Rojnameya Ronahî

Rêber APO ji bo gelan hêviya azadiyê û jiyana demokratîk e

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Welatiyên bajarê Qamişlo tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kirin û diyar kirin ku bi felsefeya Rêber Apo gelê Kurd xwe ji koletiya desthilatdaran rizgar kir, herwiha dan xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan bûye pêşengê gelên azadîxwaz.   

Bi armanca şkandina vîna gelên Rojhilata Navî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 15’ê Sibata 1999’an bi komployeke navneteweyî dîl hat girtin û ji aliyê hêzên komploger ve radestî dewleta tirkî ya faşîst hat kirin. Rêber Ocalan ev 24 sal in li Girava Îmralî tê tecrîdkirin. Ev çend sal in dagîrkeriya tirkî nahêle parêzer û malbat wî bibînin. Herwiha dewleta dagîrker di kesayeta Rêber APO de, gelên herêmê dike amanc û di qirkirinê de derbas dike.

Welatiyên bajarê Qamişlo tecrîda giran ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocelan şermezar kirin û ji gelê Kurd xwestin ku ji bo azadiya rêberê xwe dengê xwe bighînin her devera cîhanê.

‘Rêber APO, gelek qehreman û berxwedêr afirandin’

Jina bi navê Emîra Ebdo tecrîd şermerzar kir û diyar kir ku armanc ji tecrîdê şkandina vîna gelên Rojhilata Navî ye û wiha got: “Rêber Apo ne ji bo gelê Kurd tenê, di serî de li Rojhilata Navîn, ji bo tevayiya gelan rêberê azadiyê ye. Ji bo gelan hêviya jiyana demokratîk û hevpar e. Tecrîda li ser rêbertiyê êrişa li ser paşroja azadiya gelan e. Dewleta tirkî ya dagîrker ji fikir û ramanên rêbertiyê ditirse.”

Emîra da xuyakirin ku wê ti hêz nikaribin gelê Kurd ji Rêber Apo qut bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Lewra hêz û felsefeya Rêber Apo di nava gelê Kurde de hatiye pêşxistin û bûye hêviya jiyanek azad. Ji ber wê ti hêz nikarin derbê li vê rastiyê bidin û gel ji Rêber Ocalan qut bikin. Dewleta tirkî ya dagîrker dixwaze bi tecrîdê fikir û ramanên rêbertiyê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navî asteng bike. Ji ber wê bang li gelê Kurd dikim ku ji bo azadiya Rêber Apo bi ruhê seferberiyê rabin û li roja xwe xwedî derkevin.”

Xwedîderketina li rêberê xwe, xwedîderketina li çand û dîroka xwe ye

Welatiyê bi navê Ismaîl Hac jî, tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir û wiha dewamî da axaftina xwe: “Felsefeya jiyana azad û pergala Neteweya Demokratîk ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye danîn, her ku diçe ji aliyê tevayiya gelan ve pirtir tê pejirandin. Rêbertiyê ruh û îradeyeke azad ku nayê şkandin ava kiriyê. Ji roja komployê heta niha hewl didin Rêberê me tine bikin. Lê wê bi ser nekevin, lewra rêberê me xwediyê fikir û îradeyeke azad e.”

Ismail Hac bang li gelê Kurd kir ku ji her demê pirtir li rêberê jiyana azad xwedî derkevin û axaftina wiha qedand: “Xwedîderketina li rêberê xwe, xwedîderketina li çand û dîroka xwe ye. Ji gelê Kurd tê xwestin ku li dijî faşîzmê berxwedanê fireh bike. Ji bo şkandina tecrîda li ser Rêbertiyê, divê em bikarin fikir û felsefeya wî di tevayiya jiyana xwe û di sîstema xwe de pêk bînin. Ji bo ku em Rêberê xwe ji nava çar dîwaran derxin, divê 24 saetan em di nava kar û xebatê de bin. Azadiya Rêber Apo, azadiya 50 milyon Kurdî ye.”