Rojnameya Ronahî

Nisrînê xiyanet li xewn û xeyalên xwe nekir

Serbest Etê/Qamişlo

“Pêşiya xewna min girtin, berê min dan doktoriyê. Ez bûm doktor lêbelê xewn û heskirina min ya Rojnamevaniyê ji hişê min dernediketin û bi min re mezin dibûn. Bi riya NÛJINHA ev xewna min bû rastî”    

Mamoste: Şagirdno, dema hûn mezin bibin, hûn dixwazin bibin çi?

Helbet ev pirs bi tevayiya zarokan re derbas dibe. Zarok bi xewnên azad û bêsînor bersiva pirsa mamoste didin û paşrojeke bi heskirin ji xwe re hildibjêrin. Lê hêdî hêdî ev xewn ji mejiyê wan tê revandin û windakirin.

Xewnên zarokan tên dagîrkirin!

Ew zarokên ku bi heskirinê ber bi xewn û xeyalan ve diçin, li malbatê ku weke saziyeke perwerdeyê ya herî xurt e, mezin û perwerde dibin. Malbat pêşiya xewnên wan digirin û hişmendiyeke li gorî xwe di mejiyên wan de diçînin. Bi van astengiyan malbat xewnên wan dagîr dikin, dikin kole û dikujin. Jixwe dêbavan jî ev hişmendî ji pêşiyên xwe girtiye û di nava civakê de rehên xwe berdane. Di encamê de zarokên ku bi xewnên xwe dixwazin azad bijîn, êdî wê li gorî paşroja malbatê ji wan re diyar kirî, bijîn. Lê Nisrîn ne yek ji wan zarokan bû û got `Na`.

Xewna Nisrîn ya zaroktiyê..

Nisrîn Keleş (21) ji bajarê Qamişlo ye. Sala 2008`an bi malabata xwe re diçin Lubnanê û li bajarê Beyrûdê bi cî dibin. Nisrîn li wir diçe dibistanê û piştî  refa 12an bi pileyên bilind diqedîne. Pişt re derbasî fakûlteya tenduristiyê (Tib) beşa Neştergeriyê dibe. Piştî salekê ji ber rewşa Korona, digel xwendina xwe, li nexweşxaneya Aemrîkî wek alîkarê doktorê Neştergeriyê, dest bi kar dike.

Nisrîn wan rojan tîne bîra xwe û wiha ji me re vedibêje: “Malbata min dixwest zarokên wê bibin doktor, mamoste, parêzer û hwd. Lê di hişê min de xewneke min ya zaroktiyê hebû. Bi xewna ku ez bibim rojnamevan min li dinyayê dinêriya û mezin dibûm. Dema min di tv`yan de pêşkêşvan didîtin min xweziya xwe bi wan dianî û dixwest weke wan tev bigerim. Heta xeyalên min berî min mezin dibûn û min xwe bi mêvanan re li ser ekranên TV didît.”

Xewna wê di mejiyê wê de destgîr kirin!

Nisrîn li ser riya jê re hatî hilbijartin wiha axivî: “Xwesteka dayîka min ji ya min cuda bû. Wê dixwest bibim bijîşk. Ji bêçaretî min xwesteka wê pêk anî. Piştî çûm zanîngehê hêdî hêdî heskirina xwendina ji min re hatî hilbijartin, çêbû. Bêguman destpêkê min zehmetî dîtin, pirtûk û projeyên xwendinê ne hêsan bûn û zexteke mezin hebû. Lê tevî wê min armancên xwe zelal kirin û xwendina xwe bi rêxistin kir. Dibe ku ev jî weke qebûlkirina rewşa heyî be, lê ne xewn û xwesteka min bû. Eger niha dem vegere ezê xewndina ragihandinê hilbijêrim.”

Nisrînê xwena xwe ya winda jinûve dît

Nisrînê, ku tevî malbata xwe sala 2021`ê ji Lubnanê vedgerin bajarê Qamişlo, çîroka xwe ya nû wiha anî ziman: “Piştî em vegeriyan carekê mêvanên me hatin. Di nava axaftinê de ji min re digotin, Doktor Nisrîn. Min ji wan re got, doktorî xwesteka dayîka min bû, xwesteka min ya berê û heta niha jî ragihandin e. Yekî ji wan ji min re got, eger ez ji te re bêjim derfeteke ragihandinê ji bo te heye tuyê bikî? Ez matmayî mam, xewna winda jinûve dihat ber çavên min û dibû rastî. Wê demê ji bo beşa erebî pêdiviya Ajansa Nûçeyan NÛJINHA bi nûçegihanan hebû û min berê xwe de ajansê.”

9 meh in Nisrîn li bajarê Qamişlo nûçegihana NÛJINHA ye û li ser tecrûbeya xwe wiha axivî:  Ez vî karî bi heskirin dikim. Herwisa dibînim ku ev pîşe ji milê armanc û peyaman ve ne dûrî tenduristiyê ye. Di her du pîşeyan de jî mirov rastî astengiyan tê û divê karekî zelal bike. Di karê ragihandinê de hem di qada civakî de hem aliyê pîşeyî de destpêkê min pir zehmetî kişand. Lê hêdî hêdî min ev zehmetî derbas kirin û di karê xwe de serwext bûm.

`Ezê bibim peyamnêra rastiya têkoşîna jinê`

Nisrîn diyar kir ku destpêkê agahiyên wê li ser NÛJINHA tinebûne. Di perwerdeyê de ajansê nas dike û wiha got: “Dema min nas kir ku ev ajanseke taybet ya jinê ye, ez hizirîm û min ji xwe re wiha got `Ev der qada te ye, qada xebata te ye`. Jixwe dema ez li derveyî welat, min li ser rewşa Rojava agahiyên rast nedigirin. Bi taybetî li ser rewşa jinê, rol, ked û xebata wê. Bi vegera welat re ev rastî hatin dîtin. Ev jî ji min re di karê ragihandinê de bû piştgirî. Ji ber wê bi pênûs û kamereya xwe ezê bibim eynika rastî û têkoşîna jinê. Ezê bi tevayiya hêza xwe bibim peyamnêra vê rastiyê.

`Li pêşiya xewnên zarokan nebin asteng`

Nisrînê herwisa teqez kir ku wê erkê xwe yê mirovî yê tenduristiyê jî bidomîne û bi vê peyamê daxwazî ji malabatan kir: “Mixabin gelek malbat li pêşiya zarokan dibin asteng paşrojeke li gorî xwe bi ser wan de disepînin. Ev jî pir xerab e. Lewra eger mirov bi heskirin jiyana xwe hilnebijêre wê ti carî bi ser nekeve. Ez bi hêvî me ku malbat bi hilbijartin û xeyalên zarokên xwe re alîkar bin û red nekin.”