Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bandora şerê Ukrayna

02/03/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Xweserî û xwelîserî
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Hema di serî de, ev ne şerekî di navberaa Rûsya û Ukrayna tenê de ye. Yekser di navbera Rûsya û Amerîka de ye.

Herwiha mirov dikare bêje di navbera du eniyan de ye; yek, eniya DYE, YA, NATO û hwd, dudu; eniya Rûsya, Çîn, Îran, Nîkaragua û hwd. Dikare were gotin; êdî cenga cîhanê ya 3. germtir dibe.

Bêguman di her bûyerê de, pêşî her kes bala xwe dide ka gelo bandora wê çendîn li ser welatê me, têkoşîn û jiyana gelê me heye? Jixwe li cîhanê, bi zanistî-diyalektikî jî têkiliya bûyeran tevan bi hev re heye.

Li gorî serdemê û dewletên yekser têkildarî şerê Ukrayna ne, hema mirov dikare bêje; ne yekser be jî, di asta yekê de û bi giranî bandora xwe li welat û gelê me dike.

Her du dewletên, serkêşiyê hum li vê bûyerê hem li siyaseta cîhanê dikin, bi taybetî li Rojava û Başûrê Kurdistanê, yekser bibandor in.

Li gel van dewletên sereke, dewleta Tirkan jî yekser têkildarî Ukrayna û bi giştî Kurdistanê yê.

Di her şer û cengê de, hinek dewlet kêm, hinek jî zêde zerar û ziyanê dibînin. Dibe ku ji hinek aliyan ve hinek dewlet ji yên din serkeftîtir bin, lê bi gişti, kêm-zêde her alî derban dixwe.

Di vî şerê Ukraynayê de jî, hema ji niha ve aliyê qezenc kirî nîne, hemê di zerar û ziyanê de ne.

Hinek şîrove hene dibejin “dibe ku dewleta Tirkan, vî şerî ji xwe re fersend bibîne û zêdetir êrîşî Rojava û Başûr bike”!

Dibe ku bêje “Rûsya û Amerîka li Ukrayna bi hev ketine û” û êrîşan girantir bike.

Lê, nexêr ev pêşbînî pir lawaz e û dibe şaş be. Lewra ev dewlet berjewendên xwe yên ti deveran ji bîr nakin. Herwiha dewleta Tirkan jî, di nava heman aloziya van dewletan de ye û heta mirov dikare bêje, ji hinek aliyan ve, ji wan zêdetir tengav e û bêçare ye.

Ji ber ku xwedêgiravî “bêalî ye” û her du dewletan û cîhanê dixapîne! Hem ewqas SÎHA û Bayraktar TB2 dide Ukrayna û di şer de pesindariya van firokeyên xwe yên kujer dide hem “bêalî ye” û tew navcîtiyê jî dixwaze! Herwiha jibo geştiyên cengê yên DYE derbasî Deryareş bike, hewl dide pê li Peymana Montro jî bike. Û Rûsya te nabîne he?

Êdî ew hevkariya Rûsya, Tirkiye û Îranê jî têk çû. Jixwe li gelek welatan hatibûn dijberî hev. Piştî vê bûyerê, êdî wê pirtir li Rojava û Başûr, bi giştî li Suriye û Iraqê jî nakokiyên wan dijwar bibin.

Heta niha Rûsya û DYE, bi giştî li Rojhilata Navî, bi taybetî li ser Rojava û Başûr li hev hatibûn. Herwiha Îran jî di nav de li gel Tirkiyê jî li hev kiribûn.

Lê li ser rêveberiya Bexdayê jî nakokiyên Tîrkiye û Îranê gelek dijwar bûne. Ji destêwerdana Tirkiyê gelek hêrs bûye û General Ismail Kaanî şand Bexda û Hewlêrê, hilbijartina Serokkomariyê da rawestandin. Xaza xwezayî li ser Tirkiyê qut kir. R.Erdogan, ji naçarî xaz ji Nêçîrvan Berzanî xwest!

Di encamê de, bi giştî destê van dewletên mijara gotinê, lawaz bûue. Lewma, ji wê pêşbîniya êrîşan pirtir, pêşbîniya ji berê pirtir hewcedarî Tevgêra Gelê Kurdistanê bibin ketiye rojevê. Helbet dîsa jî hosteyî û hişyarî divê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.