Rojnameya Ronahî

`Emê bi çandina daran xwezaya herêmê xweş bikin û zanista gel pêş bixin`

Darîn Silê/Qamişlo

Bi armanca xweşkirina xwezayê û şînkirina bajar û gundên herêma Cizîrê, Rêveberiya Herêmê ya Ekoloji ya Herêma Cizîrê, dest bi projeya çandina daran kiriye. Elî Ereb got, ev proje wê bajarekî ji şînkayiyê ava bike û cihê ku şînkayî lê hebe hem hewaya herêmê paqij dike, hem derûniya mirovan rehet dike.

Yek ji projeyên herî girîng û herî pêwîst şînkirina derdor û çandinî ye. Çimkî bingehê jîngehê yê bingehî ye. Di Heman demê de bedewiyê dide xwezaya jiyanê û qirêj û tozê jî kêm dike.

Bi armanca xweşkirina xwezayê û şînkirina bajar û gundên herêma Cizîrê, Rêveberiya Herêmê ya Ekoloji ya Herêma Cizîrê, dest bi projeya çandina daran kiriye.

Derbarê mijarê de Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Ekolojîk ya herêma Cizîrê Silêman Elî Ereb da zanîn ku gelek bajar û gundewarên herêma Cizîrê kêmdar in, ji ber wê xwestine vê projeyê pêk bînin û gotina xwe wiha domand: “Ev ji bo civakê gaveke baş e. Emê şitlên daran li tevayiya bajar û gundewarê herêma Cizîrê biçînin. Wek desteya Ekolojîk, me 150 hezar dolar ji bo projeya çandina daran veqetandine. Gava yekê ji vê projeyê li bendava mizgeftê di 24`ê Sibatê de dest pê kir.”

`Armanc berfirehkirina cihên şînkayî û xurtkirina çanda civakê ye`

Silêman da xuyakirin ku armanca wan ji vê projê ew e ku cihên şîn li ser erdê berfireh bikin, da ku civak jî li xwezaya derdorê xwedî derkeve û wiha domand: “Ev proje wê di milê xwezaya herêmê de guhertineke pir mezin çêke û çanda civakê jî xurttir bike. Em dixwazin bi çandina daran, bandorê li xwezayê bikin û rewşa hewayê biguherînin. Herwiha asta zanistê di nava gel de pêş bixin, da ku em bikarin daran biparêzin, biçînin û av bidin; em û civak bi hev re emê vê projeyê bi ser bixin.

Silêman diyar kir ku cara yekê ye projeyeke bi vî rengê stratejîk tê çêkirin û axaftina xwe wiha domand: “Wê projeya me li ser asta herêma Cizîrê pêk were. Wê li kantona Qamişlo û Hesekê dar werin çandin. Em bi hêvî ne heskirina çandina daran di nava civakê de mezin bibe, da ku em jiyaneke candî bi hev re bijîn.”

Silêman Ereb da xuyakirin ku darên werin çandin wê li gorî hewaya herêmê bin û got, du cureyên şitlên daran hene, darên sêhr û yên bêhr; yên bêhr weke zeytûn, hinar, mişmiş, behîv, fisteq, menga, şeftelî, xox û xurme û yên din jî tev sêhr in ji bo bedewiyê ne. Emê hewl bidin ku piranî darîn sêhr biçînin. Çimkî temenê wan dirêje û xwşikbûnê didin xwezaya herêmê.

`Divê gel piştgiriya projeyê bike`

Silêman got, yê herî zêde sûdê ji vê projeyê digire gel e. Ji bo wê jî divê yê herî zêde li projeyê xwedî derkeve gel be. Çimkî eger em daran biçînin û gel li wan xwedî dernekve wê dar bimirin û em nagihîjin armanca xwe. Ev proje ji bo gel e, divê gel jî piştgiriya projeyê bike.

Hevserokê Desteya Rêveberiya Ekolojîk ya herêma Cizîrê Silêman Elî Ereb, di dawiya axaftina xwe de bang li civakê kir ku li xwezaya xwe xwedî derkeve û got, ez bi hêvî me tevayiya gelê me yên li bakur û rojhilatê Sûrî, derdora xwe paqij bike û daran biçînin. Herwiha herêma me bi gul û rîhanan were xemilandin û xwezaya wê geş bibe. Da ku em jiyaneke çandî ava bikin.