Rojnameya Ronahî

Aboriya dûrî berjewendiya civakê be, terora ekonomîk e

Fener…

Idrîs Henan

Pir ne dûr e ku rûyê bandora krîz û şerê li Ukranyayê li gelek cihên weke Tirkiyê û Sûriyê eşkere bibe û tesîra wê ya aborî û siyasî berbiçav bibe. Diyar bû ku mirovatiyê bi serdema fînansa kapîtalê re pêşeroja xwe ji dest daye û rûbirûyî cinawirekî antî-mirov maye. Tabloya rojane ya bihabûna li van herdu welatên li jor weke mînak hatine destnîşankirin, isbat dike ku sîstemên serdest ên yekdestariyên sermayeyê bi armanca karê zêde, ji hewceyên civakan zêdetir berê xwe dane hilberandina amûrên tinekirina civakan û rêjeyek mezin ji civakê bê kar hiştine.

Di wextekê de ku krîzên aborî yên cidî li van her du welatên navborî tên jiyîn, hilberandina çek û cebilxanê bê navber dewam dike û tevahî çavkaniyên xwezayê bi tinekirina hawîrdorê re hildiweşînin û vediguherînin amûrên karê. Rêber APO vê bêbextiya bi navê ekonomî xwe pênase kiriye weke “Terora ekonomîk” şîrove dike ku civakê aliyê aborî ve diherifîne û bazara ku veguheriye qadeke karê zêde, dorê lê digire.

Tabûrên dirêj ên li ber stasyonên sotemeniyê û yên li ber navendên firotina pêdiviyên xwarin û vexwarinê û firinan, ti cihekî ji şik û gumanan re nahêlin ku yekdestariyên di bin banê netewdewlet de hatine birêxistinkirin, her tiştî bi rêbaz û têgihaştinên ji wateya ekonomiyê re dane avakirin, rave dikin. Weke Rêber APO gotî, ‘Ji çalakiyeke Tedbîr û debarê ya pêdiviyên civakê yên madî qulibandine toraneke daqurtandin û tunekirinê.’ Daxuyaniyên lihevketî û yên nakok ên rayedarên her du welatan ku hêza wan nîne şûşeyek zeyt li sûkê peyda bikin! wê xisleta yekdestariyên sermayeyê baş diteyisînin. Dema kesekî mîna Ehmed Dawûdoglu ku şoşbanê Tirkiyeya nûjen a îro ne bibêje: “Kirîz li Ukranyayê ye û tabûr jî li cadeyên Istenbûlê ne” cidiyeta rewşê baş tê zanîn.

Gelek eşkere bûye ku tevî zemîna bi xêr, bi bereket û atmosfera guncaw a pêşxistina çandiniya ku dikare civakê têr bike, çîna desthilat ew yek ne li gorî berjewendiya civakê, li gor berjewendiya navenda hegemonîk kiriye. Ji lewra ji sedî 90 ji pêdiviyên civakê ji derve hatine û çarenûsa civakê rehîneyê kapîtalzimê kirine. Ji bona vê jî dema keştiyên zêytê li bendera Rostofê ji aliyê Rûsya ve tên rawestandin, li kolanên Istenbûlê pol û qorên bê talî çêdibin.

Di heman demê de van cureyên kirîzên destpêkê diyar dikin ku rejîmên heyî, jêderên pêxîrtengiyêne û ti carî nebûne hêza çareseriyê. Dema ku ambargoyên çandiniyê li herêmên weke Cizîr û Efrînê ji aliyê desthilatdariya Şamê ve dihatin ferzkirin, bi wê mebestê bûn, ku welat veguhere selikek ekonomiya bi desthilatdariyê re bûye yek. Ango nexşeya aborî ya welêt li gorî berjewendiya hebûna domdar a rejîmê dihate xêzkirin. Ji lewra ti pîvaneke ewlehiyê li van welatan nîn bû. Ji ber wê jî bi bêhna kirîzan re tavilê ji hev dikevin û paşiya wan rût dimîne.

Ji xwe aliyê siyasî ve têra xwe di nav kirîzan de pelçiqî ne ku bi hin gavavêtinên derveyî sînor û xuliqandina berkirîzan re, hwil didin kirîzên heyî perspan bikin. Îro desthilatdariya li Tirkiyê ku siyasetek pirrû dide meşandin, hewl dide qeyrana li Ukranyayê biçewisîne û sûdê ji rewşa hevsazkirinên DYE, YE û Rûsyayê bigire û berê bazirganiya Rûsyayê ber bi Tirkiyê ve bade. Lê dîsa jî ne ji bo berjewendiya gel û civakê ye, ji bo berjewendiya desthilatê û hilbijartinên 2023 ye. Li vir pirsa mirov mereq dike bike ew e. Gelo li welatekî rêzdariya mirov, exlaq û qanûnan nîn be ku kirîza jî isbat kiriye, hêza ti saziyeke navneteweyî nîne ewlekarî û aramiyê misoger bike, dê çiqas ji veberh û bazirganiya biyanî re bijardeyek bi ewle û guncaw be?