Rojnameya Ronahî

Krîz Ukrayna û Konferansa Mûnîhê

Zekî Bedran

Krîza Ukrayna her ku diçe kûrtir dibe. Berî niha Rûsya Kirim dagîr kir. Herêmên weke Dombas û Donats xweserî heta mirov dikare bêje serxwebûn ragihandin. Welatên Rojava bertekeke mezin nîşan nedan. Baş e çima niha hinkir maye ku şer derkeve? Ev mijar pir tê gotûbêjkirin. Amerîka dixwaze Ewropa bike yek û NATO çalak bike û wan bikişîne cem xwe. Ji bo wê dixebite li Ewropaya rojhilat bi kûrkirina krîzê li hemberî Rûsya bertekê diyar bikin.

Rûsya di warê aborî de nikare bi Rojava re hemberiyê bike. Li Ukrayna şer derkeve Amerîka û Ewropa leşkerên xwe nadin kuştin. Jixwe di warê leşkerî de nakevin nava şer. Dibêjin emê Ukrayna biparêzin û ambargoyên bibandor daynin ser Rûsya. Bênavber çek dişînin Ukrayna. Depoyên Amerîka û Ewropa tijî ne. Ji bo şerîkeyên çekan bazad çêdibe. Ji bo wê yên bi ser bikevin wê ew bin. Weke din eger şer derkeve wê ne li ser erdê wan be. Yên zererê bibînin wê Ukrayna û Rûsya bin û yên bimirin jî wê ji gelên wan bin. Rûsya jî wê demeke dirêj tengayiya aborî bikişîne.

Ya rast Rûsya hat zetimkirin, mirov dikare bêje ket nava davikan. Demeke dirêj bi gelê Ukrayna re di nava heman federasyonê de bûn. Bi hev re dijiyan. Niha amadekariya şerê hev dikin. Di encamê de yên winda bikin wê ev gel bin. Rûsya dibêje NATO nêzîkî sînorê min bibe wê ewleyiya min bikeve xeterê. Ji bo wê ez ji bo berdêlê amade me. Divê nişan bidim ka çiqas cidî me. Lê Amerîka û NATO zorê didinê. Ya rast Rûsya şer naxwaze. Dizane ku wê berdêla wê giran be. Lê tişta bi ser de disepînin jî ne ya qebûlkirinê ye. Ji bo wê ketiye tengayiyeke mezin.

Di vê navê de li Mûnîhê `Konferansa Ewlekariyê` hat çêkirin. Ev civîn her sal dibin. Lê ya îsal di dema krîza Ukrayna de pêk hat. Ukrayna bû navenda konferansê. Amerîka hem di asta jor de hem bi sî endamên kongreyê tevlî bû. Amerîka xwe li wir nîşan da. Ji bo ku hêzên hatîn vexwendin di eniya li hemberî Rûsya de ciyê xwe bigirin pir xebitîn.

Aliyekî vê konferansê jî ya balkêş ji rêveberiya başûrê Kurdistanê tevlîbûna Barzaniyan bû. Bêguman wê Kurd vê mijarê binirxînin. Başûr ne dewleteke cuda ye. Di fermiyetê de herêmeke federe ya di nava sînorên Iraqê de ye. Ragihandinê diyar nekir ku serokwezîrê Iraqê û di asta jor de ji rêveberiyê tevlî bûne. Serokê herêma Kurdistanê û serokwezîr Mesrûr Barzanî tevlî bûn. Hikumeta li Başûr koalisyon e. Jixwe Nêçîrvan tevlî bûbû, qet nebe dibû ku ji şirîka hikumetê YNK Qubad Telebanî tevlî bibe. Tê zanîn ku di navbera Nêçîrvan û Mesrûr de nakokî hene. Baweriya wan bi hev nayê. Hulusi Akar dibêje, em bi Barzaniyan re li ser mijara terorê û hevkariyê axivîn. Erdogan jî piştî axaftina bi telefonê ya bi sekreterê gişî yê NARO Stoltenberg re got, li hemberî terorê xwestina alîkariyê ji NATO mafê me yê herî xwezayî ye. Rayedarên Tirkan dema behsa terorê dikin mebesta wan ne DAIŞ yan jî El Nusra ye. Tersê wê li hemberî Kurdan hevalbendên hev in. Hevdîtina bi Barzaniyan û NATO re li ser kuştin û tesfiyekirina Kurdan e, Kurdên li hemberî dewleta tirkî serê xwe danaynin. Jixwe roja bi balafiran li Şingal, Mexmûr û Rojava dayîn Erdogan gazî Nêçîrvan kiriye û tiştên ku bikin plan kiribûn.

Eger em bala xwe bidinê ji gelek beşên Kurdan gazî PDKê kirin. Gotin çekdaran neşînin herêmên gerîla, em şerê di nava Kurdan de naxwazin. Lê ji Barzaniyan ti kes derneket hemberî gel û gotineke dilê gel xweş bike negot. Negotin niyeta me ya şer nîne, soza me berê dayî Kurdan em pê ve girêdayî ne, wê birakujî nebe. Tersê wê, gotin, Erdogan ne dijminê Kurdan e, yên dibin sedema êrişan PKK û gerîla ne. Êrişên dagîrkirinê û komkujî rewa kirin.

Yên Rojhilata Navî hinekî nas dikin û dizanin ka dewleta tirkî derheqê Kurdan de çi dihizire, wê bizanin ku ev hevdîtin ne ji bo xêrê ne. Dewleta tirkî jixwe kengê dixwaze êrişî başûrê Kurdistanê dike. Rojane êrişî Rojava jî dike û komkujiyan dike. Li Rojava Amerîka û Rûsya hene, ji bo ku tevgera dagîrkirineke mezin dibe ku pêdiviya wê bi destûra wan hebe. Lê ji bo Başûr pêdiviya wî nîne. Jixwe ji bo êrişên dagîrkeriyê serbest tev digere. Ji bo wê rojên bixeter li benda Kurdan in. Dewleta tirkî ji bo rojên pêş amadekariya êrişên ji sala borî girantir dike. Sala borî gerîla berxwedaneke mezin kir. Dewleta tirkî encam negirt. Digel bikaranîna çekên kîmyayî. Divê Kurd bizanin ku wê şer girantir bibe. Hikumeta heyî hikumeta şer e. Pêdiviya wan bi lêxistina Kurdan û serkeftinê heye. Di rewşa heyî de şansê