Darîn Silê/Qamişlo
Welatiyên bajarê Qamişlo dan zanîn ku Newroz tê wateya berxwedan, hebûn û azadiyê. Herwiha gotin, çawa ku Kawayê Hesinkar şeva Newrozê agir geş kir û roja nû hilat, emê jî bi wî ruhî têkoşîn bikin û li hemberî dijmin bi ser bikevin.
Derbarê cejna Newrozê de welatiyên bajarê Qamişlo hestên xwe anîn ziman û gotin, her sal bi dilekî germ em Newroza xwe pîroz dikin û têkoşîna xwe di Newrozê de didin diyarkirin. Îsal jî tevî êriş û dagîrkeriya ku li herêmên me tê kirin, emê agirê Newrozê geş bikin û ji êrişan re bibin bersiv.
Welatiya bi navê Perwîn Hisên Hacî cejna Newrozê di serî de li rêber Abdullah Ocalan, li tevayiya gelê xwe pîroz kir û wiha got: “Wek em dizanin 21`ê Adarê dîrokeke wê ya pir girîng û biwate heye. Dema Kawayê Hesinkar li çiyayê Kurdistanê agirê Newrozê pê xist, ew despêka serhildanê bû û li hemberî dijmin berxwedana herî mezin bû. Ji wê demê ve gelê Kurd li ser piyan e, heta gihîşt fîkir û felsefeya Rêber Apo. Ev felsefe ji bo berxwedanê wateyeke nû da jiyanê û hişt ku vîna Kurdan xurt bibe. Heman demê leheng derketin, yek ji wan jî Mazlum Dogan bû ku pêşengiya berxwedanê kir. Wê demê agirê Newrozê bi canê xwe nûjen kir û ji cîhanê re eşkere kir ku gelê Kurd xwediyê berxwedaneke mezin û dîrokiye.”
`Cejna Newrozê bi tevayiya pêkhateyan tê xemilandin`
Perwîn diyar kir ku tevayiya pêkhateyên li bakur û rojhilatê Sûriyê, roja Newrozê pîroz dikin û axftina xwe wiha domand: “Cejna Newrozê bi tevayiya pêkhateyan tê xemilandin. Li gel her pêkhateyê ev roj tê pîrozkirn. Ti ferq û cudayî di navbera pêkhateyan de nîne. Newroz ne ji bo gelê Kurd tenê, ji bo her kesî roja vejînê ye. Em tev bi cilên kurdî pîrozbayiya Newrozê dikin. Her sal berî du mehan em haziriyên cilûbergên Newrozê dikin. Herwiha em di meha Adarê de her roj agirê xwe pê dixin û Newroza xwe bi dilekî geş pîroz dikin.”
Perwîn Hesen Hacî di dawiya axaftinên xwe de got, em bi hêvî ne ku her sal Newroz bi xweşî derbas bibe û di sala nû ya 2022`yan de êrişên ser gelê me werin sekinandin.
`Divê di sala nû de têkoşîn û biratiya gelan xurttir bibe`
Ciwanê bi navê Umer Elî Hisêno yê ji pêkhateyê Ereb Newroza 2022’yan li gelên bakur û rojhilatê Sûriyê pîroz kir û wiha got: “Bi salan e em cejna Newrozê pîroz dikin. Di roja Newrozê de gel li hev kom dibe û Newrozê pîroz dike. Ev roj ji bo me tevan giringiya wê heye, çimkî roja netewbûnê ye. Wek pêkhateyên Ereb jî, em li kêleka pêkhateya Kurd, Suryan û pêkhateyên din yên li herêmê, vê rojê bi heyecaneke mezin pîroz dikin. Çimkî em ji hev ne cuda ne. Sekna me bi hev re wateya vê rojê diyar dike.”
Umer Hisêno bal kişand ser Newroza 2022`yan û axaftina xwe wiha qedand: “Em dikevin saleke nû ya berxwedanê. Divê di sala nû de em têkoşîn û biratiya gelan xurttir bikin. Herwiha em bawer in ku ev sal bibe sala aştî û azadiyê.”
Welatiyê bi navê Ziyad Umer jî teqez kir ku her Newroz ji bo gelên Kurdistanê dibe destpêkeke nû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em di şexsê Mazlûm Dogan’ê Kawayê Hesinkar yê hemdem, Zekiye, Ronahî û Bêrîvan de, cejna Newrozê ya vejîna Kurdan pîroz dikin. Çimkî van kesan vejîna nû da xuyakirin û riya azadiyê diyar kirin. Li gel Kurdan Newroz tê wateya berxwedan, hebûn û azadiyê.”
`Berî şoreşê jî tevî zor û zehmetiyan Newroz dihat pîrozkirin`
Ziyad Umer bîr xist ku berî şoreşa Rojava li bakur û rojhilatê Sûriyê cejna Newrozê bi zor û zehmetî dihat pîrozkirin û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Berî 2011`an dema me roja Newrozê pîroz dikir, me gelek zehmetî ji aliyê rejima Sûrî ve dikşand. Dema me agir pê dixist leşkerên rejimê dihatin agirê me vedimirandin. Gelek caran rejimê riyên sereke digirtin da ku ti kes neçe qada Newrozê û pîrozbayî neyên kirin. Tevî ku rejim li dijî me bû, me şahiya xwe dewam dikir û Newroza xwe pîroz dikir. Her cara ku agirê me vedimirandin me agirek mezintir bê dixist. Ev roj roja me ye. Çiqas zehmetî û kuştin jî hebe emê li ber xwe bidin û roja xwe pîroz bikin.”
`Piştî şoreşê li Rojava Newroz bi aramî tê pîrozkirin`
Ziyad Umer axaftina xwe wiha qedand: “Piştî şoreşa Rojava, em ketin asteke nû. Em niha bi rehetî û ewleyî Newroza xwe pîroz dikin. Parastina me çêbûye, her sal di dema Newrozê de hêza parastinê û endamên tenduritiyê û yên Heyva Sor ji bo ewleyiya gel di nava tevgerê de ne.”