Rojnameya Ronahî

‘TEV-DEM bingeha avakirina civakeke demokratîk û ekolojîk e’

Darîn Silê/Qamişlo

Tevî rewşa ku herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê têde derbas dibe, Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM di demeke wisa de, kongireya xwe ya çaran li dar xist û ji êrişan re bû bersiv.

Tevgera Civaka Demoktratî TEV-DEM di 2011`an de, da ku civaka Sûriyê ji aliyê hin hêzan ve neyê parçekirin, herwiha ji bo ku kombûnekê di navbera tevayiya pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê de çêke hat avakirin.

2006`an Komeleya Civaka Kurd li Rojavayê Kurdistanê li ser esasê azadiya Kurdistanê û demokrasiya Sûriyê hate avakirin. Lê di 2011`an de di kongreya yekê ya tevgera Civaka Demokratîk nav hat guhartin û bû Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM).

Derbarê armanca xwebatên Tevgerê, hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso da zanîn ku TEV-DEM tevgereke civakî ye û bi armanca avakirina civakeke exlaqî, polîtîk û ekolojîk dixebite û axaftina xwe wiha domand: “Em li ser bingeha sîstema wekheviya civakî, jiyana hevbeş, rêzdayîna ji pirrengiya çandî û parastina mafên tevayiya pêkhateyên civakê, kar û xebatê dikin. Di destpêka damezirandina tevgerê de me dest bi rêxistina civakê kir, da ku çand û nirxên demokratîk belav bibin û çanda xweparastinê bi cih bibe. Jixwe armanca tevgerê ew bû ku rola xwe ya aktîf û bandor di rêxistina civakê de bilîze. Ji bo wê jî Piraniya xebata tevgerê bi armanca rêxistinkirina komîn, meclisên bajar û herêmên Rojava bû. Herwiha me girîngî da berfirehkirina asta têkoşînê li Bakur û rojhilatê Sûriyê.”

Lidarxistina Kongreya çaran ya Tevgerê

Kongreya TEV-DEM’ê ya çaran di 5’ê Sibata 2022’yan li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran li Rimêlan bi dirûşma “Çanda demokratîk bi saziyên demokratîk bi pêş dikeve” de bi beşdarbûna 400 kesan, hate lidarxistin. Di kongrê de nûnerên ji tevahî rêxistinên siyasî, civakî, çandî, rûspiyên eşîrên Kurd, Ereb û Suryan amade bûn.

Derbarê mijarê de Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso ji rojnameya me re axivî û got, em her sê salan carek kongreya xwe li dar dixin. Me di 3`yê Tîrmeha 2011`an de li Rojavayê Kurdistanê kongreya xwe ya yekê li dar xist. Wê demê me Kongre li herêma Girkê bi beşdariya bi sedan welatparêz, jin, ciwan, rûspî û rewşenbîran li dar xist. piştî wê di 2014`an de me kongireya duduyan li dar xist, ya sisiyan jî 2018’an hat li darhistin. Niha jî me di 5 vê mehê de kongreya xwe ya çaran li dar xist. Herwiha gelek nîqaşên ji bo pêşxistina civak û çareserkirina aloziya Sûriyê hatin kirin û gelek encam û biryarên ji bo dema pêş hatin diyarkirin.

Encamên kongrê wiha ne:

-Mafên jin û ciwanan were misogerkirin; piştevaniya plan û projeyên taybet bi wan re were kirin.

-Azadiya giştî û mafên rêxistinên civaka sivîl werin geşkirin û parastin.

-Çanda demokratîk bi rêya bernameyên perwerdeyê di Akademiyên Civaka Demokratîk de were pêşxistin.

Civak di çarçoveya Saziyên Civaka Sivîl de were zanekirin û rola wê bikeve xizmeta berjewendiya giştî û edaleta civakî di avakirina yekitiya neteweyî de pêk were.

-Rihê hevkarî û çareserkirina nakokiyan bi rêyên dilxwazî werin geşkirin.

-Rêxistinên civaka sivîl di berhemdayîn û xizmetguzariyên civakî de werin çalakkirin.

-Têkiliya biratî, hevkarî û yekitiya di navbera rêxistinên civaka sivîl de li ser asta Sûriyê were xurtkirin.

-Piştevaniya mafên gelan di çarenûsa wan de were kirin.

-Têkoşîna ji bo vegera koçber û penaberan li bakur û rojhilatê Sûriyê were kirin.

-Têkoşîna ji bo tinekirina teror, bidawîkirina dagirkerî û terorê li herêmên dagirkirî were kirin.

-têkoşîn ji bo derxistina PKKê ji lîsteya Terorê were kirin.

Xerîb Hiso da zanin ku di kongreyê de pêşinyara hejmara endamên meclisê zêde bibe, hebû û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Pêwîstî hebû ku jimara kesên di meclisa tevgerê de were zêdekirin. Da ku em di vê salê xwe bigihînin beşeke mezin ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ji ber wê jî di encamê de hejamra meclisê Ji 64 endaman bû 80. Yên kordînasyonê jî ji 18 endaman bûn 30. Hrwiha wek hevserok jî li şûna Zelal Ceger, Roken Ehmed hat hilbijartin.

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso di dawiya axaftina xwe de got, civaka me pêwîstiya wê bi rêxistinê heye. Çimkî 11 sal in em di nava aloziyejkê de dijîn. Ji bo wê jî emê hewl bidin ku perwerdeyên nava civakê zêde bikin û xwe bighînin tevayiya pêkhateyan.