Thursday, June 12, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

PKK: Divê her roj ji sala nû bibin mîna Newrozê

14/03/2022
in Uncategorized
A A
PKK: Divê her roj ji sala nû bibin mîna Newrozê
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan-Qamişlo

Komîteya Navendî ya PKK`ê bi boneya Cejna Newrozê daxuyaniyek da û têde diyar kir ku meşa rasrteqîne ya Apoyî dest bi sala xwe ya 50`î kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Em Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd di Newrozeke nû de ne. Newroz cejna me ya yekîtî, berxwedan û azadiyê ye. Yek ji kevintirîn cejnên azadiyê yên dîroka mirovahiyê ye. Bi pêngava Rêbertî û PKK`ê re Newroz hîn bêhtir bedew û bi wate bû. Çawa ku xweza bi biharê re şîn dibe, em jî di her Newrozê de xwe nû dikin, dibin xwedî rih û hişmendiya yekîtî, berxwedan û azadiyê.

Weke tevger, gel û dostên xwe, em Newroza 2022`an bi van hest û kûrbûna fikrî pêşwazî dikin. Sala nû ya Newrozê li ser vê bingehê pêşwazî dikin. Li çar parçeyên Kurdistanê û çar aliyên cîhanê Newroz bi coş tê pîrozkirin. Li ku derê welatparêzek Kurd hebe Newroz li wê derê teqez tê pîrozkirin. Bi coş û biryardariyeke welê mezin em dest bi sala nû ya Newrozê dikin. Em pê bawer in ku ev rewş wê tevahiya salê dewam bike û her roj wê mîna Newrozê têkoşîna demokrasî û azadiyê bê geşkirin.

Divê her roj ji sala nû bibe mîna Newrozê

Li ser vê bingehê em Newrozê di destpêkê de li Rêber Apo, li hevrêyan hemûyan, gelê me yê welatparêz û dostên xwe yên şoreşger-demokratîk pîroz dikin û di sala nû ya Newrozê de serketinê dixwazin. Em têkoşîna azadiyê ya mezin silav dikin ku bi pêşengiya Berxwedana Îmraliyê ya dîrokî pêk tê, li çiyê, bajar û zindanan li ser xeta lehengiyê dewam dike û armanca wê misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Di şexsê şehîdên me yên mezin ên Newrozê Mazlûm Dogan û Zekiye Alkan de em hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêz, hezkirin û minet bîr tînin. Hefteya Lehengiyê ya Neteweyî ya Gelê me pîroz dikin û di şexsê lehengên me yên neteweyî Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz de şehîdên leheng hemûyan careke din bîr tînin. Em bang li gelê me û dostên xwe dikin ku her rojê ji sala nû bikin mîna Newrozê.

Meşa rasrteqîne ya Apoyî dest bi sala xwe ya 50`î kir

Weke ku tê zanîn, Newroza 2022`an sala 50`î ye ya Pêngava Rêbertî û danîna hîmên PKK`ê ye. Sala nû ya Newrozê sala 50’î ya Meşa Rêbertî ya Apoyî û PKK`ê ye. Pêngava Rêbertî ya Apoyî di Newroza 1973`an de pêk hat. Koma Apoyî ya ku hîmê PKK`ê danî, di Newroza 1973`an de li qada Bendava Çûbûkê ya Enqereyê bi civînekê ava bû. Bi vî rengî li dijî zext û tarîtiya darbeya faşîst-leşkerî ya 12`ê Adara 1971`ê rastiya ronahî û berxwedêr ya Tevgera Azadiyê ya Apoyî ava bû. Ev meşa rasteqîn ya Apoyî niha dest bi sala xwe ya 50`î dike. Eşkere ye ku rastiya Rêber Apo Rêbertiyeke Newrozê ye. PKK jî weke partiyeke Newrozê hate damezrandin û bi pêş ket. Gelê Kurd bi pêşengiya Rêber Apo û PKK`ê, bi têkoşîna azadiyê ya 49 salên derbasbûyî re veguherî gelekî Newrozê. Di dîroka Kurdistanê de cara yekê ye bi Rêbertiya Azadiyê û tevgera partiyê bênavber 50`î salî meşiya û pêşketinên dîrokî afirand.

