Rojnameya Ronahî

Kaniya zimanê kurdî wê neçike û wê her tim biherike

Serbest Etê/Qamişlo

Biradost Mîtanî: Zimanê Kurdî kaniya herî mezin ya çandên Mezopotamya ye. Tevayiya gelan jê vexwarine û pê bibandor bûne. Ji ber wê divê Kurd li zimanê xwe xwedî derkevin û kesayetên qelp bi zimanên biyanî ji xwe re ava nekin.

Bi pêmana Roja Zimanê Dayîkê Ya Cîhanê 21ê Sibatê, lêkolînerê dîroka kurdî û heskerê zimanê kurdî Biradost Mîtanî ji rojanmeya me re axivî.

`Ziman nasname û hebûn e`

Biradost Mîtanî destpêkê Roja Zimanê Dayîkê Ya Cîhanê li tevayiya gelên cîhanê, bi taybetî gelê Kurd û zimanhezên Kurd pîroz kir û bi vê nirxandinê girîngiya zimên vegot: `Ziman kesayeta neteweyan diyar dike û di nava neteweyan de dide ravekirin û naskirin. Bi riya ziman, hast û erkên neteweyî tên geşkirin. Netewe bi dûrketina ji zimanê xwe, ber bi windabûnê ve diçe. Lewra ziman nasname û hebûna neteweyê ye.

`Mirov bi xaftina bi zimanê biyanî kesayeteke qelp ji xwe re ava dike`

Biradost herwisa nirxandinên Rêber Apo yên ser ziman bîr xistin û axaftina xwe wiha domand: “Abdulah Ocalan dibêje,`Dîrok, Erdingarî  û Ziman Beden in`. Di baweriya min de ev gotin ya herî biwate ye. Eger mirov bi zimanê xwe neaxive, ji hebûn û bedana xwe ya rast derdikeve û di hundirê bedeneke biyanî de dijî û kesayeteke qelp ji xwe re ava dike. Ziman xweşikbûna mirov dide nîşandan. Nexasim dema mirov dikeve kûrayiya wî û rêzimên nas dike. Jixwe wateya peyva ziman li gorî zimanzan û lêkolîneran, -min bixwe jî li ser lêkolîn kiriye- ew e ku `zim` tê wateya weldandin, `an` paşgîn e. Ev tê wateya ku peyva ziman dibe weldandan û çêbûna kesayetê û neteweyan.”

`Zimanê kurdî kaniya herî mezin e û tevayiya gelan jê vexwariye`  

Lêkolînerê dîroka kurdî herwiha li ser girîngiya zimanê kurdî û bandora wî li ziman û çandên Mezppotamya axivî û ev agahî dan: “Dema mirov bêalî dîrok û çanda Mezopotamya lêkolîn bike, rehên zimanê kurdî yê xurt tên dîtin. Bi zengîniya xwe, zimanê kurdî xwe berdaye nava tevayiya ziman û çandên din û heta bandor li derveyî herêmê jî kiriye. Zimanê Huriyan (pêşiyên Kurdan) bi belgeyên dîrokî bandor li zimanê Herîglofî yê Misrê kiriye. Herwiha çand û zimanê Huriyan bandor li Hîtiyan û herêma Sûriyê bi giştî kiriye. Tabloyên Ugarêtê yên mûzîkî jî bi ziman, çand û mûzîka nêzî ya Huriyan hatine nivîsandin. Bi hatina gelên Başûrê Mezopotamya jî ku li gorî erdnîgariya wan zimanê wan sînordar bû -li hemberî wê xwezaya Kurdistanê ya dewlemned ku dibe sedema dewlemendbûna ziman kurdî- van gelan bi hezaran peyvên kurdî derbasî zimanê xwe kirin û niha di nava zimanê erebî de bi hezaran peyvên kurdî hene. Tirkan jî bi bi hatina xwe ya herêmê, ji sedî 75 zimanê xwe ji Kurdan girt. Li gorî vê, zimanê kurdî weke kaniyeke herî mezin bû ji bo ziman û çandên din. Her neteweyê ji vê kaniyê vexwariye. Ev jî nîşana xurtbûna zimanê kurdî ye ku pişta xwe bi çandeke dewlemend xurt dike.”

Mîtanî herwisa mixabiniya xwe nîşan da û diyar kir ku tevî van rastiyan jî baweriya beşeke Kurdan bi zimanê kurdî kêm e. Lewra di dibistanan de bi zimanên biyanî perwerde bûne. Di encamê de beşek ji Kurdan bûne heyran û pesindarên zimanê biyaniyan.

