Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

TEV-DEM: Projeya neteweya demokratîk hêviya gelan e

23/02/2022
in Uncategorized
A A
TEV-DEM: Projeya neteweya demokratîk hêviya gelan e
Share on FacebookShare on Twitter

Dilîn Ehmed-Qamişlo

Hevseroka TEV-DEM`ê: Gelên bakur û rojhilatê Sûriyê, bi taybetî gelê Kurd wê li seranserê cîhanê, bi têkoşîna xwe armanca Komploya Navdewletî têk bibin.

Bi armanca têkbirina tevgera azadiyê, 15’ê Sibatê 1999`an bi Komployeke Navneteweyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dîl hat girtin. Gelê Kurd ev roj wek “Roja Reş” îlan kir û her sal di vê rojê de gelê Kurd û gelên azadîxwez çalakiyên li dijî komployê li seranserê cîhanê li dar dixin.

Li ser Komploya Navneteweyî û rewşa heyî, hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed ji rojnameya me re ev nirxandin kir.

`Gel bangewaziya pirojeya neteweya demokratîk dike`              

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed di destpêka axaftina xwe de Komploya Navneteweyî ya di sala 24`an de şermezar kir. Rûken Ehmed diyar kir ku, bangewaziyên gelê Siweyda ji bo projeya neteweya demokratîk, gaveke ji gavên gelan yên ku hêviyên xwe di pirojeya neteweya demokratîk de dibînin. Rûken axaftina xwe wiha domand: “Bangewaziya gelê Siweyda tê wateya ku, li hemberî êrişên dagîrkeriyan, hişyariyek çêbûye. Bêguman hêzên serdest vê yekê ji bo xwe wek xeter dibînin. Di vê dema dawî de mirov vê yekê dibîne, siyaseta ku dewlet li ser gelan dimeşîne, bêbandor e.”

Li ser êrişên dewleta tirkî ya dagîrker bi taybetî yên ser bakur û rojhilatê Sûriyê Rûken Ehmed wiha axivî: Ji bilî ku dewleta tirkî ber hilweşanê ve diçe, herwiha sala 2023`yan lihevkirina Lozan jî bi dawî dibe. Ji ber vê dewleta tirkî ya dagîrker nerehetiyê di nava gel de çêdike.

Rûken bi van gotinan dirêjî da axaftina xwe: “Gelê Kurd herwiha pêkhateyên herêmê jî, bi têkoşîna xwe ya li seranserê cîhanê, sala 2022`yan kirin sala berxwedanê. Herwiha bangewaziyên gelan ji bo azadiya Rêbertiyê jî, di asteke pir bilind de bû. Gel bi sloganên xwe ji bo rakirina tecrîda giran ya bêmaf ser Rêbertiyê, di çalakiyên 15`ê Tebaxê de, nameya xwe ji cîhanê re, anîn ziman. Tişta herî girîng ku di van salên dawî de bala cîhanê dikşîne, biratiya gelan e. Ev yekîtî armanc û planên dijmin têk dibe.”

`Rêber Apo ne Rêberê Gelê Kurd tenê ye, Rêberê Gelan e`

Hevseroka TEV-DEM Rûken Ehmed axaftina xwe wiha berdewam kir: “Bi hêrsa ku gel radibin ser piyan, hişyarbûna xwe ya li hemberî dagîrkeriyê nîşan didin. Lewra gel li ser proje, fikir û felsefeya Rêbertiyê dixebite. Ji ber vê yekê em dibêjin, Rêber Apo ne Rêberê Gelê Kurd tenê ye, lewra hêviya azadiyê ya hemû gelan di projeya neteweya demokratîk de heye. Em dikarin vê yekê jî bêjin, ji milê siyaset, rêxistin, xweparastin û diplomasiyê de, pêwîstiya gelan bi projeya neteweya demokratêk heye.”

Rûkenê got, ji bo çareserkirina aloziya Rojhilata Navî, azadiya Rêbertiyê pir girîng û pêwîst e. Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Rûken Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo azadiya Rêbertiyê herwiha ya herêmên me yên di binê dagîrkeriyê de, ya herî pêwîst xurtkirina yekîtiya biratiyê ye. Hêviya me ew e ku, ev sal sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her çar perçeyên Kurdistanê be.”

Post Views: 33
ShareTweetPin

Herî Dawî

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
Hemû cureyên wêjeyê dinivîsin yekê jî nabin serî
QUNCIK NIVÎS

Cejna Zimanê Kurdî..Ne Rojeke, Hemû Rojên Salê

14/05/2025
Li ser zimanê Kurdî hin rist û gotin…
ÇAND Û HUNER

Li ser zimanê Kurdî hin rist û gotin…

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.