Li gorî rapora ku SIPRI eşkere kirî, gelek welatan xerckirinên xwe ya ji bo çekan zêde kiriye. Li Ewropa, firotina çekan berî şerê Ukraynayê dest bi zêdebûnê kiriye.
Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê yên Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI), derbarê bikaranîn û zêdebûna çekan de raporek weşand. Li gorî raporê di navbera salên 2017-2021’an de li ber salên di navbera 2012-2016’an de bazirganiya çekan li seranserê dinyayê ji sedî 4,6 kêm bûye, lê li welatên Ewropayê xerckirina çekan ji sedî 19 zêde bûye.
Di raporê de nêrînên pisporên ku ji bo raporê lêkolînan kirine jî hatine parvekirin. Pispor, zêdebûna firotina çekan a li Ewropayê bi hewldanên Rûsyayê yên li dijî Kirim û Donbassê ve girê didin.
MA