Serbest Etê-Qamişlo
Newroz cejin û peyama dîrokî ya berxwedan, serhildan û azadiyê gelê Kurd e. Li hemberî Dehakên Serdemê, ev 50 sal in ji bo gelan her roj Newroz e.
Newroz mîrate û nasnameya çanda Mîtra ye
Roja 21`ê Adarê ango Cejna Newrozê, ku şev û roj tê de dibin weke hew, Kurdan ne bi efsaneya Kawayê Hesinkar tenê ev roj wek cejin nas kiriye, ji Hurîyan heta Medan, ew roj her tim weke cejna Mîtra dihat pîrozikirin. Mîtra ne xwedawenda ronahiyê û bawariyeke tenê bû, di heman demê de nasnameyeke çandî ya gelê Kurd bû. Ji ber wê gelên Mezopotamya, bi taybetî gelê Kurd vê rojê, destpêka salê û jinûve zindîbûn û hilberîna xwezayê, bereketa Xweda ya bi ser erdê dibare, dibînin û bi pêxistina agir li serê çiyayan û gerandina şahî û dîlanan, pîroz dikirin.
Newroz peyameke dîrokî ya gelên Rojhilata Navî ye
Jixwe Newroz li Rojhilata Navî ji aliyê gelê Kurd, Fars, Tacîk, Efxan, Beloc û Azerî ve wek roja pêxistina agir tê zanîn û her netewe li gorî çanda xwe bi şêwazên cuda wek cejn û peyameke hevbeş pîroz dikin. Lê pirtir gelê Kurd ji wê serdemê heta roja me ya îro li nasname û mîrateya xwe ya çandî, xwedî derketiye. Bi pêşketina sîstema desthilatdariyê ya Qralê bi navê Dehak jî gelê Kurd bi pêşengiya efsaneya Kawayê Hesinkar kir cejna berxwedan, azadî serkeftina bindestan û zilmgeha ava kirî hilweşand û azadî bi dest xist.
Dehakên serdemê nikarîn vê rastiyê tine bikin
Sîstema desthilatdar Dewlet-Netewe (Dehakên serdemê) êrişên qirkirina fîzîkî û çandî ya li hemberî gelan bi taybetî gelê Kurd dijwartir kirin. Di nava sed salên dawiyê de di nava Kurdan de Newroz êdî wek cejneke ku Kawayê Hesinkar li dijî zilma Dahak bi ser ketibû tenê dihat pîrozkirin. Ji ber wê ti reng û wateya wê ya serîrakirinê nehiştibûn. Ev li her çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî li bakurê Kurdistanê bi perçiqandina gelê Kurd û çanda wî pêk dihat. Lê tevlî ewqas êrişên hovane, Dehakan nikarî mîrate û rastiya çanda gelê Kurd ya berxwedan û azadîxwaziyê tine bikin.
Ev 50 sal in, her roj Newroz e
Rêber Apo di lêgerîna Heqîqetê de, Newroza sala 1973`yan li bendava Çubuk ya Enqere civîna pêşî ya Tevgera Azadiyê di gel çend şoreşgeran li dar dixin. Bi gotina `Kurdistan Mêtinger e` pêvajoyeke nû ya dîroka Kurdan ya azadî û berxwedanê jinûve dest pê dike û Newroz ji cejna şahiyê veguherî cejna azadî, berxwedan û serhildanê ya li dijî zilmê.
Li ser vî bingehî efsaneya Kawayê Hesinkar ji aliyê pêşeng û milîtanên PKK`ê ve zîvirî rastiya berbiçav. Ji ber wê Newroza sala 1982`yan ji pêşengên PKK’ê Mazlûm Dogan li girtîgeha Amedê bi slogana `Berxwedan Jiyan e` li hemberî zilma Dehakên serdemê ango dewleta tirkî ya faşîst, agir bi canê xwe xist û Newroz pîroz kir. Bi agirê bedana xwe jî bû Kawayê Hemdem û xwediyê meşeleya venemirî ya Newrozê.
Bi Tevgera Azadiya Apoyî, herwisa agirê Newrozê ji aliyê jinên Kurd ve li dijî zilmê hat pêxistin. Jinên Apoyî di Newrozan de bi bedenên xwe agirê azadiyê pê xistin û wateyeke cuda dan cejna berxwedanê. Jinên serhildêr mîna Zekiye Alkan Newroza 1992`yan li ser Sûrên Amedê, Rahşan Demîrel Newroza 1992`yan li Îzmîrê, Bedriya Yildîz (Ronahî) û Nîlgûn Yildirim (Bêrîvan) Newroza 1994`an li bajarê Manhîmê yê Almanya, bedenên xwe kirin meşeleya azadiya gelê xwe.
Ji ber wê Rêber Apo li ser van jinên serhildêr ev got: “Eger azadî tiştekî hêsan bûya wê Zekiye, Ronahî û Bêrîvanê bedenên xwe nedana agir. Jinên Kurd êdî jiyana azad nas dikin.”
Herwiha Sema Yuce bi çalakiya xwe dîrok nivîsand ku 21`ê Adara 1998`an li girtîgeha Çankale pêk anî û 17`ê hezîrana 1998`an tevlî karwanê nemiran bû. Sema di nameya nivîsî de çalakiya xwe bi van gotinan vegot: “Ez dixwazim mejî, dil û bedena xwe ji 8`ê Adarê heta 21`ê Adarê bikim pirek ji agir. Ez dixwazim bibim şagirteke jîr ya Kawayê Hemdem û wek Zekiye bişewitim, weke Rahşanê bibim Newroz!”
Her çenda Newroz û dîroka Kurdan de bi efsaneya Kawayê Hesinkar tê nasîn, lê efsane û mîtolojiya rastiya berxwedana Kurdan ya hezarên salan li dijî zor û desthiltariya ji destpêka dîrokê ve nîşan dide. Ya vê efsaneyê dizivirîne rastiyên ebedî jî ew e ku bi hezaran neviyên Kawayê Hesinkar li hemberî Dehakên serdemê (Desthiltariya nû ya Modernîteya Kapîtalîst) ji bo azadiya gelan têdikoşin. Meşeleya Agirê Newrozê ya berî 2.634 salan hatî pêxistin, îro heman meşele di destê gerîlayên Azadiyê de ye û li serê çiyayên Zagros û Turosan dîlana Azadiyê digerînin. Ji ber ku ev 50 sal in Rêbertiyê agirê Newrozê di dilê her Kurdî de geş kiriye; ev 50 sal in gelê Kurd ji bo azadiya xwe û ya gelên Rojhilata Navî bi coşeke mezin wek lehiyan diherike qadên Newrozê; ev 50 sal in ji bo azadî, berxwedan û serhildanê, her roj Newroz e.





