Rojnameya Ronahî

“Armanca Komîteya Hevpeymana Civakî nerînek hevbeş e”

Hevseroka meclisa Ermen ya Kantona Hesekê û Endama Komîteya reşnivîsa Hevpeymana Civakî ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Erîv Qesebiyan da zanîn ku Hevpeymana Civakî wê gelê Ermen jî weke hemû gelên dinê yên li ser vê erdnîgariyê ji komkojî, kuştin û helandina çandî û dîrokî biparêz e û got: “Me hem meclisa xwe ava kiriye û di binê wê de xwe brêxistin kiriye, hem di aliyê parastinê de hêza me heye di binê QSD’ê de xwe birêxistin kiriye. Ev mîsogeriya wê yekê ye ku careke din emê destûrê nedin komkujiyan û li hemberî helandinê parastinê bikin.

Di nava şerên ku li Rojhilata Navî û giştî cîhanê de bi pergalî û hevalbendî diqewimin, hemû gelan û pêkhate para xwe ji kuştin, revandin, îşkence û helandina nasname û hebûnê girtiye û hê jî digirin. Di nava gelê heyî yê resen ku koka wan vedigere hezarê salan, bi êrîş û xeteriya qirkirinê re rû bi rû dimînin. Ermenî, yek ji gelên ku di van pêvajoyên qirkirin û helandinê de rastî êrîşên pir alî hatine. Imparatorîya Osmaniyan û hevkarên wê di Gulana 1915’an de fermana nefiya Ermeniyan da. Li dijî gelên xwecihî yên Ermen ku li ser erdnîgariya Mezopotamya û Anatolîya dijîn qirkirin pêkanî. Gelê Ermenî û Asûrî-Suryanî-Kildanî, bi armanca ku bi dirok û kultura wan ve ji holê rakin qir kirin. Ev qirkirin li dijî mirovahîyê sûcek e ku ne mumkun e bê inkar kirin. Li gorî belgeya berçav û heqîqî hejmara kuştiniyan ji milyonek û nîvan zêdetir e. Di heman demê de bi hezaran jî neçarî koçberiyê bûn. Koçberiya pêk hat û pergala netew dewletê ya dihat meşandin bû sedem ku gelê Ermen ziman, çand û dîroka xwe jibîr bikin.

Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran pêkhateyên Ermen ên ji van hemû çerxên qirkirinê rizgarbûyî dijîn. Ermenên li ser vê erdnîgariyê jî weke hemû pêkhateyên dinê bi despêkirina şoreşa Rojava re rengê xwe diyar kir û di bin banê Rêveberiya Xweser de bi nasnama xwe ya netewî xwe rêxistin kirin. Di bin banê QSD’ê de jî hêza xwe ya parastinê ava kirin. Rêvberiya Xweser di 15’ê Tîrmeha 2021’ê de ragihand ku dê komîteya reşnivîsa Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bike û li gorî wê ji hemû pêhateyan endamên tevlî vê komîtê bibin xwestin. Komîte bi beşdarbûna hemû pêkhateyên herêmê ji 158 kesan pêk hat.Têkldarî vê mijarê Hevseroka Meclisa Ermen a Kantona Hesekê Erîv Qesebiyan ku bi zimanê wê yê Ermen tê wateya Roj ê ji ajnasa me re nirxandin kir.

“Pergala dewlet-neteweyê nasname û hebûna pêkhateyan dihelîne”

Erîv Qesebiyan têkildarî êrîşên li ser gelên xwecihî ku ji dîrokê heya niha dom kiriye ev tişt got: “Di dîrokê de di sala 1915’an de Imparatorîya Osmanî li dijî gelê Ermen, suryan, Aşrû û Kildan komkojiya Sêfo (Şûr)pêk anî. Çima nav kirin Sêfo ji ber ku di wê demê de bi sêfan serî serjêdikirin . Bi armanca helandina nasname û hebûna wan ev komkojî pêk hat û heya roja îro jî li Ermîniya, li Serêkaniyê, Efrîn,Şengal dewam dike.dewleta Tirk dixwaze Imparatorîya Osmanî zindî bike û qetilam pêk bîne.Di heman demê de li Sûrî sîstema yek alî,netew, ziman dihat meşandin ev jî bû sedema gelê Ermenî yê ku li Sûrî jiyan dike ziman,dîrok, çanda xwe jibîr bike .”

“Me di binê banê Rêvberiya Xweser de hebûna xwe misoger kir”

Erîv teqez kir ku Şoreşa Rojava hebûna pêkhateyên herêmî ji tunekirinê parast û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di Şoreşa Rojava de, me pergala Netewa Demokratîk nas kir, di vê pergalê de her kes bi rehetî dikare bi ziman, dîrok, çand xwe tevbigere û xwedî li nasnameya xwe derkeve. Wekî gelê Ermenî me meclisa xwe ava kir, civîn ji bo gelên Ermenî hatin çêkirin. Di civînan de me behsa ziman, çand , dîroka xwe kir ku çawa siyastek helandinê li ser me hate meşandin. Ya girîngtirîn ku me zarokên xwe yê Ermenî fêrî zimanê dayikê kir û niha jî di meclisê de em wan perwerde dikin. Ev gavên pîroz û serkeftî ne. Rêvberiya Xweser di 15’ê Tîrmeha 2021’ê de komîteya reşnivîsa hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade kir,raghand .Bi armanca xwedîderketina li sibe roja gelê Ermen Ez  wekî nûnerek tevlî komîteyê bûm.Di dîroka mirovahiyê de ev cara yekem e  pêkhate dikarin cihê xwe di reşnivîsa hevpeymana civakî de bigrin. Armanca tevlîbûna hemû pêkhateyan ji reşnivîsa Hevpeymana Civakî ewe ku ji gelek nerînan nerînek hevbeş xizmeta hemû pêkhateyên herêmê bike derkeve holê. Gelê Ermenî di nava rûpelê dîrokê de gelek êş ji pergala desthilatdar ve kişand, ev êş hemû pêkhate jî têre derbas bûne lewma em bawerin ku Hevpeymana Civakî dê çareseriyek ji kirîza Sûrî re bibîne û pêşerojek azad were ava kirin”.

ANHA