Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Wê qehremaniya QSD`ê her tim planên dagîrkeran pûç bike

10/02/2022
in Uncategorized
A A
Wê qehremaniya QSD`ê her tim planên dagîrkeran pûç bike
Share on FacebookShare on Twitter

Jiyan Ebas-Qamişlo

Endama Kongreya Star Menîca Heyder êrişên dewleta tirkî ya dagîrker şermezar kirin û got, dewleta tirkî bi êrişên xwe nikare îradeya me bişkîne û projeya me ya demokratîk têk bibe.

Bi armanca şkandina vîna gelên herêmê û têkbirina projeya biratiya gelan, dewleta tirkî ya dagîrker êrişên xwe yên ser bakur û rojhilatê Sûriyê didomîne. Di nava bêdengiya cîhanê de, dagîrkerî û çeteyên wê, gefên xwe li ser herêmê zêde dikin û ji bo qirkirina gelên herêmê bi hêzên navdewletî re di nava bazarê de ye.

Derbarê mijarê de Endama Kongreya Star Menîca Heyder, diyar kir ku ji destpêka krîza Sûriyê ve, dewleta tirkî ya dagîrker gefên dagîrkirinê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dixwe û axaftina xwe wiha domand: “Dewleta tirkî ya dagîrker, dixwaze xwe li bakur Sûriyê bi cih bike û siyaseta xwe li ser vê bingehê dide meşandin. Tirkiye li ser asta Rojhilata Navî wek dewleteke neteweperest û faşîst tê nasîn. Her dem hewl dide vegere serdema Osmaniyan û herêmê bixe binê desthilata xwe. Rayedarên Tirk li dû xeyalên dagîrkirinê ne û bi şev û roj planan saz dikin.  Dewleta tirkî ya faşîst dixwaze ji krîzên Rojhilata Navî sûdê bigire û dagîrkirina xwe li herêmê fireh bike.”

`Armanca sereke ji êrîşan têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e`

Menîca diyar kir ku li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê siyaseteke qirêj tê meşandin û wiha axaftina xwe domand: “Destê gelek aliyên herêmî û navneteweyî di vê siyasetê de heye. Lê dewleta tirkî ya dagîrker di van polîtîkayan de rola sereke dilîze. Istixbarata hikûmeta Şamê jî di van komplo û siyasetan de cih digire û ev yek di bûyera vê dawiyê ya zindana Sînaa ya Hesekê nîşan da. Armanca sereke ji van êrişan têkbirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li bakur û rojhilatê Sûriyê ye. Lewra ev proje li dijî zihniyeta şovenîst e ku bi sedê salan e li herêmê serdest e.”

Menîca Heyder di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dijminên me bi sedsalan e dixwaze îradeya me bişkîne. Ji ber vê yekê em dibînin ku ji hemû aliyan ve êrişî me dikin. Dewleta tirkî ji bo şikandina projeya me hêzê dide çeteyên DAIŞ’ê. Lê qehremaniya ku hêzên QSD’ê nîşan didin, her tim van planan pûç dike û nahêle ku bigihin armanca xwe.”

`Emê li ser axa welatê xwe bimînin û destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin`

Menîca Heyder teqez kir ku dewleta tirkî çiqasî êrîşên xwe zêde bike wê ti carî nikaribe bi êrişên xwe yên ser bakur û rojhilatê Sûriyê îradeya wa bişkîne û berxwedana gelê wa bidawî bike û got, emê bi îrade û hêza xwe li hemberî van êrişan bisekinin, destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin û li ser xaka welatê xwe bimînin.

`Yekîtya gelên herêmê wê serkeftinê misoger bike`

Menîca Heyder êrişên dagîrkeriya tirkî wek dewama planên parçekirina xaka Sûriyê bi nav kir û wiha axivî: “Dewleta tirkî ya dagîrker li ser gelên Sûriyê polîtîkayên qirêj dimeşîne û ev bûye sedema wêranbûna Sûriyê. Dixwaze projeya xwe ya dagîrkirinê fereh bike û careke din derfetê bide çeteyên DAIŞê ku li ser xaka Sûriyê bihêz bibe û komkujiyan bike.”

Menîca bal kişand ser girîngiya projeya Neteweya Demokratîk ya çareserkirina pirsgirêkên herêmê û axaftina xwe wiha qedand: “Proje û fikrê Neteweya Demokratîk, ji gelên Rojhilata Navî re xelasiya ji dagîrkerî û serdestiyê ye. Ji ber wê divê gelên herêmê li gorî wê xwe pêş bixin û nirxên hatîn bidestxistin biparêzin. “

Post Views: 33
ShareTweetPin

Herî Dawî

Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
Hemû cureyên wêjeyê dinivîsin yekê jî nabin serî
QUNCIK NIVÎS

Cejna Zimanê Kurdî..Ne Rojeke, Hemû Rojên Salê

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.