Li ser vê bingehê em ketin sala 50’î ya Pêngava Rêbertî ya Apoyî û Tevgera Azadiyê. Em gelê Kurd, jin û ciwanan pîroz dikin, ji ber ku di nava van şert û mercên bêeman de 50`î salî bênavber têkoşiyan û Rêbertî û rastiyeke bi vî rengî ya Partiyê afirandin. Şehîdên leheng ên vê meşa azadiyê ya pîroz di şexsê hevrê Hakî Karer, Mazlûm Dogan, Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Sakîne Cansiz, Mehmed Karasûngûr, Agît, Bêrîtan û Zîlan, bi hurmet, hezkirin û minet bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku armancên wan bi ser bixînin û xwedî li bîranîna wan derkevin.

Rêber APO partî û gel ji nava pergala qirker rizgar kir

Bêguman di vê meşa azadiyê ya pîroz de ku nîv sed sal e bênavber dewam dike, keda herî mezin ya Rêber Apo ye. Rêber Apo hem ev têkoşîna mezin da destpêkirin hem jî di her demê de barê herî giran hilda ser milê xwe û wezîfeyên xwe bi ser xist. Weke milîtan, partî û gel em ji nava pergala qirker rizgar kir û li ser xeta jiyana azad ji nû ve afirand. Ev rêya azadiyê ya pîroz hem xurt kir hem jî ronî kir û pêşî li serketinê vekir. Lewma em çiqasî jî bi hurmet, hezkirin û minet nêzî Rêber Apo bibin, çiqasî ji dil wî silav bikin jî kêm e. Ya rast û têrker ew e ku em rastiya Rêbertî ji kûrahî ve fêhm bikin û bi rengekî serketî bi cih bînin. Em bi vê zanin û dibêjin ku di her kêliya sala 50’î ya têkoşînê de em ê li gorî vê yekê tevbigerin.

Rastiya şehîdan hîza me ya berxwedanê û daxwaza serketinê afirand

Di vê meşa azadiyê ya pîroz ya nîv sedsalê de, şehîdên me yên leheng piştgiriya herî mezin dan rastiya Rêbertî. Rastiya şehîdan kir ku veger têkoşîn bênavber e û serketin mîsoger kirin e. Ya ku bi Rêbertî re em perwerde kir, bi rêxistin kir, gihand hev û meşand, şehîdên me yên leheng bû. Rastiya şehîdan hêza me ya berxwedanê û daxwaza me ya serketinê afirand. Ne ji wan bûya me nekarîbû tiştek bikira, nekarîbû gavek jî biavêta. Weke gel û tevgerê em bi rastiya şehîdan gihîştin heta vê serdemê. Lewma ji bo me esas e ku li gel Rêbertî rastiya şehîdan rast fêm bikin û bi rengekî serketî bi cih bînin. Em şehîdên xwe yên leheng her tim bi rêzdarî û minet bi bîr tînin û em ê timî wan bîr bînin. Meşa me ya bi biryar û serketî ya sala 50`î wê li ser vê bingehê be.

Hêza gerîla bû hêza berxwedêr ku li ser xeta fedatiyê şer kir

Bêguman hêzên gêrîla yên qehreman, bûn hêza me ya berxwedêr pêşeng ku li ser xeta fedaîtiyê şer û jiyan kirin. Li ser bingehê afirandina fedekarî û wêrekiya gerîla jin û ciwanên Kurd, hemû gelê Kurd yê wêlatparêz meşiyan û vê meşa qehremantiyê ya pêncî salan afirand. Di serî de gelên Tirk, Fîlîstînî-Ereb, Ermen û Asûr-Siryan hemû gelên bindest, derdorên bindest û mirovahiya demokratîk ji vê meşa azadiyê ya pîroz re tevkarî û destekeke pir bi nirx, mezin dan. Bi vê wesîleyê herkesên ku ji vê meşa azadiyê ya pîroz re ked dane birêz û hurmet silav dikin.”

Post Views: 41
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 
CIVAK Û JIYAN

Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 

11/06/2025
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
JIN

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E
HAJMARA PDF

RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.