Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ukrayna….Desthilanîn fereca xêrê ye

02/03/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Kopya Libiya wê li Sûriyê jî pêk were!
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Ev çend roj in şerê di navbera Rûsya û Ûkrayna rojeva cîhanê de ye û her kes bi baldarî dişopîne. Di roja yekê û duduyan yên êrişa Rûsya de, NATO û Yekîtiya Ewropa (YE) ti gavên berbiçav ji bo parastina Ukrayna neavêtin. Berûvajî wê, daxuyanî û kirinên wan Rûsya sor dikirin ku êriş bike. Tedbîrên wan jî di asta daxuyanî û cezakirina aborî tenê de man.

Rayedarên Rûsya bi taybetî Pûtîn hesab dikirin ku wê di nava rojek yan 2’an de hêzên wî bi hêsanê xwe bighînin paytext Kiev û dawî li Hikûmeta Volodymyr Zelensky bînin. Li şûna wî alîgirên xwe bi cih bike, paşê hêzên xwe vekişîne û weke sîstema Belarûsya wekîlên xwe li Ukrayna serwer bike.

Di her du rojên destpêkê de piraniya kesên şerê li wir dişopandin jî wisa texmîn kirin. Lê hikûmeta Volodymyr Zelensky û artêşa wî planeke din amade kiribûn, destpêkê rê dan ku hêzên Rûsya bi hêsanî pêş ve herin, paşê kemîn danîn û bi hejmareke mezin kerwanên leşkerî yên Rûsya roxandin. Ji dîmenên hatîn belavkirin, diyar dibe Rûsya ketiye xefka Ukrayna û niha dema danûstandin qebû kiriye, hewl dide jê derkeve.

Piştî vê rewşa behsa mijarê nerîna hevkar û alîgirên Ukrayna jî hatin guhertin û welat li pey welatan dest bi şandina çekan û alîkariya ji Ukrayna re kirin. Di heman demê de cezayên li ser Rûsya hatin zêdekirin.

Di vir de jî diyar dibe wê di demên pêş de guerhtinên din çêbin. Her çenda Ukrayna hevkara dewleta Tirkan be û dibe em Kurd bi wî çavî binêrin, lê berxwedana wan ya li dijî Artêşa Rûsya hêja ye mirov behsê bike. Di vir de jî gotina bapîrê min ku digot “Desthilanîn Fereca Xêrê ye” hat bîra min. Li ber xwe didin û bi encama wê jî hiştin Rûsiyaya di destpêkê de ji wan dixwest teslîm bibin, hesabê xwe biguherîne.

Li aliyê din jî berxwedana Ukrayna ne Rûsya tenê tengav kiriye, dewleta Tirkan ku ji roja destpêkê ve dixwaze dengeyekê di nabera Rûsya û Ukayna, her wiha hevarkên wê NATO de çêke, tengav bûye. Niha diyar bû wê şerê li wir dirêj bibe. Ev jî wê bandoreke mezin li aboriya Tirkan bike. Herwiha wê wan mecbûr bike aliyê xwe diyar bike. Tişta vê zêdetir diyar dike, li ser saziyên ragihandinê belav bûye ku Rûsya wê çekdarên ji Sûriyê, bixe şerê li Ukrayna, di heman demê de serokê Ukrayna jî da xuyakirin ku wê pêşwaziya çekdarên biyanî ku alîkariya wan bike, bikin. Di vir de jî diyar dibe wê şerê bi hêsanî neqede.

Îcar ji ber ku hêzên di şerê li Ukrayna de beşdar, li ser xaka Sûriyê hene, ne pir nêz be jî wê di demên pêş de guhertin di aloziya Sûriyê û hevsengiyên heyî de çêbe. Li ser wî esasî ji pêwîstiya bakur û rojhilatê Sûriyê bi beladarî û hesasiyeta demê heye. Li gorî xua dibe guhertinên mezin ji nişka ve li Sûriyê jî pêk werin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.