Thursday, June 12, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Cemîl Bayik: Piştî têkoşîna gerîla, Newroz veguherî serhildanê

13/03/2022
in Uncategorized
A A
Cemîl Bayik: Piştî têkoşîna gerîla, Newroz veguherî serhildanê
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan-Qamişlo

Hevserokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik beriya pîrozbahiyên Newrozê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku bersiva herî bi wate wê li qadên Newrozê ji faşîzma AKP-MHP`ê re bê dayîn

Cemîl Bayik dazanîn ku gelê Kurd her tim bi berxwedana li dijî mêtingeran hebûna xwe parastiye, gelê Kurd xwedî kevneşopiyeke bi vî rengî ya dîrokî ye û ev peyam da: “Kengî ji berxwedanê dûr ketiye, hebûna Kurdan jî ketiye metirsiyê, bi tunebûnê re rû mane. Ji bo jiholêrakirina vê metirsiyê, berxwedan şert e û gelê Kurd jî her carê ev yek kiriye. Ji bilî berxwedanê piştgiriyeke din ya Kurdan nîne ku xwe bispêrê.

‘Hebûn bi berxwedana li dijî sîstema mêtingeriyê misoger e’

Ji ber vê taybetmendiya dîrokî û civakî ye ku Newroz di nava civaka Kurd de afirî, rastî û hestên wê îfade dike. Têkiliya navbera civaka Kurd û Newrozê di vê demê de jî heye û dewam dike. Mîna di dîrokê de hate kirin, Kurd niha jî bi berxwedanê hebûna xwe dewam dikin û azadiya xwe bi dest dixin. Navê vê jî Newroz e. Di sedsala 20’î de li ser Kurdistanê jinûve parvekirin û mêtingerî hate ferzkirin. Raperînên li dijî vê yekê jî hatin tepisandin û tunebûna civakî û neteweyî li ser gelê Kurd hate ferzkirin. Dihate xwestin ku Kurdîtî bi temamî bê tepisandin û jibîrkirin. Gelê Kurd xistibûn nava pêvajoya înkar û tunekirinê. Li dijî sîstema mêtinger ya ku ditepisand, înkar û tune dikir, hebûn tenê bi berxwedanê dibû.

`Gelê Kurd bi berxwedanê hebûna xwe diyar kir`

Rêber Apo li dijî mêtingeriyê dest bi têkoşîneke bi vî rengî ya berxwedanê kir û gelê Kurd careke din gihand Newrozê. Gelê Kurd wê bi Newrozê re bû yek, cewhera xwe ji nû ve keşif kir û xwe ji nû ve ava kir. Em dikarin bi hêsanî vê yekê bêjin; Newroz û gelê Kurd hev temam dikin. Gelê Kurd bi Newrozê re cewhera xwe ji nû ve dît, Newroz jî gihîşt wateya xwe ya rasteqîn. Jİ ber ku di cewhera Newrozê de berxwedan heye, gelê Kurd jî hebûna xwe bi berxwedanê diparêze. Di nava şert û mercên herî giran de, di kêliyên ku kes ne li bendê bûn, gelê Kurd bi berxwedan hebûna xwe diyar kir.

`Mezlom Dogan agirê Newrozê dada û dîrokeke nû afirand`

Çalakiya dîrokî ya mezin ya Mazlûm Dogan jî bi vî rengî pêk hat. Di wan şert û mercên tarî û zehmet de ku dijmin hewl dide her tiştî bitepisîne û teslîm bigire, agirê Newrozê dada û dîrokeke nû afirand. Ev dîrok dîrokeke nû ye, ku bi berxwedanê hebûn û azadiya xwe misoger dike. Lewma Mazlûm Dogan ji aliyê gel ve weke Kawayê hemdem hate pênasekirin. Gel kevneşopiya berxwedanê ya Mazlûm Dogan dewam kir û kevneşopiya Newrozê ji nû ve vejand, xwe jî bi berxwdana li Newrozê ji nû ve afirand. Piştî ku gerîla li dijî mêtingeriyê dest bi têkoşînê kir, gelê Kurd jî Newroz bi berxwedaneke mezin pêşwazî kir û her Newroz veguherand Serhildanê. Ji ber vê rastiyê Rêber Apo ji bo gelê Kurd got ‘Gelê Newrozê’. Ji ber ku bi her Newrozê re gelê Kurd hinekî din bi rastiya xwe hesiya û xwe afirand.

`Divê bi coş û berxwedanê Newroz were pîroz kirin`

Ev rewş îro jî derbas dibe. Ji bo Kurdan Newroz hîn jî tê heman wateyê. Bersiva herî bi wate ya Kurdan ya li dijî faşîzma AKP-MHP’ê herikîna li qadên Newrozê û nîşandana îradeya xwe ye. Em di wê baweriyê de ne ku vê Newrozê jî gelê Kurd wê qadan dagire û Newrozê bi coş û berxwedaneke mezin pîroz bike, dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re careke din hîn bi xurtî nîşan bide. Ev yek jî wê dibe derbeke mezin û li faşîzma AKP-MHP’ê bikeve.

Post Views: 36
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 
CIVAK Û JIYAN

Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 

11/06/2025
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
JIN

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E
HAJMARA PDF

RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.