Mihemed Xanim-Qamişlo
Dehakê serdemê faşîzma AKPê û MHPê ye. Bi saya gerîlayên APOYî, Kawayên Hemdem xwestek û daxwaziyên faşîzmê têk diçin û wê bibe sedema hilweşîna desthilatdariya wan.
Beriya Bûyînê sala 612’an, dema fikrên girîng ku di çemên dîrokê de ber bi xaka Mezopotamya ve diherikîn, xwe berdidan nav dilê mirovayiyê. Lê çemekî ji wan çeman jî hebû ku yên weke Dehak û Nemrûdan berhem û hebûna mirovayiyê, biratiya gelan bi rengekî hovane, bi hişemendiyeke faşîst dixistin dewrê û mirov dikare bibêje ku tovê faşîzmê di dema Dehakan de hatiye çandin. Dema mirov dîroka gelê Kurd û serpêhatiyên wê bide ber çavan, wê bibîne ku derketina Kawayê Hesinkar navnîşana çemê dîrokê ye, yê ku li ser erdnîgeriya Mezopotamyayê jiyanekî hevbeş dide avakirin û koka vê yekê jî di kurayiya dîrokê de veşartî ye.
Berxwedan afirandin e, Nûjenkirin e, xwebûn e.
Di dîroka mirovayiyê de du çem diherikin; yek çemê heqîqetê ye û yê din jî çemê faşîzmê ye. Kawayê Heesinkar jî mîna çemê heqîqetê ku di dîrokê de ji bo biratiya gelan, neteweya xwe parast û ji bo wekheviyê serî hildaye. Eger mirov rewşa Rojhilata Navî û serdema ku tê de jiyayî bi lêv bikin, bikevin kûrayiya dîrokê de, wê rastiya hişmendiya faşîzan nas bike. Eger em wek fîkrên Rêber APO, Tevgera Azadiyê û Rojhilata Navî ji bo serdema xwe Newrozê binirxînin, emê bigihîjin rastiya wê. Di dîroka Tevgera Azadiyê de, hesinê Kawa bi cûreyekî hemdem ku li beramberî Dehakên serdemê radike, Şehîd Mezlûm Doğan’e. Di şexsê wî de, bi sedan Kawayên Hemdem bi fikir û ramanê tevna mêjiyên xwe, jiyan honan û li hemberî dagîrkeriyê berxwedana asta herî jor de pêş xistin. Ev yek jî heqîqeta Têkoşîna Azadiyê ye. Rê û resmên ku bi ramanên Rêber APO hatine avakirin, wateya berxwedanê mezintir dibe.
Jina Kurd xweşkbûna jiyanê honaye û çerxa qirkirinê dişkîne
Her pêvajoyek li gorî serdema xwe tê biwatekirin û xemilandin. Tevgera Azadiya gelê Kurd, jiyan afirandiye, bi xemil û coş kiriye, kevirê goşeyên jiyanê li ser hev rêz kirine. Yê ku xweşikbûna jiyanê honaye û bi wate kiriye jina Kurd e. Jina Kurd di nava ramanên berxwedanê de hîn zêdetir bi wate dibe û li gorî cîh û demê çerxa qirkirinê dişkîn e. Dehakên serdemê dixwestin ku bi rêbazên cûda vîna gelê Kurd tine bikin û bi taybet jî di nava vê de vîna jinê ya pîroz tine bikin. Têgeha pîroz bixwe jî avakirin e û hevpêymana jiyana hevbeş e. Ji ber wê watebûna Newrozê di Têkoşîna Azadiyê de bi xwe hisandina Kurdperwerî ye, welatperwerî ye, nirxdana jiyanê ye. Em dikarin bibêjin ku êdî girîngiya Newrozê di Kurdisatanê de gihîşte asta herî bilind. Ji ber wê jî pîrozkirina Newrozê ya vê demê bi berxwedaniya keç û xortên Kurd cûdatir bûye.
Newroz ji bo gelê Kurd hêviya jiyaneke nû ye.
Li hemberî tarîtiyê, Newroz hûnandina jiyaneke nû ye. Bêguman di Kurdan de, ji Zerdeşt bigre heta despêka têkoşîna azadiyê de, li beramberî tarîtiyê, ronayî hatiye pijrandin û li hemberî bêbextî û qirqirinê jî berxwedanî hatiye hilbijartin.
Erdnîgariya em li ser dijîn hem jî bi taybetî Mezopotamya ji bo pirtûkên pîroz bûne xwedî war, xeml û bedewiya wî li vê derê havêynê xwe girtiye û herî zêde pirtûkên pîroz li ser vê erdnîgariyê hatine nivîsandin, dîsa herî zêde bawerî û hêvî li ser vê erdnîgariyê hatine afirandin, fîlozofên hêja yên wekî pêxemberê gelê Kurd Zerdûşt jî li ser vê erdnîgariyê bûye. Ji bo vê agir ji bo Gelê Kurd wekî navnîşana ronayiyê ye. Em dikarin bibêjin ev erdnîgariya ku bihişta mirovan e, Dehaq jî dixwazin bikin dojehên mirovan.
Kawayên Hemdem xwestek û daxwaziyên faşîzmê têk dibin
Herikbariya dîrokê ya ku heta roja me ya îro hatiye, bi berxwedaniya ku îro li çar perçeyên Kurdistanê dimeşe û ji bo mirovayiyê bûye hêviyeke nû, bûye hêviya jiyanê ku gel bikaribin xwe lê bigrin, bi taybet gelê bindest li ber ronayiya vê têkoşînê, li ber berxwedaniya wî, li ber jiyana bi ramanên azadiyê hatiye hûnandin ku bikaribin xwe rêxistin bikin pêla berxwedaniyê her diçe bilind dibe. Dehaqê di dîrokê de û yê niha ti cudayia wan tine ye . Ji bo bikaribin Newrozê li gelê Kurd tarî bikin, agirê Newrozê ku li serê çiyayên Kurdistanê geş dibe vemrînin, li her derê êrîş dikin. lê her serdema ku Dehaq lê hebin, wê li kêleka wê Kawayên hemdemî jî hebin. Kawayên hemdemî yên serdemê, gerîlayên azadiyê ne. Çerxa faşîzma ku niha li serê hemû cîhanê bûye bela, Dewleta tirkî ye. Perçeyekî mezin ya Dehaqên vê demê jî, Kurdên xwefiroşin ku ji çanda xwe dûr ketine, bûne xwînmijê gelê xwe. Heviyên dagîekeran jî bi vana ve girêdayî ne. Di roja îro de, têkoşîna Azadiyê bersivê dide Dehaqan. Berxwedaniya Rêber APO ya ku di zindana Îmraliyê de li dijî dijmin di her kêliyê de dimeşîne; wekî derba Kawayê Hesinkar yê ku li Deheqan daye ye. Tû ferqa xwe nîn e. Dehaqên serdemê faşîzma AKP- MHP ‘ye û Kawayê serdemê jî Rêber APO ye. Niha gelên azadîxwaz hemû xwe li ber fikrê Rêber APO ronî dikin. Ji ber vê tecrîda li ser Serokatî qebûl nakin. Her wiha bi saya gerîlayên APOYî, Kawayên Hemdem xwestek û daxwazên faşîzmê têk dibin. Wê ev yek jî bibe sedema hilweşandina





