Rojnameya Ronahî

Parastina ziman xwdîderketina li keda dayîkê ye

Dilîn Ehmed-Qamişlo

Rewşenbîr, nivîskar û hunermendên Kurd her tim di berhemên xwe de girîngiyê didin zimanê dayîkê. Lewra ziman hebûna gelan e.

 

Bi pêmana 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê, mamosteyên zimanê kurdî yên bajarê Qamişlo diyar kirin ku, eger civak zimanê xwe winda bike, wê ew jî winda bibe. Lewra ziman hebûna gelan e. Mamosteyan herwiha ev roj li tevayiya gelan pîroz kir, bi taybetî jî gelê Kurd.

`Şoreşa Rojava zimanê kurdî ji qirkirinê parast`

Mamoste Jiyan Mihemed got, divê em zimanê xwe pêş bixin û biparêzin. Jiyan Mihemed axaftina xwe wiha domand: “Bi saya şehîdan û nivîskarên me yên ku ji bo parastana zimanê kurdî zehmetî kişandine, em gihiştin vê astê. Zimanê kurdî zimanekî resen û kevnar e, lê ji bo ku gelê Kurd were qirkirin, dijmin zimanê kurdî qedexe kir.”

Mamoste Jiyan got, şoreşa Rojava zimanê kurdî ji qirkirinê parast, herwiha da zanîn ku, pirojeya Rêveberiy Xweser zimanê tevayiya gelên bakur û rojhilahtê Sûriyê, ji siyaseta hêzên desthilatdar parast û diparêze. Mamosta Jiyan wiha got: “Ji ber ku projeya Rêveberiya Xweser projeyeke demokratîk e, ji her alî ve êriş dikinê. Tişta herî girîn û pêwîst ew e ku em zimanê xwe û li xwîna şehîdên xwe xwedî derkevin. Lewra ji bo ziman, hebûn û çad û hunra civaka xwe, cane xwe feda kirin.”

`Tişta ku mirovan ji zindiyên din cuda dike ziman e`

Herwiha mamoste Xaliya Ehmed jî got, tişta ku mirovan ji zindiyên din cuda dike ziman e, ji ber wê dema ku hêzên serdest dixwazin civakekê tine bikin, destpêkê zimanê wê qedexe dikin. Li ser girîngiya ziman, Xaliya wiha got: “Ji bo ku gelê Kurd were tinekirin, hêzên serdest bi sedê salan e, xwendina bi zimanê kurdî qedexe kirine. Lê bi fikir û felsefeya Rêber Apo û şoreşa Rojava zimanê me zindî bû.”

Mamoste Xaliya Ehmed axaftina xwe wiha qedand: “Piştî şoreşê mamosteyên me ji bo xwendekara fêrî zimanê kurdî bikin, ji aliyê rejima Sûriyê ve pir zehmetî dîtin. Herwiha salên destpêkê malbat û xwendekaran jî ne dixwestin fêr bibin. Lê niha sal bi sal jimara xwendekarên me zêde dibe. Ev tê wê wateyê ku civaka me gihişt wê baweriyê ku eger zimanê dayîkê winda bibe wê civak jî winda bibe. Hêviya me ewe ku, civaka me li ziman, çand û hunera xwe xwedî derkeve. Ta ku nifşên me yên nû, li her çar perçeyên Kurdistanê bi azadî zimanê dayîkê bixwînin û pêş bixin.”