Rojnameya Ronahî

Dagîrkeran hê serkeftina Kobanê û şkestina DAIŞ`ê qebûl nekirine

Serbest Etê/Qamişlo

Kobanê berxwedana li hemberî DAIŞ’ê, ji çarçoveya bajarekî derxist û ji bo gelê Kurd bû rûmet û hebûn. Dewleta tirkî ya dagîrker jî bi êrişên bênavber dixwaze DAIŞ’ê jinûve zindî bike, vîna gelên herêmê û pergala Netewya Demokartîk bişkîne.

 

Êrişên çeteyên Tirkiyê

Sala 2014`an Sûriye ber bi tarîtiyê ve diçû. Lewra hêzên çekdar yên qaşo li dijî Hikumeta Şamê bi tevayî ji aliyê dewleta tirkî ya dagîrker ve hatin kontrolkirin. Ev çete, bi awayekî eşkere ji bo xizmeta projeyên dewleta tirkî ya dagîrker hatin bikaranîn.

Tirkiye bi riya çeteyên El-Nusra, Ehrar El-Şam û DAIŞ`ê sala 2012`an êrişî Efrîn, taxên Şêxmeqsûd û Eşerfiyê kir. Di heman demê de êrişî Serê Kaniyê (8`ê Mijdara 2012, Çile û Îlona 2013`an) kir. Tirkiyê bi serkêşiya Erdogan û bi riya van çeteyan li seranserê sînorê Rojava ji Tilkoçer (27ê Cotmeha 2013’an) ku ji DAIŞ û EL-Nusra hatibû rizgarkirin heta Efrînê bênavber êriş dikir û hewl dida Rêveberiya Xweser bişkîne. Lê bi ser neket.

Bi êrişa ser Kobanê xwestin derbeke siyasî û leşkerî li şoreşa Rojava bixin

Di serî de dewleta tirkî ya dagîrker, hin hêzên herêmî û yên navneteweyî ji bo belavbûn û dagîrkirina herêmê, ji DAIŞ`ê re atmosefreke guncaw ava kirin. Di nava çend rojan de artêşa Şam û Bexdayê sala 2014`an herêmên fireh û bajarên mezin (Reqa û Mûsil) bêşer radestî DAIŞ`ê kirin. Di encamê de gelek cebilxane û çekên giran ketin destê çeteyên DAIŞê. Piştî wê êrişên li ser Xweseriya Demokartîk û gelê Kurd ketin rewşeke din.

Kobanê wê demê hem ji milê Girê Spî, hem ji milê Sirîn, hem ji milê başûr ve ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve dorpêçkirî bû. 15ê Îlona 2014an DAIŞê bi dehhezaran çekdarên xwedîezmûnên leşkerî -yên berê li Efxanistan û Iraq şer kirîn ku di sînorê Tirkiyê re derbasî Sûriyê bûbûn- û bi dehan tankên ji artêşa Sûrî û Iraqê standîn êrişî Kobanê kirin. Bi vê êrişê, armanca Tirkiyê û DAIŞê ew bû ku bajarê şoreşa 19ê Tîrmehê jê dest pê kirî dagîr bikin û derbeke siyasî û leşkerî li Rêveberiya Xweser bidin û pêşiya têkçûna DAIŞ’ê bigirin. Li gorî serçeteyekî DAIŞ`î -ku 2017an ji aliyê QSDê ve hat girtin- jimara çeteyên DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê dema êrişa ser Kobanê gihîştibû 300 hezarî.

