Rojnameya Ronahî

Dijmin jixwe dijmin e!

Emer Ereb

“Şehîdên me hene. Em di şer de ne. Stratejiya Şerê Şoreşgerî ya Gel stratejiya me ye, riya me ye.”

“Şehîdên me hene. Em di şer de ne. Stratejiya Şerê Şoreşgerî ya Gel stratejiya me ye, riya me ye.”Ev hevok di demên dawî de hevokên gelên bindest, gelê Kurd, gelê Ereb, gelê Suryan, bi kurtî hemû endamên Konfederalîzma Demokratîk in. Bi dengekî xurt, bi dengekî ku cîhan bibihîze ji Kurdistanê, ji Rojhilata Navî li seranserê dinyayê belav bûne.

Şehîdên me hene. Belê, em rojane şehîdan didin. Li dijî paşverûtiya dinyayê, li dijî zilmê, zextê, bindestiyê, qirkeriyê, xiyanetê em şehîdan didin. Em bi şehîdên xwe serbilind in. Şehîdên me ji bo parastina hemû nirxên mirovahiyê, însaniyetê, ji bo parastina rûmeta mirovahiyê canê xwe kirin sîper û hemû dinya careke din ji belayeke mezin xelas kirin. Di bin navê DAIŞ’ê de, di bin navê dewleta Tirkan de, di binê navê PDK’ê de, di binê navê şaxên van ên cuda de rojane êrîş li ser me hene. Em şehîdan didin. Şehîdên me li hemberî van disekinin û hemû dinyayê diparêzin.

Di vir de wek kevneşopiya Tevgera Azadiyê hin pirs derdikevin; emê tola şehîdên xwe çawa rakin? Emê bîranînên şehîdên xwe çawa bidin jiyandin? Emê xewn û xeyalên şehîdên xwe çawa pêk bînin? Şehîdên me çima şehîd bûn û ji bo meşandina doza van şehîdên xwe lazim e em çi bikin?

Em di nav şer de ne

Têkildarî dijminên gelan, Kurdan, Ereban, gelên din ên bindest gelek analîz dikarin pêş bikevin. Nav dikarin bên dayîn, têkiliyên wan dikarin bên vekirin, peymanên bi wan re hatine kirin dikarin bên ravekirin, di nava rewşa siyasî-eskerî ya cîhanê de rewşa wan dikare bê bidestgirtin û hwd. Lê, tiştekî esas heye, dijmin dijmin e. Dijminahiya xwe dike. Dijmin ne tenê yek-du piyonên wekî dewleta Tirkan, DAIŞ, PDK ne, dijmin bi giştî sîstemek e, sîstema modernîteya kapîtalîst e, artêşa wê NATO ye. Heger ev nebûya her hal dewleta Tirkan wê nikarîbûya di heman demê de bi balafiran êrîşî xaka du weletan bike, rojane êrîşên xwe bidomîne.

Di vê babetê de wekî çarçoveya giştî heger ku dijminekî me yê wisa heye û em rojane şehîdan didin, wê çaxê lazim e li dijî vê yekûnê têkoşîneke me ya topyekûn jî hebe. Ew jî bi pênaseya Şerê Gelê Şoreşgerî di sloganan de hatiye îfadekirin.

Şehîdên me rêya Şerê Şoreşgerî ya Gel nîşanî me dane. Rêya wê heta dawiyê vekirine. Dijminên me û dijminê me yê esasî nîşanî me dane. Di vê rêkê de wekî şopdarê/a rêya şehîdan, tişta dikeve ser milê me wekî soza me daye şehîdan, wekî di van merasîmên mezin de me wekî dirûşm berz kirine, şopandina rêya şehîdan e. Naskirina dijminê xwe ye, rakirina çeka şehîd e û hilanîna tola şehîd e. Ruhê şehîd wê wisa şad bibe. Dema ku ew çeka şehîd li erdê nema, dema ku li şûna yekî/ê deh bi cih bûn, wê çaxê dê Şerê Gelê Şoreşgerî bigihêje armanca xwe, wê çavê dijminan bitirse, dê nikaribin bi rehetî li baregehên xwe rûnên, dê nikaribin li ser cadeyan bi rehetî bigerin, wê wextê dê êrîşên hovane bisekinin, wê statu jî çêbibe wê serxwebûn jî çêbibe, wê tola şehîdan jî bê hilanîn, şopdariya şehîd jî wê pêk were û xeyalên şehîdan jî wê bên bicihanîn.

Em di nav şer de ne. Di nav şer de wê êrîş li ser me çêbin û ji çar aliyan ve jî wê dorpêç li ser me hebin. Dê ji nava me xayîn jî derkevin û şerê taybet jî wê bê meşandin. Wê hewl bidin di nav me de fesadî, xerabî, gotegotan jî belav bikin. Wê hewl bidin bi ambargoyên fîzîkî, siyasî, aborî, heta bi hewldanên lîncên fîzîkî, siyasî, aborî êrîşî me bikin. Em di nava şer de ne. Serkêşiya şer Gladioya NATO’yê dike. Şerê li dijî me şerekî wisa ye. Di vê rewşê de çi dikeve ser milê me? Di şer de gel çi dikin? Di şer de însan çawa dijîn? Di şer de însan çi amadekariyan dikin? Di şer de însan çawa tevdigerin, xwe çawa rêxistin dikin? Ketina nav şer çi ye?

Îro em ji nêz ve dibin şahidê van hemûyan. Îro ji bo vegotina van, îzaha van pêwîstî bi gotineke pir zêde tine ye. Stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî, şopandina rêya şehîdan, dijminê hemû gelên bindest, paşverûtiya cîhanê rojane li ber çavê me ye.

Pirsa esas dîsa ev e; dijmin dijmin e, dijmin dijminahiya xwe dike, lê em çi dikin, em ê çi bikin?

Di roja me de her çiqasî li beramberî van pirsan bersiveke têgihiştî, hişmendiyek, tevlîbûnek, rêxistinbûnek ava bibe jî dîsa wekî ku di êrîşên dijmin de jî xuya dibe ne di wê astê de ye ku çavê dijmin bitirsîne, dijmin bişkîne.

Çiqasî hêza me hebe jî, em di warê înşayê de mezin bibin jî heger ku dijmin hêna bi vî şeklî êrîş dike naxwe hêna di hin waran de me lawaz dibîne. Wê çaxê bi qasî tespîta dijmin, analîza dijmin, lazim e em karibin li xwe jî vegerin û valatiya ku derfeta vê êrîşê dide qepat bikin.

Em bizanin, dema ku me wekî gel got, “em yek in”, wê çaxê ne êrîşên wisa bizdonek, namerdane, hemû cîhan jî dema ku wê êrîşek bi ser me de were dê bi hezaran, bi milyonan caran bifikire. Wê ne bi me bifikire, wê esas dîsa bi xwe bifikire. Yekane rêya serketinê jî, rêxistinbûna gel e, yekîtiya gel e, Şerê Gelê Şoreşgerî ye.

Serkeftin di rêya şehîdan de ye!