Rojnameya Ronahî

Fikir û felsefeya Rêber Apo Komplo bêbandor kir

Jiyan Ebas-Qamişlo

Ebdulkirîm Sarûxan: “Armanca wan ji Komploya Navneteweyî misogerkirina tinekirina gelê Kurd û têkbirina tevgera azadiya kurdistanê bû, lê bi ser neketin.”

 

Ji bo agirê aloziya cîhanî û herêmî mezintir bikin û êrişa qirkirina Kurd dewam bike, Hêzên hegemon yên xwediyên projeya `Rojhilata Navî ya nû` ji bo herêmê ji nû ve li gorî berjewendiyên xwe parçe bikin û nexşeyên nû xêz bikin, hebûna Rêber Ocalan li hemberî projeyên xwe asteng dibînin. Ji ber wê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan 15`ê Sibata 1999`an bi komployeke navneteweyî ravandin û li Tirkiyê li girava Îmralî dîl girtin. Derbarê mijarê de endamê Kongera Islama Demokratîk Ebdulkirîm Sarûxan diyar kir ku armanca wan tinekirina gelê Kurd mîsoger bikin û tevgera azadiya kurdistanê têk bibin, lê bi ser neketin.

Sarûxan da zanîn ku armanca komployê pêşîgirtina li têkoşina azadiya gelê Kurd bû. Herwiha teqez kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û êrişên dewleta tirkî yên qirkirina Kurdan dewama komploya 15’ê Sibatê ye û axaftina xwe wiha domand: “Encama komployê tersî planên hêzên hegemon derket, nikarîbûn rê li pêşiya fikrê Rêber Apo bigirin û têkoşîna azadiya gelên bindest xurttir bû. Dewletên dagîrker ev ji bo planên xwe yên li ser gelan wek metirsiyeke mezin dîtin. Ji ber wê dewleta tirkî ya dagîrker, di şexsê Rêber Ocalan de pêvajoya her cure êrişên qirkirinê yên li ser gelê Kurd dan destpêkirin.”

Sarûxan herwiha diyar kir ku projeyên sîstema kapîtalîst û dewleta tirkî ya dagîrker yên li dijî civakên Rojhilata Navî heta roja îro didomin û ev nirxandin kir: “Rêjima Tirkiyê her bi xewn û xeyalên ku dewleta Osmanî ji nû ve ava bike dijî. Jixwe ev proje bi alîkariya hêzên hegemon tê plankirin. Ji bo wê, planên qirêj bi tinekirin û bişaftina civakan, herwiha xurtkirina nijadperstiyê tên kirin.”

Têkoşîna Îmralî bû çirûskek nû ya azadiyê

Sarûxan da zanîn ku destpêka sala 1990`î deweta tirkî, bi çekên kîmyayî êrişî çiyayên azad kir. Armanc jê qirkirina tevgera azadiya Kurdistanê bû. Lê bi berxwedana gerîlayên azadiyê tevgera azadiyê bihêztir bû. Ji bo wê dewletên ku şerê demokrasiyê dikin, biryara girtina Rêbertiyê dan. Lewra digotin, eger Ocalan were girtin, wê tevgera azadiyê jî tine bibe. Ne gelê Kurd tenê tevayiya gelên azadîxwez li dijî komployê nerazîbûna xwe nîşan dan. Lewra tevgera azadiya Kurdistanê parastina tevayiya mafê mirovên bindest dike.”

Ebdulkirîm Sarûxan bal kişand ser têkbirina armanca komployê û got, Rêbertî wek fizîkî hatiye girtin, lewra em li ser fikir û felsefeya wî dijîn û wiha axaftina xwe domand: “Berxwedana Rêber APO ya li zindana Îmralî ev peyam da: `Hêzên nevneteweyî nikarin bi girtina min fikir û felsefeya min tine bikin`. Têkoşîna Îmralî bû çirûskeke nû ya azadiyê, lewra di her hevdîtina bi Serokatiyê re nûbûnek bi xwe re dianî.”

Ebdulkirîm Sarûxan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Niha gelê Kurd di qonaxeke nû ya dîrokî re derbas dibe. Ev qonax encex bi ramanên Rêberê Gela Abdullah Ocalan, bi ser bikeve. Banga min ji gelê Kurdistanê re ew e ku, ji bo azadiya Rêbertiyê têkoşîna xwe xurttir bike û bi berxwedana xwe armancên dijmin têk bibe. Bila sala 2022yan sala azadiya Rêber APO û berxwedêrên di zindanê de be.”