ê di Newroza îsal de jî ji gelê xwe re bibêjin, serfirazî, serketin û azadiya me girêdayî hev e.”

MAZLUM ENGÎNDENÎZ / MA/STENBOL

Post Views: 63
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
Êla Omerkan
CIVAK Û JIYAN

Êla Omerkan

15/06/2025
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
CIVAK Û JIYAN

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
Hebûna jin di Şandeya Kurdî de
JIN

Hebûna jin di Şandeya Kurdî de

15/06/2025
XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E
HAJMARA PDF

XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E

15/06/2025
52 sal ji nivîsîna domdar Ebas Ebas 16 berhem afrandine
ÇAND Û HUNER

52 sal ji nivîsîna domdar Ebas Ebas 16 berhem afrandine

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.