`Êriş û qedexekirina ziman bi armanca tinekirina kesayeta  kurdî ye`

Li ser êrişên hemberî gel û zimanê kurdî Mîtanî ev şirove kir: “Hem di serdema Emewiyan, hem di vê serdemê de, sîstema sermayedar û rejimên dagîrkerên Kurdistanê ji Ataturk, heta Sedam û rejima BEES êrişên xwe li ser zimanê kurdî dijwartir kirin. Van rejiman bi qedexekirina ziman, şerê qirkirina kesayeta kurdî kir.

Zimanê kurdî wê her biherike  

Biradost Mîtanî herwisa nivîskar, helbestvan, wêjekar û hezkerên zimanê kurdî rêzdarî bîr xistin û xebata wan wiha anî ziman: “Tevî sûcên dagîrkaran û êrişên ji bo qirkirina çandî, kesên welatparêz û hezkerên zimên hebûn û heta niha jî hene. Her çenda li gorî jimara mezin ya Kurdan jimara wan kêm jî bû lê xebateke wan ya bênavber û bibandor hebû. Ji Melayê Cizêrî, Feqeyê Teyran, Ehmedê Xanî, Seydayê Cegerxwîn, Tîrêj, Bêbuhar, Ebdulleh Goran, Şêrgo Bêkes û bi dehan rêzdarên din, tevî vê stemkariyê berhemên giranbiha afirndin. Herwisa ji me re li pey xwe xezîneyek hiştin û kaniya ziman zengîntir kirin. Di gel van rêbingeheke wêjeyî, helbestî û çandî ji me re ava kirin. Ev kesên birûmet bûn hilgirên xetîreya zimanê kurdî. Lê ev xebat bê hêsanî nedihat kirin, ji destê desthilatdaran pir êş kişandin. Ji ber wê li hemberî xebata wan em serî diçemînin”

`Divê pergala perwerdeya li bakur û rojhilatê Sûriyê ji aliyê cîhanê ve fermî bê dîtin`

Biradost Mîtanî li ser rewşa ziman, meteryal û perwerdeya zimanê kurdî ya li Rojava wiha axivî: “Piştî Şoreşa Rojava, li bakur û rojhilatê Sûriyê, pergaleke perwerdeyê hat avakirin. Zimanê kurdî, suryanî û erebî, bi rêbazên perwerdeyê û li gorî pîvanên naventeweyî tên dayîn. Lê mixabin ev pergal ji aliyê UNISCO ve fermî nayê qebûlkirin û bi hişmendiya xwe ya desthiladarî nêzî vê peweredeyê dibe. Em bang li UNSCO dikin ku perwerdeya li bakur û rojhilatê Sûriyê bi awayekî fermî qebûl bike.”

`Bi perwerdeya bi zimanê kurdî  kesyaeta rast tê avakirin`

Biradost herwisa bal kişand ser kêmayiyên bikaranîna ziman li bakur û rojhilatê Sûriyê û ev nirxandin kir: “Mixabin saziyên Rêveberiyê ji aliyê zimanê kurdî ve kêm dimînin û hema hema birayarên wê yên tên dayîn, tev bi zimanê Erebî ne. Em vê gotinê dibêjin, ji aliyê ziman ve Rêveberiya Xweser serkeftin û destkeftiyên mezin bi dest xistine. Bi riya van destkeftiyan û bi perwerdeya bi zimanê kurdî, jinûve kesayeta kurdî ya rast û durist tê avakirin. Weke Abdullah Ocalan dibêje,`Min bi hizirê xwe xeta kurdîtiya şaş zîvirand û rast kir`. Bi perwerdeya bi zimanê kurdî ya li Rojava jî xeta kurdîtiyê rast tê avakirin. Zarokên me bi zimanê xwe mezin dibin û li gorî kurdîtiya rast mejî û bedena wan ava dibin.”

`Kurdno li zimanê xwe xwedî derkevin`

Biradost Mîtanî bi vê peyamê axaftina xwe Qedand: “Banga min ji gelê Kurd re ew e ku li hişmendiya girêdayî evîna zimên xwe vegere, zimanê xwe wisa sivik nebîne û berjewediyên aborî û kesayetî li ser zimanê xwe nepejirîne. Lewra xwedîderketina li ziman xwedîderketina li hebûn, kok û eslê xwe ye.”