Wednesday, June 11, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Armanc ji tecrîdkirina Rêber Apo pêşîgirtina li Modernetiya Demokratîk e

13/03/2022
in Uncategorized
A A
Armanc ji tecrîdkirina Rêber Apo pêşîgirtina li Modernetiya Demokratîk e
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Xanim/Qamişlo

Rohat Mele Xelîl: Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tê wateya misogeriya aştiya civakî, demokrasî û azadiyê. Ji bo ku ev pêk neyên tecrîda girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin.

Ji ber felsefeya Rêber APO ya jiyana azad, felsefeyek e ku rizgariya mirovayiyê bi giştî dihewîne, felsefeyeke ku li dijî hemû ferasetên paşverû yên ku ji hêla pergala desthilatdar ve têne meznikirin, têdikoşe. Dewlata tirkî ya dagîrker û bi alîkariya hêzên navneweyeyî, li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda giran dide meşandin.

Di 27’ê Tîrmeha 2011’an de hevdîtina parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re qedexe kirin. Piştre parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 22’yê Mijdara 2011’an de hatin girtin. Her wiha di 6’ê Cotmeha 2014’an de jî hevdîtina malbatê  hat qedexekirin. Di Nîsana 2015’an de jî hevdîtina Heyeta Îmraliyê jî hat qutkirin. Pê re “tecrîda mutleq” dest pê kir. Di encama dewamiya  berxwedana bi grevên birçîbûnê , parêzer 2’yê Gulana 2019’an çûn giravê. Herî dawî 7’ê Tebaxa heman salê çûn. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27’ê Nîsana 2020’an de bi rêya telefonê bi çend deqîqeya bi malbata xwe re axive ku ev axiftin di nivîde hat qutkiri û ji wê demê ve heta roja îro ti agahî jê nehatine wergirtin.

Derbarê tecrîda girankirî ya ku li ser Rêber Apo tê meşandin, Hevseroka Ofîsa têkiliyên derve ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Rohat Mele Xelîl, tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha dewamî da axaftina xwe: “Tecrîda li ser Rêbertiyê ne tiştekî nû ye, ev 23’ê salin ku ev tecrîd li ser tê meşandin. Ew di mercên pir zehmet de li ber xwe dide. Rêber Apo, Rêber û hêviya hemû neteweyên bindest e, lê mixabin di roja îro de ji ber tirsa ji ramanên wî, tecrîdek girankirî li ser tê maşandin.”

Rohat  da zanîn ku armanca tecrîdê ku dewleta tirkî dide meşandin, qutkirina rêbertiyê ji gelên azadîxwaz e û wiha domand: “Dewleta tirkî ya dagîrker, dixweza Rêber APO ji gelî wî û ji tevahî cîhanê qut bike. Bi vê yekê hewl didin pêşî li ber Raman û felsefeya Rêber APO bigirin. Ji ber ku felsefeya Serok APO felsefeyekî demokrat û aştiyane ye û mifteya çareseriyên pirsgirêkên herêmê ye.”

‘Rêber Apo bi paradîgmaya xwe bûye azadî û demokrasîxwaz ji bo gelên cîhanê’

Rohat anî ziman ku Hêzên kapîtalîst, desthilatdarên komploger, bi plangeriyekî navdewletî Rêberê gelê Kurd, dîl girtin û axftina xwe wiha domand: “Ev komplo di şexsê Rêber APO de, li ser gelê Kurd û gelên Rojhilata Navî ê hevpeyman û hewldana planên nû yên qirêj dewam dike. Hêzên kapîtalîst, bi armanca tinekirina nirxên civaka azad, wekhev û ji holê rakirina Modernîteya Demokratîk, komplo pêşxistin. Ev pergala ku êdî di sînorê hilweşandinê de dijî, ji bo temenê xwe dirêj bike ev komplo pêk anî. Rêber APO, bi pêşxistina berxwedana dîrokî, bi heqîqeta avakirina jina azad, civaka azad rastiya komplogeran pûç kir. Hêzên komploger, ji ber li hemberî berxwedan û tekoşîna mezin ya Rêber APO bin ketine, bi hêrs in û îro Rêbertiya me di nav tecrîdekî giran de digrin.”

‘Hêzên navneteweyeyî di sûcê tecrîde de hevkarin’

Hevseroka Ofîsa Têkiliyên Derveyî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk ( PYD) Rohat Mele Xelîl bêdengiya navnetewyeyî  şermezar kir û axiftina xwe wiha qedand: “Em êdî tu bangan li Neteweyên Yekbuyî û rêxistinên navneteweyeyî nekin. Ji ber ku ew ji gelên bindest re çav û gûhê xwe digrin. Em bang li hemû mirovahî û kesên aştîxwez dikin ku dengê xwe li dijî tecrîda li ser Îmraliyê bilind bikin, da ku ev sucê dijmirovî bi dawî bib”

Post Views: 36
ShareTweetPin

Herî Dawî

Piştî hilweşandina rêjîma Baas Sûriye di nav aloziyeke mezintir de dijî
NÛÇE

Piştî hilweşandina rêjîma Baas Sûriye di nav aloziyeke mezintir de dijî

10/06/2025
Gelo komên biyanî yên di nava HTŞ û Tirkiyê de amadekariyên derbeyê dikin?
POLÎTÎKA

Gelo komên biyanî yên di nava HTŞ û Tirkiyê de amadekariyên derbeyê dikin?

10/06/2025
Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.