Sunday, June 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Berxwedana Serdemê stasyona gelan ye herî binirx e

20/03/2022
in Uncategorized
A A
Berxwedana Serdemê stasyona gelan ye herî binirx e
Share on FacebookShare on Twitter

Jiyan Ebas-Qamişlo

Mûna Yûsiv: Vîna gelê Efrînê ji azweriya Erdogan mezintir e û himbêzkirina Berxwedana Serdemê bersiva gelê Efrînê ya li hemberî faşîzma Tirkan û çeteyan bû.

Di dîrokê de gelek tabloyên berxwedanê li ser dîwarên şkeftan hatine nexişandin. Serdestan her hewl daye ku têkoşîna gelan ya li hemberî zilm, stemkarî, kedxwarî û dagîrkeriyê binixumînin, vala û bêwate bikin. Lê dîsa jî şêwazê veguhestin û nivîsandina serpêhatiya vê dîrokê rêbazeke gelan ya berxwedan û têkoşîna ber bi azadiyê ve ye. Berxwedana Serdemê ya li hemberî dagîrkirina Efrînê yek ji stasyonên gelan ya herî binirx û giranbiha ye. Bi qulibandina rûpelên dîrokê û lêgerîna li mînakên vê berxwedanê re, ancax tenê Çiyayê Kurmênc cewherê vê berxwedanê vebêje. 58 rojan ciwan, jin, kal, pîr û zarokên Efrînê û tevahî Rojava û Kurdistanê li hemberî daneheva kirêt ya hişmendiya dagîrker li ber xwe didan.

Taybetmendiya Berxwedana Serdemê ew e ku daneheva têkoşîna gelan ya meşa ber bi azadî û nirxên civakbûyînê ye. Ango di şexsê vê berxwedanê de dîrokê, rûpelên xwe yên doza modernîteyê girtine, dadiweşandin û kêliyên xwe yên spî û xweşik bi dunyayê re parve dikir. Ji ber vê yekê jî, şiklê êrîşan komplowarî bû. Ev çar sal in di ser dagîrkirina Efrînê re derbas dibin.

‘Bersiv Berxwedana Serdemê bû’

Derbarê mijarê de endama kordînasiyona giştî ya Kongreya Star Mûna Yûsiv ji rojnameya mere axivî û ev nirxandin kirin: “Efrîn di encama komployeke navneteweyî de hat dagîrkirin. Çek û cebilxaneya ku li dijî gelê Efrînê hatiye bikaranîn; teknîka herî pêş ya NATO`yê bû. Sazî û rêxistinên navneteweyî jî çavên xwe li hemberî vê hovîtiya faşîzma Tirkam girtin. Tirkiyê û piştevanên wê xwestin îradeya gelê Kurd li Efrînê bişkînin. Dîktatorê Tirk daxuyanî didan û dilê xwe xweş dikir ku wê di sê rojan de Efrînê dagîr bike. Lê vîna gelên Efrînê ji azweriyên Erdogan mezintir bû. Hembêzkirina Berxwedana Serdemê bersiva gelên Efrînê ya li hemberî faşîzma Tirk û çeteyan bû. Tirkiyê û çeteyên wê çiqasî pîvanên mafê mirovan li Efrînê binpê kirin. Niha jî bi rêbazên qirkirin, kuştin, guherîna demografîk û dagîrkeriyê didomîne.”

‘Bi tena xwe 58 rojan destana qehremaniya nivîsand’

Mûna Yûsiv da zanîn ku di rastiya êrişan de dewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO û civaka birêxistinkirî bû û axaftina xwe wiha domand:” Gelê Efrînê beriya êrişan bi meş û mitîngên xwe bi dehan caran hişyarî da wijdanê mirovahiyê. Lê mixabin rêdana êrişan, têkçûna vê wijdana mirî diteyisîne. Efrînê bi îradeya xwe ya xweser, bi tena xwe 58 rojan destana qehremaniya nivîsand. Ji dunyaya ker û lal re isbat kir ku teknîk nikare îradeya gelan têk bibe. Faşîzma Tirk di bingeh de tecrubeya demokratîk li Sûriyeyê hedef digirt. Bi êrişên li ser jin û ciwanan, faşîzmê dixwest hevgirtina gelan li bakur û rojhilatê Sûriyê têk bibe. Berovajî, tevahî pêkhateyên Efrînê li dora hêza xwe bûn mertalek zindî û tevlî nava Berxwedana Serdemê bûn.”

‘Koka me hişk nabe’

Herwiha Mûna Yûsiv diyar kir ku Tirkiye sîstemeke li dijî gelan e û got, dewleta dagirker dixwaze em li ser axa xwe mêvan bin û li gorî xwe jî demografiya herêmê biguherîne. Lê pêwîst e faşîzma Tirkan baş zanibe ku çiqas demografiyê biguherîne jî, kokên me ziwa nabin. Em xwedî ax, dîrok û resentiyê ne.

‘Bi Sembola Aştiya Cihanî Tê Qirkirin’

Endama kordînasiyona giştî ya Kongreya Star Mûna Yûsiv di dawiya axaftina xwe de bang li saziyên navneteweyî, aşîtîxwaz û rêxistinên mafê mirovan kir ku Warê Zeytûnan (sembola aşîtiya cihanî) ji kiryarên dagîrkeriya Tirkan û çeteyên wê biparêzin û ev tişt got: “Îro li ber çavên hemû cîhanê sembola aşîtiyê tê qirkirin. Gelê ku di avakirina Sûriyê de xwedî rola bingehîn e, li ber rûyê wa tê qetilkirin. Pêwîst e hemû saziyên têkildar, dewletên xwedî bandor û rêxistinên mafê mirovan destwerdana dagîrkeriyê bikin û rê li ber herikîna xwîna gelê me bigirin. Ev jî erkekî mirovî û exlaqî ye.”

Post Views: 36
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
Êla Omerkan
CIVAK Û JIYAN

Êla Omerkan

15/06/2025
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
CIVAK Û JIYAN

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
Hebûna jin di Şandeya Kurdî de
JIN

Hebûna jin di Şandeya Kurdî de

15/06/2025
XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E
HAJMARA PDF

XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E

15/06/2025
52 sal ji nivîsîna domdar Ebas Ebas 16 berhem afrandine
ÇAND Û HUNER

52 sal ji nivîsîna domdar Ebas Ebas 16 berhem afrandine

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.