Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê, li ser êrişa ser Hewlêrê, daxuyaniyek da û got, di encama êrişa ser Hewlêrê de, welatiyek tenê bi sivikî birîndar bûye.”
Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê, li ser êrişa li dijî Hewlêrê, daxuyaniyek da û got, di encama êrişa li dijî Hewlêrê de, tenê welatiyek bi sivikî birîndar bûye.
Êrişa bi 12 fuzeyan 12’ê mehê nîvê şevê (saet 01:06’an) pêk hat. Li gor çavdêran, armanca êrişa bi fuzeyan konsolosxaneya Emerîkayê ya li Hewlêrê û derdora wê bû. Wezareta navxweyî ya hikûmeta Hewlêrê da zanîn ku welatiyek bi sivikî birîndar bûye.
Supaya Pasdaran kiriye
Li aliyê din doh di Supaya Pasdaran a Îranê bi fermî berpirsyartiya êrişa bi mûşekan a ser Hewlêrê li xwe girt û got: “Baregeheke stratejîk a îstixbareta Îsraîlê (Mosad) hedef hatiye girtin.”
Pasdaran got, “Di bersiva du sûcên vê dawiyê yên rejîma sexte ya siyonîst de ya ku berê me ragihandibû wê bê bersiv nemîne, şeva bihurî navendeke stratejîk a sûcên siyonîst bi mûşekên bihêz ên hêzên Supaya Pasdaran ên Înqîlabî yên Îslamî hedef hatin girtin.”
Supaya Pasdaran fort dan xwe li dijî Îsraîlê û got, “Careke din em rejîma tewankar a siyonîst hişyar dikin ku dubarekirina her tewanekê wê rastî bersiva herî tund û wêrankar bibe. Em dubare dikin ku aramiya welatên Îslamî xeta sor a hêzên çekdar a Komara Îslamî ya Îranê ye. Em rê nadin ti kes gef û metirsiyê li ser çêke.”
Li gorî medyaya Îranê di êrişê de 9 berpirsên Îsraîlî mirine yan ji birîndar bûne. Ajansa Fermî ya Îranê Mehrnewsê, navê 9 fermandar û berpirsên Îsraîlê hilda û ku di êrişa li dijî Hewlêrê de hatine kuştin yan ji birîndar bûne.
Yenî Ozgur Politika