Navenda Nûçeyan-Qamişlo
Malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê eşkere kir ku duh li bajarê Tebqayê di saet 10:30`an de çeteyan mayînek di erebeya endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn de teqend, di encamê de endam birîndar bû.
Daxuiyanî wiha ye:
“Li Tebqayê şaneyek girêdayî rêxistina DAIŞ`ê mayînek di erebeya endamekî me de teqand, di encama de endamê hêzên me birîndar bû.
Hêzên me yekser berê xwe da devera teqînê, endam rakirin nexweşxaneyê û cihê teqînê dorpêç kirin, da ku cihê buyerê ji madeyên teqemeniyê paqij bikin.
Hêzên me ji destpêka salê ve li hemû herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, şaneyên veşartî yên rêxistina terorîst girtin.”