KCDK-E bernameya çalakiyên Newrozê yên li gelek welatên Ewropa eşkere kir û ev bang kir: “Bi ruhê yekîtiya neteweyî em Newroza 50. bikin Newroza azadiya Rêber Ocalan û Kurdistanê.”
Navenda Nûçeyan
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ragihand ku wê li 15 welatan li gelek bajaran bi dirûşma “Rêberê Azad” Newrozê pîroz bikin.
Di daxuyaniya KCDK-E’yê de hate ragihandin, Newroz a ku cejna azadî û berxwedanê ya gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn e, îsal wê li her derê bi dirûşma “Rêberê Azad” bê pîrozkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Newroza li cografya Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi hezaran sal in weke destpêka biharê tê pîrozkirin, ji bo gelên Kurdistanî di heman demê de navê berxwedan û vejînê ye.
KCDK-E’yê destnîşan kir ku Newroza 2022’an wê ji bo gelan bibe hêviyên mezin û wiha dewam kir: “Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya bi hezaran girtiyên siyasî, wê bibe Newrozek ku têkoşîn hîn bêhtir bê xurtkirin.”
Di daxuyaniyê de nevroz hat pîrozkirin û ev peyame jî hat dayîn: “Gelê me wê bi vê Newrozê re yekîtiya neteweyî xurtir bike, bi kincên xwe yên neteweyî ji bo destketiyên civakî û neteweyî biparêze, li dijî dagirkerî û mêtingeriyê wê li her welatî li qadan Newrozê pîroz bike. Bi navê KCDK-E’yê Newrozê di destpêkê de li Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo, gelên berxwedêr û gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin.”