Mihemed Xanim/Qamişlo
Farûq Tozo got, tecrîda li ser Rêber Apo, tecrîda li ser mirovayiyê ye. Lewra di sedsala 21’ê de fikrê li dijî sîstema desthilatdar ya kapîtalîst, fikrê Rêber Apo yê Neteweya Demokratîk e.
Rêber APO 23 sal in li Girava Îmralî di tecrîdê de ye. Ev çend sal in dagîrkeriya tirkî nahêle parêzer û malbata wî bibînin. Dewleta dagîrker di kesayeta Rêber APO de, gelên azadîxwaz jî dike amanc.
Têkildarî tecrîda giran ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdulh Ocelan û kiryarên dagîrkeriya tirkî yên li dijî mafên mirovan, Hevserokê Mala Êzîdî ya li Herêma Cizîrê Farûq Tozo, ev nirxandin kir: “Tecrîda li ser Rêber Apo, mirov dikare bêje tecrîda li ser mirovayiyê ye. Lewra di sedsala 21’ê de fikrê li dijî sîstema desthilatdar ya kapîtalîst, fikrê Rêber Apo yê Neteweya Demokratîk e. Ji bo wê dewletên hegemon, Rêber Apo dîl girtin û radestî dewleta tirkî ya faşîst kirin. Lê dîsa jî nikarîn pêşî li belavbûna pergala wî bigirin. Vê carê dest bi tecrîda girankirî kirin.”
‘Gelê Kurd li dora felsefeya rêbertiya xwe kom bûye’
Tozo bal kişand ser pergala Rêber Apo ya bi parêznameyên xwe li seranserê cîhanê belav kirî û gotinên xwe anîn ziman: “Rêber Apo pergala xwe ya Neteweya Demokratîk bi riya pirtûkên xwe bi gel da nasîn û bi van pirtûkan çavê gelên cîhanê gişan vekir. Rojbiroj felsefeya wî li cîhanê dibe modela jiyana azad. Rêber Apo bû hêviya tevayiya gelên azadîxwaz.”
‘Dewleta tirkî ji hevdîtina bi Rêbertiyê re ditirse lewre Rêber Apo Kurdên azad afirandin’
Tozo da zanîn ku armanca dagîrkeriyê têkbirina fikrê azad e û axaftina xwe wiha domand: “Dewleta tirkî ji hevdîtina bi Rêbertiyê re ditirse. Lewra eger hevdîtin were kirin wê perspaktîfên Rêbertiyê hem ji bo gelê Kurd, hem ji bo tevayiya gelên azadîxwaz derkevin pêş. Civaka azadîxwaz û demokratîk tev serkeftina xwe di fikrê Rêber Apo de dibînin û ev jî ji bo faşîzma desthilatdaran metirsiyê çêdike. Ne dewleta tirkî tenê, dewletên hegemon jî giş ji vî fikrî ditirsin. Ji ber wê destekê didin dewleta tirkî. Armanca wan ji vê rakirina fikrên azad e. Lê Rêber Apo bi gelên azadîxwaz re ev plan bêbandor kir. Berxwedana Rêber Apo li Îmralî li hemberî vê sîstemê dimeşîne, ji bo gel bûye hêviya herî mezin ya serkeftinê.”
‘Azadiya Rêber Apo, azadiya 50 milyon Kurdî ye’
Hevserokê Mala Êzîdiyamn ya Herêma Cizîrê Frûq Tozo, bang li gelên azadîxwaz kir ku li Rêber Apo xwedî derkevin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo şkandina tecrîda li ser Rêbertiyê, divê em bikarin fikir û felsefeya wê di tevayiya jiyana xwe û di sîstema xwe de pêk bînin. Ji bo ku em Rêberê xwe ji nava çar dîwaran derxin, divê 24 saetan em di nava kar û xebatê de bin. Azadiya Rêber Apo, azadiya 50 milyon Kurdî ye.”





