Rojnameya Ronahî

Şerê Ukrayna mecbûrî bû?

Zekî Bedran

Putîn biryara êrişa ser Ukrayna da û dagîrkeriyê dest pê kir. Çavê dinyayê tevê li ser vî şerî ye. Sedema ku evqas ketiye rojeva dinyayê ne êriş ser Urrana yan jî neheqî ye. Amerîka di asteke pir jor de welatên Ewropa ber bi yek helwestê ve birin. Rêveberên van welatan li dû hev daxuyaniyan didin û dibêjin û li dijî Rûsya biryaran didin. Ambargoya aborî ya li hemberî Rûsya her ku diçe firehtir dibe û di asteke pir jor de çekan didin Ukrayna.

Eger Amerîka û Ewropa Ukrayna xistibûna nava NATO Rûsya nikariya êriş bikiyê. Lê nekirin. Ku krîz kûr bû gotin, em nikarin li hemberî Rûsya şer bikin leşker bişînin. Di destê wan de ambargoya aborî dima. Wisa xuya dike ku Pûtîn ev hesab kiriye. Piştî ku ambargo da ber çavê xwe wê Ukrana li meydana şer tenê bima. Çawa ku wisa jî bû.

Rûsya got, xistina Ukrayna ya nava NATO xeta sor e. Welatên Ewropî dikariyan di vê mijarê de krîzê kûr nekin. Lê nekirin. Pûtîn jî ne mecbûr bû ku ketina Ukrayana ya nava NATO mijara manûnemanê bibîne. Piraniya cumhûriyetûn Yekîtiya Sovyetan ketibûn NATO. Ewropa yan jî NATO nikariyan Rûsya dagîr bikin. Berî niha jî Napolyon heta ber deriyê Mosko çûbû. Hîtler Stalîngrad dorpêç kir. Di encamê de her du jî bin ketin. Rûsya welatekî mezin e.

Pûtîn ne di eniyeke cuda de bû. Wî jî weke dewletên Rojava kapîtalîzim neqandibû. Dikariya di nava sîstema kapîtalîst de bi pêşxistina aborî û demokrasiyê têkiliyên bi cumhûriyetên Sovyetan yên berê ve bidomîne. Jixwe di serî de Almanya, bi welatên Ewropa re di nava têkiliya aborî û bazirganiyê de bû. Di qada çand, aborî û dîrokê de têkiliya wê ya bi welatên Sovyetên berê re xurttir bû. Sîstemên wan hevbeş bûn. Qutbûna wan ji hev bi tevayî zehmettir bû. Lê Pûtîn ev rê hilnebijart. Bi bikaranîna hêzê domandina dijberiyê neqand.

Ku em bêjin welatên Rojava êrişa ser Ukrayna neheqî dibînin û bi hawara wan ve dibezin, şaş e. Eger wisa bûya wê li gelê Filistînê xwedî derketibûna. Bi sedê salan e Kurd diperçiqin û qirkirin li ser wan tê meşandin, ku wisa bûya diviya alîkariya wan jî bikin. Lê tersê wê piştgiriya dewleta tirî ya qirker dikin. Em li Sûriyê binêrin. Dewleta tirkî bi êrişa herî giran ya hewayî 58 rojan êrişî Efrînê kir. Welatên Rojava lê temaşe kirin. Tev jî di koalisyonê de bûn û li Sûriyê bûn. Kurdan jî bi wan re şerê DAIŞ`ê dikir. Di wan rojan de paytexta DAIŞ`ê ketibû. Xelata Kurdan bû kuştina bi destê dewleta tirkî û koçberkirina wan. Amerîka got, hêzên me li rojavayê Firatê nînin, ji ber wê em nikarin tiştekî bikin. Rûsya jî qada hewayî ji Tirkan re vekir û bû şirîkê dagîrkerî û komkujiyan.

Dema Tirkan li rojhilatê Firatê êriş kir Amerîka nikarî bêje hêzên me li wir nînin. Piştî lihevkirina bi Erdogan re, Trumap leşkerên xwe ji sînor kişandin û rê da dagîrkirinê. Şirîkatî kir. Ji Kurdan re jî çîroka, Tirkiye endama NATO ye em nikarin şerê wê bikin gotin. Kurdan negot ji bo me şerê Tirkan bikin. Dixwestin em hevkariyê bi Tirkan re nekin û qada hewayî venekin. Ser deh hezarî re şervanên QSD`ê yên li hemberî DAIŞ`ê şer kirîn bi destê dewleta tirkî dan kuştin.

Çawa ku tê dîtin derdê hêzên serdest ne gelên bindest yan jî hiqûq e. Derdê wan berjewendiya wan e û ji o wê dikarin gelan bi hev bidin qirkirin. Niha Amerîka û Ewropa dibêjin em çekan ji Ukrayna re dişînin. Lê ya wêran dibe Ukrana ye. Yên dimirin ew in. Depoyên Rojavayiyan tijî çek in. Ji bo şirketên çekan kar derdixin. Ukrayna diroxe, Rûsya lewaz dibe. Ji niha ve tişta dibe ew e ku yên ji vî şerî sûdê bigirin hêzên Rojavayî ne.

Bêguman Pûtîn hesabê gelek tiştan kiriye. Lê di şer de her tişt li gorî hesabê hatî kirin nameşe. Di vê sedemê de hêzên serdest çiqas çekên propagandayê di destê xwe de bigirin jî nikarin gelan tevayî bixin binê kontrola xwe. Bi taybetî di vê serdema înternetê ne nikarin vê bikin. Di destê her kesî de telefon heye. Agahî pir bilez li dinyayê belav dibin. Yên hesab dikin ku wê hêz û wijdana gelan bloke bikin wê winda bikin. Yên li welatên xwe rejimên destpotî ava kirîn jî nikarin gelen bi tevayî kor û kerr bikin. Niha tê dîtin ku gelên dinyayê bi giranî li hemberî şer helwesta xwe diyar kiriye û li meydanan bertekên xwe nîşan didin.

Yên weke Pûtîn li welatên xwe çiqas êrişî alîgirên aştiyê bikin bila bikin, wê nikaribin gelên dinyayê bêdeng bikin. Yên herî zêde ji bo heq, hiqûq û paşrojê hêviyê didin jî hestên gelan yên edalet û daxwaziya aştiyê ne. Di vî şerî de wê ne Ukrayna tenê zererê bibîne. Wê Rûsya jî birîndar bibe û Pûtîn wê nikaribe bi kulma hesin împaratoriyeke nû ava bike. Ev şerê di navbera hêzên serdest de çiqas zû bê qedandin wê ji bo gelan ewqas baş be.