Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xweziya di 2021’ê de…..

02/01/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Lîsteyeke “Terorê” ya Kurdan jî heye
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

 

Di jiyanê de gelek caran peyva ‘xweziya’ tê bikaranîn. Ev peyv; Poşmanî… Jibîrkirin… Kêmasî… Xemsarî… Tirs… Westan û nedîtina pêşerojê ye.

Di  destpêka sala 2021’ê de me soz dabû xwe ku wê kêmasiyên salek berê neyên dubarekirin. Diviya ew kêmasî bihatina telafî irin û di sala nû de hedefên mezintir me bida pêş xwe. Dema ku em îro derbasî sala 2022’yan bûn, em vegeriyan me li dû xwe nihêrî û me dîsa got; ‘xwezila’.

Sozê ku me di sala 2021’ê de dabû xwe me pêk neanî. Hedefên mezin li dera hanê me kêmasiyên salek berê  jî telafî nekir û zêde kirin.

Di sala 2021’ê de me çi nekirin?

Me Kurdistan azad nekir. Rêber Apo azad nebû û tecrîdê dewam kir. Me dawî li desthilatdariya Erdogan neanî. Li girtîgehan di rewşa girtiyên siyasî de tu  guhertin çênebû. Li Rojavayê Kurdistan û li gelek deverên din, me pêşî li êrişên dewleta Tirk a dagirker negirt. Me Efrîn û Serêkaniyê rizgar nekirin.

Me pêşî li şewitandina daristanan û xerakirina goristanan negirt. Ji bo yekitiya netewî ewqas hewldan hebûn, me nikaribû PDK’ê tevlî nav van xebatan bikin. Me nikaribû PDK’ê ji nav lepên dijmin ji xeletiyê wan rizgar bikin. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên dagirkeriyê hebûn, me bi qasî qîm bike piştgirî neda gerîla. Gelek caran em li cenazeyê şehîdên xwe derneketin. Li gelek deverên Kurdistanê ewqas sîxûr û ajan bi cîh kiribûn me nikaribû pêşî li sûîqestên dijmin bigirin. Derfetê mezin çêbûn ku em dîplomasiya xwe bi pêş vebixin lê me ev xebatên xwe sînorkirî hişt.

Di sala 2022’an de divê em çi bikin?

Dive doza Kurdistan çareser bibe. Ji bo vê yekê jî pêdivî bi têkoşîneke xurt heye. Divê herkes tevlî vê têkoşînê bibe. Pêngava Dem Dema azadiya Rêber Apo ye, dive îsal bigihîje hedefa xwe. Serê her tiştî divê piştgiriyek û xwedî derketineke mezin bidin gerîlayê Kurdistan ta kî çawa di sala 2021’an de destûr neda dijmin ku di xaka me de bi cîh bibe, bila bi vê hêzê dijminê li Kurdistan berteraf bike. Dive Efrîn û Serêkaniyê jî tê de hemû heremên hatine dagirkirin werin rizgarkirin. Divê kampanya ya ji bo PKK’ê ji lîsta Ewrûpa derbixin were xurtkirin û di dewsa PKK’ê de faşîzma Erdogan were bicîhkirin. Metirsiya ser Şengalê hîn jî didome. Dixwazin Peymana 9’ê Cotmehê ya 2020’an pêk bînin. Li Şengalê berxwedaneke heye û divê îsal ev berxwedan ji derve de were xurtkirin. Parastina Şengalê bi tenê ji xelqê Şengalêre neyê hiştin.

Lê di sala 2021’ê de hin serkeftin û tiştên baş jî hebûn. Ya herî şênber serkeftina gerîla bû. Dijmin bi hemû hêz û teknîka xwe dema di 23’yê nîsanê de êrîş da destpêkirin, di hedefa wî de li wê derê bicîhbûn û dorfirehkirina dagirkeriyê hebû. Gerîlayên Kurdistanê ev yek di çavê wan de hişt. Di pêvajoya şer de dema ku ji gerîla darbe xwar neçar man vekişiyan.

Li Tirkiyê jî di encama têkoşîna kurdan û hêzên demokratîk de, a niha faşîzma Erdogan li ber têkçûnê ye. Di sala 2022’yan de em ê bi hev re şahidiya berçem berçem çûna desthilatdariya Erdogan temaşe bikin.

Herî dawî ji bo ku em di dawiya sala 2022’yan de jî nebêjin xweziya, bi berpirsyariyeke mezin erk û peywira xwe ya li hember dîrokê pêkbînin. Heger em li ser hevdu peyva xweziya bikarbînin dîrokê me efû neke. Hêdî wê baweriya dostên me yên ku a niha roj bi roj hejmara wan zêde dibe jî nemîne. Bi daxwaza sala 2022’yan bibe sala azadiyê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.