Navenda Nûçeyan
Ji ber ku TTB`ê ji bo daxwaziyên xebatkarên tenduristiyê dest bi grevê kir nexweşxane vala man.
Li gorî agahiyên ajansa Mezepotamya greva ku Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB), ji bo pirsgirêk û daxwazên xebatkarên tenduristiyê bi navê “Greva Mezin” plan kiribû, 14’ê mehê dest pê kir.
Ji ber ku xebatkarên tenduristiyê ketin grevê, li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nexweşxane vala man. Hima bêje ji sedî 100 ji bijîjkan tevlî grevê bûn. Li nexweşxaneyan tenê beşên lezgîn dixebitin.
Hêjayî bîraninê ye ku beriya demêkê li hember helwest û nerazîbûna şert û mercên ku bijîjk tê de dixebitin, serokvezîrê tirkî Erdogan got, ‘pêvîstiya me bi wan bijijka nine, kî bixwaze bila biçe; mineta me bi wan nine’. Herwiha pişti kirîza pirali ya Tirkyê û şerdûmercên xirab yên kar, pir bijîjkên profesyonel ji walatê xwe derketin û çûn walatên derve.