Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xweparstina Cewherî li hemberî terora dewletê ye

20/02/2022
in Uncategorized
A A
Xweparstina Cewherî li hemberî terora dewletê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Serbest Etê/Qamişlo

Selah Şêxmûs: Hişmendiyeke xweparastinê ya xwe dispêre Neteweya Demokrtîk li bakur û rojhilatê Sûrî ava bûye. Wê bi nûjenbûna xwe li hemberî terora dewleta tirkî ya dagîrker, bibe çeka serkeftina gelan ya mayînde.

Her zindî ji bo domandina jiyana xwe, bi mercên jiyanî yên xwexwedîkirin, pirkirin û xweparastinê tev digere. Ji ber wê xweparastin zagoneke xwezayî ya jiyanê ye û li cem tevayiya zindiyan heye. Mirov jî di na de, her zindî xwediyê mekanîzmayeke xweparastinê ye. Rêber Apo di nava van her sê mercan de, xweparastinê mercê herî girîng dinirxîne.

 Derketina desthilatê û pêşketina terora dewletê li ser civakê

Li gorî dîrokê, piştî derketina fêlbaziya mêr ya desthilatar, pergala jinê di nava civakê de helweşiya û hevsengiya civakê rabû. Bi sîstema nû ya mêrê desthiltdar, serdestî û bindestî, kole û koledar, mafdar û mafxwer çêbûn. Ji wê demê ve, li şûna amûrên jinê yên afirandina jiyanê, amûrên şer pêş ketin. Li hemberî civakan jî êriş, talan û zordestiyê dest pê kir. Vê pergala desthildar roja me ya îro bi rengê dewletê teşe girt û artêşên mezin ji bo parastina berjwendî û desthilata dewletan ava kirin. Van dewletan, amûr û tekînkên şer rojbiroj xistin dewrê û êrişên qirkirinê li hemberî civaka dan despêkirin. Gelê Kurd jî bi hezarên salan e li hemberî êrişên qirkirinê li ber xwe dide. Lê li gorî tê payîn, ev qirkirin û terora dewletî sedsala 20`an û 21ê bi êrişên dewleta tirkî ya dagîrker yên ser çar parçeyên Kurdistanê û Kurdên li her cihê cîhanê, bi erêkirineke navneteweyî tên kirin.

`Civakbûn û xweparstina rewa helwesteke dîrokî ya gelan e`

Têkildarî xweparstina rewa endamê rêveberiya Akademiyên Civaka Demokratîk yên bakur û rojhilatê Sûriyê Selah Şêxmûs ji me re axivî.

Şêxmûs da zanin ku helwesta xweparastina dîrokî ya mirovan li hemberî xetera tinebûnê, civakbûn bû û ev nirxandin kir: “Girêdana bi çand, hûner û zanistê (tecrûbe) ve, civakan xwe diparast. Li ser vî bingehî, xweparastina herî biencam ku gel û civakan xwe ji qirkirinê rizgar kirîn, xweparastina çandî ye. Dema em dibêjin xweparstina çandî, ne parastina ziman û wêjeyê tenê ye. Xweparstina çandî, şêwazên birêxistina civakê, pergala rêvebirin û avkirina mêjiyekî hevapar, giştî di nava civakê de dihewîne. Gelek gel û civak yên li Mezoptamyayê jiyane û împartoriyên herî bihêz ava kirine. Lê ji ber xweneparistênekê bihêz û domdar, ji aliyên hêzên desthilatdar ve hatine bişaftin û qir bûne; mîna Aşûrî, Kildanî, Laz, Akadan û hwd. din”.

