Rojnameya Ronahî

Nivîskar Mihemed Seyîd Hisên koça dawî kir  

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Nivîskar Mihemed Seyîd Hisên Sîtî yê ji gundê Til Erbîd yê bajarê Qamişlo 11ê Sibatê ji ber nexweşiya rebû (bîntengî) jiyana xwe ji dest da.

Mihemed Hisên sala 1943`yan ji dayîk bûye û di 80 saliya xwe de koça dawî kir. Nivîskar Mihemed ji piçûkaniya xwe ve li bajarê Qamişlo bi cih bûye û lê dijiya. Demekê li welatên derve dimîne lê di dawiyê de vedigere ser xaka welatê xwe.

Bi hezaran xelkên bajarê Qamişlo û nivîskarên Kurd tevlî marasima cenazeyê Mihemed Seyîd Hisên bûn.

Nivîskar Mihemed Hisên bi heskirina xwe ya ji wêje û zimanê kurdî tê nasîn. Nêzî 20 pirtûkên wî li ser lêkolîn, çanda zimanê kurdî, helbest û çîrokên kurdî hene.