Rojnameya Ronahî

Kurdî ketiye binê bîreke bêbinî

 Sîpan Şînda

Li aliyê me meseleyek weke pêkenok di nava gel de tê gotin. Dibêjin şevekê leşkerên romê diçine gundekî û li ser malekê de digirin. Di wî heyamî de ji kêm kesan tirkî dizanî. Heke keyxwêyan ji leşkeran çend gotin bigirtan da ku xwe ji wan biborînin xera Xwedê bû. Yan jî ne ti kesê pêdivî bi tirkî hebû û ne jî extûbar bi tirkî dikirin. Leşker dibînin ku nikarin bi xwediyê malê re peywendiyê daynin. Dibêjin ka herin bangî keyxwê bikin bila bê vêdê. Yek diçe mala keyxwê û jê re dibêje eve leşker hatîne li ser mala me de girtîne û gazî te dikin. Keyxwê yê reben jî ditirse, lê belê bivênevê diçe. Çend gotinan dibêje û tirkiya wî jî xelas dibe û keyxwê tê re dimîne asê. Xwediyê malê jî li hêviyê ye ku keyxwê berdevkiya wî bike û her dibêje ez bê guneh im. Lê belê keyxwê nikare wergerîne tirkî. Mêrik dibêje ka tu çima ji leşkeran re nabêjî? Keyxwê jî dibêje, mala te Xwedê ava kirî, ma ka ezê vê şêvreşê çawa Kurdî û Tirkî ji hev cuda bikim. Ma ku tu bî tê bi karibî di vê tariyê de ji hev derxî. Ev mînakên wiha di nava gel de gelek in.

 Lê mixabin îro ev rewş li bakûrê Kurdistanê berûvajî vediguhere û heke rewş halê dewam bike hetanî çend salên din wê kesek bi kurdî biaxive li bakurê welêt nemîne. Her çenda hinek kesên xemxurên ziman û çend sazî di vî warî de di nava keft û leftê de ne û dikin qîr û hawar jî, lê belê tişta xuya dike Kurd hema li ber kamêrayê bi Kurdî diaxivin û piştî kamêra tê girtin kurdîaxaftin jî diqede. Ji bona zarokên Kurdan li bakurê Kurdistanê waneyên bijarte hilbijêrin gelek kesan û çend dezgehên Kurdan qederek hewldan kirin di vî warî de. Lê belê ez nizanim ka ev gihîşte çi encamê.

Armanca her malbat, civak û neteweyê ew e ku ziman û çanda xwe dewrî nivşên nû bikin û hişmendiya xwedî lê derketina wê bide wan e. Lê belê welê xuya ye ku çi armancên Kurdan yên vî mîratê xwe dewrî nivşên nû bikin nîne. Ez mînakeke rojane bidime we. Di 16ê Adarê de li Hollanda hilbijartina meclîsa bajarvaniyê heye û Kurdan jî berendamek ji meclîsa bajêrvaniyê re derxistiye. Lê belê tişta bala min kişandî, broşûrên vê berendamê bi tirkî ne! Erê li welatê Hollanda hilbijartin çêdibin, berendama Kurdan jî ne bi Hollandî, bi tirkî xwe dide naskirin û dengan dixwaze. Min çend broşûrên berendamên tirkan jî dîtin, lê belê yên wan bi Hollandî bûn. Tiştekî balkêş e newe!

 Neyarên Kurdan hingî ketine binhişiya Kurdan û Kurdî ewqasî li ber çavên wan reş kirine, êdî mirov zêran jç bide Kurdan mirov nikare kurdî li ber çavên wan şîrîn bike. Ango kurdî îro ketiye binê bîreke ewqasî kûr û tarî, êdî derxistina wî ji wê bîrê gelekî zehmet e. Ya rast min ne niyet bû ku ez êdî li ser vê mijarê binivîsim. Lê belê ji ber 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ji min hat xwestin ku ez nivîsa xwe ya vê hefteyê li ser vê mijarê binivîsim. 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî li Kurdên li Kurdî xwedî derdikevin pîroz be.