 `Hişmendiya xweparastinê ya gel çeka serkeftinê ye`                                                                            Şêxmûs herwisa bal kişand ser pergala Xweparastina Rewa ya gelan di dema niha de û axaftina xwe wiha domand: “Li bakur û rohilatê Sûriyê, gel di binê sîwana pergala Neteweya Demokartîk de, bi wekheviya di navbera jin û mêr; di navbera tevayiya gelan de- pergala xwe ya parastinê ava kirin û ta astekê xwe diparêzin. Ev pergal ne leşkerî tenê ye, hişmendiya civakî ya xweparstina rewa ye û di her milê jiyanê de ava bûye. Gel û Rêveberî di nava hewldana pêşxistina şêwazên vê xweparastinê de ne. Jixwe ev jî mîrasa PKK`ê û şoreşa rojavayê Kurdistanê ye. Lewra bi bingehekî hizrî, çandî û wijdanî Tevgea Azadiya Gelan dest pê kir û li hemberî evqas êriş, li ber xwe da û xwe parast. Me dît bi êrişên DAIŞ`ê delwetên xwedîhêz û xwedîartêşên mezin çawa hatin helweşandin, lê gelê Kurd bi hêza xwe ya cewherî ku bê artêş bû, DAIŞ şkand. Herwiha tevî dewamkirina êrişên dijwar yên dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê, şerê taybet yê bi orgenîzekirin û serkêşiya dewletan yên li hemberî vê pergalê, pergala xweparstinê ya gelên herêmê, xwe xurttir û bihêztir kir.”

 Bi sîstema Neteweya Demokartîk gel parastina xwe ya cewherî nûjen dike û serkeftinê mayînde dike`

Rêbveberê Akademiyên Civaka Demokratîk yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, serkeftinên QSD, YPJ-YPG`ê bi bîr xistin û axaftina xwe wiha qedand: “QSD`ê bi şahidiya tevayiya cîhanê serkeftinên dîrokî tomar kirin. Lê ya hêz û wateyê dide van serkeftinan, ew e ku xwe dispêre îdeolojiya Neteweya Demokratîk ya ku gelên herêmê pejirandine. Bi saya hizir û felsefeya Rêber Apo ev pergal hat avakirin û xwe nûjen dike. Li hemberî vê hêza ku ji aliyê gel bixwe ve hatiye avakirin, ti hêz nikarin bişkînin. Herî dawî mirov dikare serkeftina li hemberî êriş û plana li ser girtîgeha Xiwêranê ya Hesekê wek belge bide diyarkirin. Me dît ku bi hevgirtin û yekîtiya gelan dikarin êrişan bişkînin û serkeftinê misoger bikin. Teqez bi rêxistinbûna gelan wê êrişên dewleta tirkî ya dagîrker jî bi tevayî bên şkandin û serkeftina gelan wê mayînde be.”

 

Post Views: 34
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Zanîngeha Kurdî wê gaveke guhêrbar ji perwerdeya Kurdî re bafirîne’
ÇAND Û HUNER

‘Zanîngeha Kurdî wê gaveke guhêrbar ji perwerdeya Kurdî re bafirîne’

13/05/2025
Li Zanîngeha Rojava bi boneya roja Zimanê Kurdî panêlek hate lidarxistin
NÛÇE

Li Zanîngeha Rojava bi boneya roja Zimanê Kurdî panêlek hate lidarxistin

13/05/2025
Dîroka qirkirina gelê Kurd Serhildana Agirî û Geliyê Zîlan (1)
NÛÇE

Dîroka qirkirina gelê Kurd Serhildana Agirî û Geliyê Zîlan (1)

13/05/2025
Erkdarkirina Hatim Ebû Elşeqra bi daxuyaniyek hat şermezarkirin
NÛÇE

Erkdarkirina Hatim Ebû Elşeqra bi daxuyaniyek hat şermezarkirin

13/05/2025
Ji tifengê ber bi demokrasiyê: Ravekirina kongreyên PKK`ê
ROJEV

Ji tifengê ber bi demokrasiyê: Ravekirina kongreyên PKK`ê

13/05/2025
Partiya Şehîdan  PKK
ROJEV

Partiya Şehîdan PKK

13/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.