Mihemed Xanim / Qamişlo
Komkujiya Helebce yek ji qirkirinên etnîkî yên herî mezin yên sedsala 20’an e ku bi çekên kîmyayî hatine kirin. Piştî Hîroşîma û Nagazakî, Helebce û niha jî li dijî gelê Kurd çekên kîmyayî tê bikaranîn.
Dema mirov li dîroka Kurdan dinêre, mirov pir êşeke dibîne ku dagîrkerên Kurdistanê her tişt bi Kurdan kirine. Sala 1988’an li bajarê başûrê Kurdistanê Helebce, rejima Iraqê ya bi serokatiya Sadam Huseyin, 5 hezar Kurd bi gaza jehrê kuştin 35 sal di ser re derbas dibin, lê îro careke din dagîrkeriya tirkî li ber çavê cîhanê dîroka Sedam Huseyin dubare dike û bi gazên jehrê êrişî Herêmên Prastina Mediya dike.
Erdîngariya Helebce
Navçeya Helebce ya ji 1599 km. çargoşe rûberan pêk tê, 75 km. dikeve başûrê-rojhilatê Silêmaniyê. Ji nivîs û belgeyên dîrokî diyar dibe ku Helebce gelek caran rastî wêrankariyên xedar hatiye. Cara dawî 1650’yan bajar jinûve tê avakirin û 1889’an diibe navçe. Helebce ji navenda wê û bajarokê Sîrwan, Xurmal û Biyare pêk tê.
Gavbigav çûna ber bi komkujiyê ve
16’ê Adara 1988’an 20 balafirên şer yên MIG-23 yên rejima Iraqê çekên kîmyayî bi ser Helebce de barandin. Cara yekê bû ku dewletekê di nava sînorên xwe de çekên kîmyayî dibarandin. Artêşa Iraqê du rojan berî kîmyabaranê, derdora Helebce dabû ber roket û hawanan. Şahidên komkujiyê wiha axivîn: “Bombe bi giranî bi ser navenda navçeyê de dihatin barandin. Ji bo ku ti kes nikaribe derkeve, riyên ketin û derketinê dihatin bombebarankirin.”
Gazên hatî bikaranîn û bandora wan
Gazên jehrê yên di komlujiyê de hatîn bikaranîn; Sarîn, Tabon û Xerdel (VX)bûn, ku bandora wan li mejî, hundir, bêhndan û çerm dikir.
Kenala BBC ya Birîtanî Kîmyabarana Helebce wiha ragihandibû “Roja Çarşemê zêdetirî 20 balafirên şer ji du aliyan ve bajarê Helebce bomberan kirin. Piştî bombebaranê ewreke reş, spî û zer wekî bablîsokê bi qasî 50 metrî bilind bû û bêhna gazê ya weke bêhna sîran ji hewayê dihat”.
Di dîmenên piştî bûyerê hatîn kişandin de tê dîtin ku gelek şêniyên navçeyê li hundir û derveyî malan, li kolanan û hewşên malan ji ber gazên jehrî canê xwe ji dest dane. Hinekan jî hewl daye bi wesatên xwe birevin, lê di nava wesaitan de canê xwe ji dest dane.

Cangoriyên Komkujiyê
Di dema bomberana çekên kîmyayî de, li cem şêniyên Helebce derbarê xweparastina ji gazên jehrî de ti agahî nebûn. Herwiha amûrên tenduristiyê jî li ber destê wan nebûn.
Li gorî amarên li ber dest, berî komkujiyê 70 hezar kes li navçeyê dijiyan. Lê nayê zanîn di dema bombebaranê de li navendê jimar çiqas e, lewra berî kîmyabaranê hin derketibûn.
Ti kesî nikariya amarên vê komkujiyê bi temamî eşkere û zelal bike. Lê li gorî amarên hatîn bidestxistin zêdetirî 5 hezar kesî şehîd bûne. Li gorî amarên wê demê, ji sedî 75 ji qurbanan jin û zarok bûne. Herwiha zêdetirî 10 hezar kesî jî birîndar bûn. Piraniya birîndaran jî pişt re ji ber nexweşiya mejî, derûnî, bêhndan, ketina çerm û nexweşiyên cuda giyanê şehîd bûne. Heta niha jî bandora wan gazan li ser nifşên nû dewam dike. Hê jî gelek zarok astengdar ji dayîk dibin.
Piştî kîmyabaranê karesat neqediya. Ne tîmeke pispor, ne saziyeke tenduristiyê hebû ku birîndar serî lê bidin, ne jî derfet hebûn ji bo tedawiyê biçin bajari din. Ji ber wû hinek ji wan mirin, hinek jî nexweşiyên wan bûn şirîkên temenê wan. Piraniya pitikên bêkes li navçeyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li navendên zarokên hatin bicîkirin.
Bêdengî û rûreşiya civaka navneteweyeyî
Welatên biyanî, rêxistin û civakên navneteweyî li hemberî vê qirkirinê, bêdengî hilbijartin û ti piştgirî jî nedan gel. Lê hin rêxistinên siyasî û civakî yên Kurdistanê, Kurdistaniyên li derveyî welat, bi xebat û çalakiyên xwe raya giştî ya cihanê ji vê qirkirinê agahdar kirin. Sala 2003’yan piştî Iraq ji aliyê Amerîka ve hat dagîrkirin yek ji sûcên sereke ku rejim û serokê wê Sedam pê dihatin sûcdarkirin, Jenosîda Helebce ya berdewama Enfalê bû.
Wek jenosîd nasîna komkujiya Helebce û Enfalê di qada navneteweyî de, ji bo gelê Kurdistanê girîng e. Lewra ji bo zelalkirina komkujiyên sedsala 20’an li her çar parçeyan hatîn serê Kurdan derfetek e.
Dewleta tirkî li ber çavê cîhanê dîroka Sedam dubare dike û li dijî gel û gerîla çekê kimyayî bi kar tîne
Dagîrkeriya tirkî jî bi dehê salan e komkujiyên mîna ya Helepce dike. Ji sala 1986 haya 1999’an, ser 60 hezarî re Kurd kuştine û ser 40 hezar kurdî re jî hatine windakirin. Herwiha nêzîkî 20 hezarî nivîskar û rojnemavan û mirovên navdar yên Kurd hatina kuştin û windakirin.
Dewleta tirkî herwiha di dagîrkirina Efrîn û Serêkaniyê de gaza kimyayî bi kar anî ku ev hat teqezkirin, lê dîsa dewletên cîhanê bêdeng man.
Dagîrkeriya tirkî ji 23’yê Nîsana 2021’ê heta niha êrişên ser Herêmên Prastinê yên Medya didomîne; di nava 5 mehan de zêdeyî 250 caran li dijî gerîlayan çekên kîmyayî bi kar anîne. Herwiha welatiyên herêma Berwarî, Bala gundê Hirûrê 2 caran pê bindor bûne. Hikûmeta Iraqê û ya Başûr tevî bangên fermî yên Tevgera Azadiya Kurdistanê û raya giştî ya Kurd li dijî sûcên şer yên dewleta tirkî ti helwest nîşan nedan. Diyar dibe ku ew jî di van sûcan de hevkar in.






