Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Tevî ku kamîre wê nikaribe rastiya berxwedana 58 rojan, vîn û qêrîna Dayîkên Efrînê nîşan bide, lê di mejiyê rojnamevan Raperîn de dîmenên ku negihiştî bigre hatîne sawirandin û dibêje, ew dîmen ticar nayên bîrkirin û windakirin.
Nûçegihana Ronahi TV ya bi navê Raperîn Elî (25) ku ji Efrînê ye, şahidiya êrişên hov yên li ser Efrînê kiriye. Raperîn heta 16`ê Adarê li Efrînê bi erkê xwe yê rojnamevaniyê rabû û bû berxwedana gelê xwe, hovitiya êrişên Dewleta tirkî ya dagîrker ragihandin cîhanê.
Rojnamevan Raperîn di salvegera dagîrkirina Efrînê ji rojnameya me re axivî.
‘Efrîna sembola şoreşa Rojava bû’
Raperîn diyar kir ku weke rojnameger ev 4 sal in ew birîna Efrînê û trajediya gelê xwe dişopînin û got, Efrîn tevayiya gelên Sûriyê li ser erda xwe hembêz kir. Ji destpêka şoreşê ve, ji her alî ve xwe bi rêxistin kir û xwe bi rêve bir. Jixwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibistana yekê ya bi zimanê kurdî li Efrînê hat vekirin; zanîngeha yekê li Efrînê bû û di her warî de xwe pêş xist. Tevî ji her alî ve, dorpêçkirî bû, lê bûbû sembola şorşea Rojava.”
‘Berxwedan, vîna dayîkan bi kamîra jî nayê vegotin’
Raperîn herwiha roja destpêkê ya êrişan anî bîra xwe û wiha axaftina xwe domand: “Dagirker bi qasî bedewiya Efrîn û mirovbûna Efrîniyan, bi kîn û êrîşên hovane û şêwazên dermirovî êrişî Efrînê kir. Lê gel bi hezkirina xwe ya ji bo Efrînê li hemberî çeteyên herî bihove û dewleta duduyan ya bihêz ya NATO`yê ber xwe da. Dijminê mirovayiyê jî li hemberî berxwedana serdemê 72 balafir û çekên xwe yên giran û kîmyawî xistin dewrê û dibinstan, statoynên avê, nanpêjxane, nexweşxane kirin amanc. Lê wijdana cîhanê li hemberî vê qirkirinê nelivîya. Lêbelê disa jî zarokên Efrînê bi berxwedaneke bêhempa ya serdemê ku li seranserê cîhanê dengek mezin veda, berteka xwe nîşan da. Jixwe dayikên Efrînê amade bûn canê xwe feda bikin.
Raperîn helwesta dayîkên Efrînê wiha ragihand: “Di hevdîtinên me yên wê demê pêk anî de, tişta ku herî zêde bala min kişand vîn û israra dayikan ya di berxwedanê de bû. Ya ku vîna şervanan xurtir dikir jî helwesta dayîkan bû. Rast e, zarokên xwe ji dest didan, lê her tim digotin, ‘em xaka xwe bernadin, jiyana bê Efrînê ji bo me mirinek e’. Qêrîna dayikên me digihêja ezmanan, me ew belge kirin, lê bawer nakim kamîra û dîmen bikaribin naveroka van kêliyan vebêje”.
`Kamîre ket, lê di mejiyê min de ev dîmen û kêlî hemû hene’
Raperîn herwiha got, tişta dawî ku min li Efrîn dîtî, mirin û wêranî bû. Kamîraya min ji destê min ket û min nikarîbû ew wêneyê dagirkeriyê wek heyî bikişînim. Lêbelê dibe ku min bi kamîrayê nekişandin, di mejiyê min de ev dîmen û kêlî hemû hene.
Dûrûtiya cîhanê
Di salvegera 4’an ya dagîrkirina dewleta tirk ya Efrînê, tora çalakavanên Efrînê amarên sûcên 4 salan yê ji aliyê wê ve hatin belgekirin belav kir. Li gor agahiyên saziyên fermî hejmara di nava 4 salan de herî kêm 157 sivîl, di navê de 75 kesên bitemen, 18 jin û 10 zarok, bi destê dewleta tirk ya dagîrker û çeteyên wê de hatine kuştin. Herwisa herî kêm 3 hezar û 705 sivîl; di navê de 300 kesên bitemen, 200 jin û 50 zarok hatine revandin. Derbarê guhertina demografîk jî, zêdetirî 32 wargehên ne neşteciyê, 36 kamp û 16 mizgeftan hatîne çêkirin, ji bilî guhertina hejmareke mezin ji navên gund û kolanan. Di heman demê de wêrankirin û talankirina zêdetirî 65 şûnwarên arkeolojîk hilweşandîne û talan kirine; 400 hezar darên zeytûnan birîne û şewitandîn e.
Rojnamevan Ronahî TV Raperîn bal kişand ser peyman û helwestên dewletên Hegemon û ev şirove kir: “Efrîn ji xwe re kirin navenda bazariyên qirêj, Dagirkerê Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve hewl dide Efrînê dagir bike û bi Rûsya re lihevkirinek tarî pêk anîn. Efrîn li ber çav û bêdengiya cîhanê dagir kir. Heta niha piştî koçberkirina xelkê Efrînê û hemû komkujiyên ku li ser vî gelî hatine kirin, civaka navneteweyî li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Herwisa li ser êşa xelkê Efrînê, bêdeng e. Lê li ser şerê Rûsya û Ukranya dibe xwedî helwest, ev jî dûrûtiya cîhanê nîşan dide. ”
Raperîn Elî teqez kir ku ewê bi kamîre û nivîsa xwe berxwedan, hawara gelê xwe bişopîne. Herwiha da zanîn ku wê her tim şopedara heqîqetê be û axaftina xwe wiha qedan” :Hêvî ji dagîrkeriyê mezintir e, hêviya me berxwedana gel û hêzên me ye. Wê bi vê berxwedanê Efrîn ji dagirkeran bê rizgarkirin û zû an dereng teqez emê vegerin welatê xwe.”