Berxwedana Kobanê bû Hêviya cîhanê ku ji DAIŞê xilas bibe

Li dijî vê hovîtiya mezin, hişmendiya qirkirinê û çekên giran yê DAIŞ’ê, şervanên YPG-YPJ’ê û gelê Kobanê bi vîneke azad û bi çekên sivik pêşengiya berxwedana dîrokî kirin û şerê têkbirina DAIŞ’ê li Kobanê dest pê kirin. Berxwedana Kobanê nîşanî cîhanê da ku şervanên azadiyê dikarin serkeftinên mezin li dijî komên herî dijwar bi dest bixin. Kobanê bi qasî ku bû sembola berxwedanê, ruhê yekîtiya gelê Kurd ya neteweyî jî zindî kir. Lewra ji çar aliyên Kurdistanê, ciwanên Kurd mîna lehiyê berê xwe dan wargeha berxwedanê. Vê berxwedana dîrokî, wisa kir ku çavê cîhanê bê ser Kobanê û bibe çavkaniya cîhanê ya hêviya xelasiya ji DAIŞê. Ji ber wê 1`ê Mijdara 2014`an Roja Cîhanî ya piştgiriya Kobanê hat ragihandin û wêneyên şervanên azadiyê li kolanên bajarên herî mezin yên cîhanê hatin daliqandin. Têkçûna DAIŞ li Kobanê, kilîta têkbirina DAIŞ`ê xist destê şervanên azadiyê û Adara 2019`an li Baxoza Dêrazorê di aliyê erdnîgarî de ji holê rakirin.

Kobanê ji dijmin û dostan re teqez kir ku çeka herî xurt û serkeftî, vîna azad ya gelan e.

Piştî derbasbûna ewqas dem ser têkçûna DAIŞê re, Kobanê hê rastî êrişan tê. Vê carê êrişkar ne DAIŞ e, çêkera wê dewleta tirkî ya dagîrker e. Gelo çima Kobanê?

Kobanê bajarê yekê bû ku Rêber Apo derbasî wê bû û li Rojava himbêza xwe ji Tevgera Azadiyê re vekir. Bi vê jî bû dergehê tevlîbûna gelê Rojava ya Şoreşa Azadiyê. Herwisa xwediya çirûska yekê ya şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012an bû. Bi berxwedana xwe ya li hemberî DAIŞ`ê hat naskirin. Şoreşa Rojava û projeya Rêveberiya Xweser wek projeyeke serkeftî bi cîhanê da nasîn. Li hemberî êrişên çeteyên DAIŞ’ê -ku artêşên dewletên mezin li pêşiyê serî danîn û reviyan-  Kobanê serî dananî û şkand. Têkçûna DAIŞ`ê li Kobanê, riya têkoşîna azadiyê nîşanî mirovayiyê kir. Kobanê ji gelê Kurd û azadîxwazan re ji çarçoveya bajarekî derket û bû rûmet û dîrok. Kobanê ji dijmin û dostan re teqez kir ku çeka herî xurt û serkeftî, vîna azad ya gelan e.

Ji ber ku vîna gelan ya azad bi ser ket, dagîrker vê qebûl nakin

DAIŞ projeyeke dewleta tirkî ya dagîrker bû û bi belgeyan ev hat teqezkrin. Tirkiye di sînorê xwe yê başûr yê bi Sûriyê re bi dehhezaran çete, alav û pêdiviyên leşkerî derbas kirin û çete li ser erdê xwe perwerde kirin. Lê ji ber berjewendiyên qirêj yên hêzên navnetweyî helwesteke pir şermoke derket.

Binketina DAIŞ`ê wek binketina dewleta tirkî ya dagîrker tê hesibandin. Ji ber wê dixwaze hem bi êrişên xwe yên bi balafir, tank û topan hem bi zindîkirin DAIŞ`ê tola xwe ji Kobanê hilîne. Dixwaze vîna azad ya gelan û projeya Rêveberiya Xweser di kesayeta Kobanê de bişkîne. Projeya wê ew e ku gelê wê bide koçberkirin. Lê gelê Kurd rûmeta xwe ji bîr nake û weke ku li hemberî DAIŞ`ê serî dananî, wê li hemberî êrişên dewleta faşîst ya tirkî jî daneyne.