Rojnameya Ronahî

Nexşeyeke rûyan û Hawrê Mecîd

Li ser tuwalên gelek mezin, di van portreyan de ya ku herî zêde xumamî bûye çav in. Xwediyên çavan weke ku bi çavên vala li mirovan binêrin. Weke ku perdeyek di navbera wan û dinyaya li derveyî wan de hebe û ew jî hewl bidin pişta wê perdeyê bibînin. 

Di hunerê heyî de xêzkirina portreyan, nîşandan rûyan her diçe kêm dibe. Hawrê Mecîd ê ku ji Silêmanî ye û ev 25 sal in li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê dimîne, guh nade vê yekê. Ew portreyên hevrê û dostên xwe bi rengê di bîra wî de mane, xêz dike. Di nava wan de hunermend jî gelek in, xasma şêwekar û şair.

Ji ber ku bîr bi demê re xumamî dibe, portreyên wî jî êdî ne portreyên yekser ên mirovan in: Ew bêhtir weke ku xeyalî bin, xuya dikin. Niha ew di pêşangeheke li Dusseldorfê, li avahiya Neuen Kunstraum tên nîşan dan: Li ser tuwalên gelekî mezin. Di van portreyan de ya ku herî zêde xumamî bûye çav in. Xwediyê çavan weke ku bi çavên vala li mirov binihêrin. Weke ku perdeyek di navbera wan û dinyaya li derveyî wan de hebe û ew jî hew bidin pişta wê perdeyê bibînin. Axir di encamê de tesîra portreyan li ser kesekî li wan binihêre wisa ye: hem xeyalî, hem bi rastî, hem jî razdar û zelûl.

Hawrê Mecîd (fermî Haure Madjid) sala 1975´an li Başûrê Kurdistanê, li Silêmaniyê hatiye dinê. Wî li Başûr şêwekarî xwendiye û tesîra realîstiye hişk a şêwekariya Rûs li ser wî heye. Piştî ku sala 1997’an ew bû penaber wî xwe hînî Elmanî kir û sala 1999´an li Akademiya Dusseldorfê hat qebûlkirin. Wî li ber destê profesor Helmut Federle xwend. Ew esas hîna nû li ber destê Federle hîn dibe ku li huner, reng, firçe û tuwalê serwext bibe.

Rêzeberheman çêdike

Portreyên wî ji bilî tesîra li jor, wiha xuya dikin ku li derveyî demê bin, dikarin mirovên îro, beriya sedsalî û heta beriya 400 salan jî bin. Hinekî wan berhemên şêwekariya resmên welêt ên Rûsî ên salê 1930´î jî tînin bîra mirovan. Lê nexasim jî portreyên jinan hunerê îkonan ên ji dêrên beriya bi sedsalan jî bi bîra mirov dixin.

Ev rêzeberhemeke Hawrê Mecîd e. Ew bi rêzeberheman dixebite. Rêzeberhemên wî yên peyzajan jî hene. Ew wekî din xemlan jî çêdike û wî kitêbek li ser nebat, dever û dermanên gelêrî jî nivîsandiye. Di ser bernameyeke eyaleta NRW´ê wî li dibistanên amadehiyê dersa Huner jî da.

Niha tenê şêwekar e

Ew niha tenê şêwekar e. Beriya ku bi rengan xwe berda meydana tuwalên xwe, ew ser tuwalên xwe xweşik bi zemqaspî, gêç û çingoyê rast dike û hîna nû rengên zeytî li wan dixe. Lê ew weke ku rengên avî bi kar bîne, ziravik kar dike, ew pêşî li bendê dimîne ku tebeqeyên zirav heryekî ji wan zuwa bibe, beriya ku dest bi tebeqeyeke din bike. Encam jî ew perdeya li ser çavan, ew xumamîbûna di navbera rastî û xeyalê de ye.

Navneteweyî nû hat nasîn

Wî hîna nû xelata Villa-Romana wergirt û berê xwe da Florenzê, ew ê li wir deh mehan bimîne.

Axir pêşangeha wî heta 20´ê Sibatê li Dusseldorfê wê vekirî be. Kesên hez dikin, dikarin her pêncşem û în saet ji 15´an heta 20´an û her şemî û yekşem saet ji 14´an heta 18´an biçin serdana pêşangehê. Pêşangeh bê pere ye.

Ozgûr Polîtîka