Rojnameya Ronahî

‘Pergala PKK’ê çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navî ye’

Jiyan Ebas-Qamişlo

Semîra Mihemed: Ji her mirovê xwedîexlaq û xwedîwijdan tê xwestin ku piştgiriya PKK bike. Lewra ji bo tevayiya mirovayiyê berxwedanê dike.

Tevgera azadiya Kurdistanê PKK, di serdemekê de ku gelê Kurdistanê li ber tinebûnê bû, bi pêşengiya Rêber APO û çend hevalên wî derket holê. Gelê Kurd hêviya xwe ya azadiyê ji dest dabû û her ku diçû pirtir diket tariyê. Bi derketina tevgera APOYÎ re, rojbiroj ronahî çêbû û li cem gelê Kurd hêviya azadiyê xurttir bû. Di serî de ked û hewldana Rêber APO ku jiyana xwe tev da vê têkoşînê, xeteke azadiyê ya serbixwe ku êdî qet bin nekeve, afirand. Dewletên emperyalîst ji bo têkbirina vîna gelê Kurd û tavayiya gelên herêmê yên bindest û berjewendiyên xwe, sala 1997`an PKK xistin lîstiya rêxistinên terorîst.

Li ser neheqiya dewletên serdest û emperyalîst û girîngiya derxistina navê PKK`ê ji lîsteya rêxistinên terorîst, ji bo gelê Kurd û tavayiya mirovayiyê, endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Semîra Mihemed diyar kir ku piştî 43 salan ji xebat û têkoşînê ya li dijî sîstema Kapîtalîst ya cîhanî, PKK bû yek ji rêxistinên sosyalîst û tevgerên azadîxwaz yên herî xurt û wiha axaftina xwe dewam kir: “Jixwe ya PKKê ji rêxistin û tevgerên din cuda dike, ew e ku pirsgirêkên civaka Kurd û yên Rojhilata Navî di koka wan de çareser dike. Di demekê de ku cîhan li heman pisgirêkan wek pirsgirêkên bêçareserî temaşe dike, li seranserê dinyayê mirovayî ji ber van pirsgirêkan dinale û ev sîstem ji bo çareseriyê ti hewldanan nake, tersê wê bi siyast û kiryarên xwe wan kûrtir dike. PKK van pirsgirêkan analîz dike û ji bo qeyranên ekolojîk, pirsgirikên jinê û nedemokrasiya li cîhanê çareseriyên bingehî derdixe hole.”

Semîra Mihemed herwiha da xuyakirin ku ji ber fikirê PKK`ê yê çareseriyê ku berjewendiyên sîstema kapîtalist dixe xeterê û azadiya gelan misoger dike, rastî êrişên herî qirêj tê.

Semîra wiha domand: “Ev êrişên dijwar yên ser PKK`ê ji aliyekî ve nîşan didin ku alternatîfeke rast e. Lê ev êriş ne li Tirkiyê tenê, li seranserê cîhanê bi destê desthilatê bi rengên cuda li hemberî PKK`ê tên kirin. Lewra pergala kapîtalîst ya li dinyayê serdest, bi taybetî hêzên li dijî azadiya jinê û demokrasiyê hebûn û têkoşîna PKKê ya bi pêşngiya jina azad ji bo xwe xeter dibîne. Di heman çarçoveyê de jî tecrîda li ser Rêber Abullah Ocalan tê wateya tecrîdkirina van fikran.”

“Bê PKK’ê pirsgirêka gelê Kurd çareser nabe”

Semîra da xuyakirin ku bi xistina PKK`ê ya `lîsteya terorê` dixwazin gelê Kurd bê tinekirin û axaftina xwe wiha dewam kir: “PKK tevgereke berxwedanê ye û ji bo parastina gelê Kurd ji hovîtiya dewleta tirkî derketiye holê. Eger PKK wek rêxistineke terorîst bê binavkirin, ev inkarkirina bi milyonan kesan e ku li dijî terora dewleta tirkî têdikoşin. PKK ji bo tevayiya gelên azadîxwaz berdêlan dide û li ser bingehê nirxên mirovayiyê projeyeke nû pêşkêş dike. Tevî bêdengiya civaka navneteweyî, divê li hemberî vê pêkanîna neheq, gelên azdîxwaz bêdeng nemînin.”

‘Dewletên serdest mafên gelê Kurd yên siyasî, civakî û çandî binpê dikin’

Semîra Mihemed bal kişand ser neheqiya xistina tevgera azadiyê ya lîsteya terorê û wiha got: “Dewletên kapîtalîst ji bo berjewendiyên xwe û xweşkirina dilê Tirkiyê PKK xistine lîsteya terorê. Dewletên serdest ji mêj ve mafên gelê Kurd yên siyasî, civakî û çandî binpê dikin. Gelê Kurd tevî ku nizî 50 salan e li çareseriyeke demokratîk û aştiyane digere, mexdûr dibe. Gelê Kurd di bazarên dîplomatîk yên li gel dewleta tîrkî ya faşîst de, her tim ji bo bendewariyên siyasî, berjewendiyên aborî bûye qurban. Lê ev rewş wiha dewam nake.”