Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tirkiye, dixebite paşroja Sûriyê jî tarî bike

10/02/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di bin çavdêriya Rûsya û DYA’yê de qadên dagirkeriyê berfireh dibin
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

Serçeteyê DAIŞ`ê yê nû li herêma di binê parastina dewleta tirkî de hat kuştin. Berî niha Bexdadî jî li nêzîkî sînorê Tirkiyê û di binê parastina wê de hatibû kuştin. Sereçeteyên DAIŞ`ê baş dizanin ku di hedefa Amerîka, Koalisyonê herwisa Rûsya û rêveberiya Şamê de ne û li wan diğerin. Degel wî qasî bi çi baweriyê li Sûriyê dimînin? Hêzên dinyayê yên herî mezin li Sûriyê ne û tev jî dijminên DAIŞ`ê ne. Ji bo mayîna wan li herêmekê pêdiviya wan bi alîkariyê heye. Mal û gundên rêveberên DAIŞ`ê lê dimînin ne ji aliye hêzên leşkerî yên DAIŞ`ê ve tên parastin. Wê deme xwe dispêrin kê? El Nusra? Ne mûmkin e. Lewra yên El Nusra jî bi rê ve dibin di hedefê de ne û nikarin serçeteyên DAIŞ`ê biparêzin.

Çawa ku bi hêsanî wê bê fêmkirin DAIŞ di binê parastina dewleta tirkî de ye. DAIŞ wan herêman ji bo xwe ewle dibine. Lê dema hêzên weke Amerîka êrişî wan dikin nikarin li wan xwedî derkevin. Dema dewleta tirkî li ser sûc tê girtin û têkiliya wê ya bi DAIŞ`ê re diyar dibe, daxuyaniyê dide û diyar dike ka çiqas li hemberî DAIŞ`ê têkoşînê dike. Derew û durûtî bûye taybetiya Erdogan û rêveberên dewleta tirkî. Dema DAIŞ`ê êrişî Hesekê kir herêmên di binê dagîrkeriya Tirkan de pir hat bikaranîn. DAIŞiyên di şer de hatîn girtin gelek tişt gotin. DAIŞî pir bi hêsanî dikarin bikevin herêmên dagîrkirî û derkevin. Li wir dikarin amadekariya xwe bikin û bimînin. Herêmên dagîrkirî ji bo wan herêmin ewle ne.

Dewleta tirkî li Sûriyê di nava her kare qirêj û tarî de ye. Ne tenê di navê de ya di navenda wan de ye. Li Sûriyê dema şer dest pê kir rêveberiya Erdogan sînorê xwe ji hêzên çekdar re vekir. Bi hezaran DAIŞî ji gelek deverên dinyayê derbasî Sûriye û Iraqê bûn. Sûriye xistin nava gereke bixwîn. Sûriye hat talankirin. Ya serkêşî ji vê re kirî dewleta tirkî bû.

Lê rêveberiya Erdogan bi vê têr nebû. Bi lihevkirina bi Amerîka û Rûsya re dest bi dagîrkirina erdê Sûriyê kir. Bi dagîrkirina Efrînê û Serê Kaniyê nesekinî. Çiqas kiryarên dermirovî hene imzeya xwe avêt binê tevan. Li herêmên Kurdan dest bi qirkirina neteweyî kir. Li dinyayê serkêşiya dijminiya Kurdan domand. Yekê Sibatê Êzîdiyên ji komkujiyên DAIŞiyan rizgar bûyîn û Şingal bi balafiran bombebaran kirin. Heman şevê kampa Mexmûrê jî bombebaran kir. Lê ne ev tenê êrişî herêma Dêrikê ya Rojava jî kir. Sedema bingehî ku ji destpêkê ve dewleta tirkî êrişî Rojava dike dixwaze destkeftiyên Kurdan ji holê rake û wan tine bike.

Dewleta tirkî bi serê xwe nikare li Sûriyê bixe û dagîr bike. Hêza wê têrê nake. Lewra hêzên dinyayê yên mezin lê bi cî bûne û qada hewayî di navbera xwe de dabeş kirine. Bi qada hewayî Tirk nikarin bikevin Sûriyê û şer bikin. Eger em bala xwe bidinê çeteyên li dora xwe kom kirin di parastina herêmên dagîrkirî de bi kar tîne. Wan di şer de dide pêş û dide kuştin. Leşkerên xwe nadin pêş. Ev çete bi serê xwe derbarê paşroja Sûriyê de nikarin yek biryarê bidin. Tev di destê Tirkan de piyon in. Çawa ku hat dîtin şandin şerê li Libya û Ermenistanê jî.

Dewleta tirkî ji bo tinekirina Kurdan û temamkirina stratejiya qirkirinê, li rex şer armancên wê yên din jî hene. Li herêmê qeyraneke mezin heye. Iraqû Sûriye lewaz bûne. Dixwaze ji vê sûdê bigire û li Rojhilata Navî serdestiyê ava bike. Li Rojhilata Navî û Sûriyê çiqas aIxwanî hene tev kişandine cem xwe. Herwisa çeteyên El Nusra, DAIŞ`ê jî li herêmên dagîrkirî kom kirine. Wan hem ji bo êrişa ser Kurdan bi kar tîne, hem li hemberî dewletên erebî kirine amûrên gefxwarinê. Ji bo Sûriyê jî planên wê yên taybet hene. Dibêje, êdî ti kes bê min nikare li Sûriyê gavê biavêje. Di vê gotina xwe de rast dibêje. Bi taybetî Rûsya bi politikaya xwe Tirkiye kirye xwediya Sûriyê û şirîkê wê.

Tirkiye bi awayekî eşkere bi navê El Nusra diaxive. Ji bo parastina wan bi dehhezaran leşkerên xwe xistine wir. Li hemberî artêşa Sûriyê ji çeteyan artêşekê ava dike. Li herêmên dagîrkirî bi dehhezaran çete bi cî kirine. Vê bi xêra bavê xwe nakin. Ku Sûriyeya nû radestî wan neke jî dixwaze wan bike şirîkên desthilatdariyê. Li dû wê ye ku li Sûriyeya nû bibe xwedîgotin. Ji ber wê her tim dixebite ku nava Sûriyê tevlîhev bike û qeyranê kûrtir bike herwiha pêşiya hewldanên aştiyê bigire. Bi kurt û cewher rola Tirkiyê ya bingehî ya li Sûriyê ne çêkirin xerabkirin û birêxistinkirina xerabiyê ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.