Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Li pişt êrişa DAIŞ`ê Tirkiye heye`

26/01/2022
in Uncategorized
A A
`Li pişt êrişa DAIŞ`ê Tirkiye heye`
Share on FacebookShare on Twitter

Darîn Silê/Qamişlo

Ferhan Dawid: Dewleta tirkî nikarî bi êrişan hêza me bişkîne. Ji bo wê dixwaze DAIŞ’ê jinûve zindî bike û bi destê çeteyan gel qir bike. Amerîka û Rûsya jî qaşo ji bo şerê DAIŞ’ê hatine bakur û rojhilatê Sûriyê, lê mixabin heta niha erkê xwe pêk neanîne û li dû berjewendiyên xwe ne.

 

Dewleta Tirkî ya dagîrker dixwaze careke din li bakur û rojhilatê Sûriyê DAIŞ`ê zindî bike. Herî dawî bi piştgiriya wê çeteyan êrişî girtîgeha Xiwêran ya Hesekê kirin û xwestin li herêmê gel bitirsînin û tevlîheviyê derxin.

Derbarê mijarê de Hevserokê Ofîsa Rêxistinkirinê ya Tev-Dem Ferhan Dawid da zanîn ku Tirkiye dixwaze bi riya çeteyên DAIŞê herêmê bixe binê bandora xwe û axaftina xwe wiha domand: “Dewleta tirkî bi tevayiya hêz û hewldanên xwe dixwaze îradeya gelê Kurd bişkîne û Rêveberiya Xweser ji holê rake. Herwiha naxwaze fikirê demokratîk di nava gel de belav bibe. Berî niha jî çiqas hewl da ku me tine bike lê nikarîbû. Ji ber wê çeteyên DAIŞ’ê yên veşartî bi kar anîn û xwest êrişî bajarê Hesekê bike. Bi taybetî girtîgeha Sînaa ku nêzî 3 hezar û 800î çete tê de ne. Jixwe her kes dizane ku ev girtîgeh weke bombeyekê li Hesekê ye. Eger biteqe wê xetereke mezin li ser bakur û rojhilatê Sûriyê çêke.”

Ferhan got, li cîhanê alîgira sereke ya DAIŞê dewleta tirkî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji destpêkê heta niha baş xuya ye ku, ya serkêşiya DAIŞê dike dewleta tirkî ye. Herwiha Tirkiye wan perwerde dike û derfetê dide ku derbasî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bibin û êrişî gelê herêmê bikin. Ji ber ku êrişên dewleta tirkî li herêmên me şikestin, dixwaze careke din DAIŞ’ê zindî bike û gelê bakur û rojhilatê Sûrî bixe tehlûkê û wan koçber bike.”

`Xuya ye ku her tişt plankirî ye`

Ferhan da xuyakirin ku armanc ne girtîgeha Xiwêran tenê ye û ev li axaftina xwe zêde kir: “Rast e girtîgeha Hesekê bû amanc, lê amanc ne Hesekê tenê bû. Armanc ew e ku DAIŞ’iyên zindanê di nava herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê de belav bikin û şerekî dijwar bidin derxistin. Êrişa vê dawiyê çêbûyî diyar e ku berî niha hatiye plankirin. Çimkî her kes dizane ku ev girtîgeh bi rengekî baş dihat kontrolkirin û ti kesî nikariya ji hundirê wê bireve. Lê ne di hundirê wê de li derveyî wê hazirî hatibû kirin û çekên giran ji çeteyan re hatibûn peydakirin. Xuya ye ku tev ji milê Tirkiyê ve hatine amadekirin. Lewra dema bûyer qewimî Tirkiyê ji aliyekî din ve êrişî Til Temir, Eyn Îsa û Şingalê kir. Xuya ye ku her tişt plankirî ye. Lê tevî ewqas hazirî û planan armanca Tirkiyê bi ser neket. Çimkî hêzên parastinê berxwedaneke mezin kirin û rewş kontrol kirin. Hin çete li derdora girtîgehê mane lê ew jî dorpêçkirî ne û wê di demekê kurt de bên kontrolkirin.”

`Hêzên qaşo ji bo tinekirina DAIŞ’ê li vir bêdeng in!`

Ferhan diyar kir ku Amerîka û Rûsya li hemberî kiryarên DAIŞê bêdeng in û wiha got: “Amerîka û Rûsya jî qaşo ji bo şerê DAIŞ’ê hatine bakur û rojhilatê Sûriyê. Lê mixabin heta niha her duyan jî erkê xwe pêk neaniye û li du berjewendiyên xwe ne. Jixwe Rûsya li planan digere ku Rêveberiya Xweser ji holê rake. Bûyera li Hesekê qewimî eger hêzên YPG û YPJê kontrol nekiribûna wê li her derê feleker çêbûya. Herwiha wê ‘çeteyên razayî’ li her derê derketana, bi taybet li milê hol û Şedadê. Ji bo wê jî divê Amerîka û Rûsya di van bûyeran de rola xwe bilîzin û bi cidiyet nêz bibin. Çimkî heta niha ne Rûsya ne jî Amerîka li ser mijara DAIŞê nesekinîne. Ma emê heta kengê çeteyên walatên derve xwedî bikin. Rast e Rêveberiya Xweser erkê xwe yê mirovî dike û van çeteyan di li girtîgehê dihewîne, lê divê êdî her walat li çeteyên xwe xwedî derkeve û em ji van çetan xilas bibin. Em her tim bang li hêzên navneteweyî dikin ku vê pirsgirêkê çareser bikin. Eger welat çeteyên xwe bibin wê gel bixwe aloziya walatê xwe çareser bike û ev hêza gel û rêveberiya wê heye. Lê mixabin ti kes li vê pirsgirêkê xwedî dernakeve û naxwazin ev pirsgirik çareser bibe. Ji bo wê jî divê hêzên ku li vir weke Amerîka û Rûsya despêkê li erkê xwe xwedî derkevin. Çimkî eger rewş wiha dewam bike wê alozî dewam bike û belavî cîhanê jî bibe.”

Hevserokê Ofîsa Rêxistinkirinê ya Tev-Dem’ê Ferhan Dawid di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku erkê xwe pêk bînin got, dijminê me dijminekî hov e, bi hovîtî êrişî me dike û dixwaze me tine bike. Ji bo wê divê gel şiyar be û berxwedana xwe xurt bike.


 

Post Views: 54
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.