Rojnameya Ronahî

Girtîgeha xwêran…..derba nekuje bihêztir dike

Dilyar Cizîrî

 

Pêşiyên Kurdan dibêjin, derba te nekuje te bihêz dike. Li ser plana êrişa li dijî girtîgeha Hesekê ev gotin, cih digre. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li ser sêleke sor şûneke cemidî afirand û jiyana bi milyonan welatiyên ji hemû pêkhateyan parastiye, ne li xweşiya dewleta Tirk, Hikûmeta Şamê, Rûsiya û Îranê ne. Ev hêzên behsa mijarê di meydanê de xwedî proje ne, Rêveberiya Xweser û serkeftina wê hemû planên wan vala derdixe. Di serî de jî ev yek ji bo dewleta Tirk derbasdar e.

Ji lewma bi hêz û planeke mezin êrişa girtîgeha Xwêran a Hesekê ku bi hezaran girtiyên DAIŞ’ê tê de hatine bi cihkirin, kirin. Di serî de dewleta Tirk bi vê planê armanc dikir, dena Hesekê bikeve destê DAIŞ’ê, bi behaneya ewlekariya xwe wê ji milê Til Temir û Êyn Îsan êrîşeke berfireh daba destpêkirin. Tişta vê rastiyê isbat dike jî, di roja êrişî de ji saetên sibê ve dewleta Tirk hejmara çeteyên xwe yên li gundên dagirkirî yên nêzî Til Temir zêde kirin. Heman tişt li derdora Ên Îsa jî hatibû kirin. Ji xwe li Eyn Îsa êrîşeke dijwar hate kirin.

Hikûmeta Şamê, ku çarkoşeya wê ya Ewlekarî li nava bajarê Hesekê heye, hêzên wê tenê di navbera 1-2 kîlometr dûrî girtîgeha Xwêran in. Armanca wê ji ew e bi vê êrîşê para xwe ji Hesekê û herêmên din bigre. Tişta vê rastiyê jî isbat dike, welatiyên Hesekê dîtin, roja êrişa DAIŞ’ê ji saetên sibê ve leşkerên hikûmeta Şamê di nava liv û tevgerê de bûn û bendên xwe bi hêz kiribûn.

Ne tenê wiha lê belê agahî belav bûn ku hejmarek çeteyên Insar El-Emin El-Eskerî (çete ne girêdayî rêjîma Baas in) winda bibûn. Ew ne windane, ya rast wan jî cihê xwe di êrişê de girtin.

Di vê hevkariya dewleta Tirk û hikûmeta Şamê de, rola navbênkar a Rûsiya ye. Wê li gorî berjewendiyên xwe herêmên Rêveberiya Xweser di navbera hardû aliyan de par ve bike. Yenî Rûsiya jî beşekî sereke yê vê plana qirêj e. Istxbaratên hersê welatan plan ji êrişa Girtîgeha Xwêran a Hesekê dan destpêkirin. Tişta van xalan piştrast dike jî, ragîhandinên hersî welatan bi êrişê re ketin dewrê û dest bi reşkirina hêzên QSD’ê kirin.

Rola Amerîka û Koalîsyona Navdewletî jî di vê êrişê de ew e ku heta niha bi awayekî cihî beranberî rewşa metirsîdar a girtîgeh û kampên girtiyên DAIŞ’ê û malbatên wan erka xwe pêk neanîne. Tevî baş dizanin, dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ji Serêkaniyê û Girê Spî şaneyên DAIŞ’ê fînase û perwede dikin. Lê carde jî wekî teyrê Neama serê xwe kirine axê û ji bo berjewendiyên xwe naxwaz in vê rastiyê bibînin.

Şervanên QSD’ê û hêzên Asayîşê û li pişt wan gelê Hesekê hejmarek mezin şehîd û birîndar dan û plan vala derxistin. Bê guman valaderxistina vê planê wê wiha neçe, wê rewş piştî êrişa girtîgeha Hesekê ne wekî beriya wê be. Têkçûna planê wê di navbera şirkên dijber Rûsiya, Tirkiyê û Hikûmeta Şamê de nakokyan zêdetir bike. Di heman demê de Amerîka û kolaîsyona Navdewletî ji niha û şûn ve wê mecbûr be hinekî be jî erka xwe ya beranberî dosya DAIŞ’ê  bi cih bîne. Ji bo wê jî wê mecbûr bibin piştgiriya xwe ya bi Rêveberiya Xweser de zêde bike. Encamên wê ji niha bi vekirina deriyê Fîşxabûr (Sêmalka) re diyar dibe.