Rojnameya Ronahî

 Welatiyên Qamişlo: Emê li ser axa welatê xwe bimînin

Jiyan Ebas-Qamişlo

Welatiyên bajarê Qamişlo êrişên deweleta tirkî ya dagîrker şermezar kirin û gotin, dewleta tirkî ya dagîrker bi êrişên xwe nikare îradeya me bişkîne û projeya me ya demokratîk têk bibe.

 

Di dewama êrişên dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê de, bi awayekî sîstematîk û di çarçoveya domandina şerê qirkirina gelên herêmê yên resen û têkbirina projeya biratiya gelan de, 25`ê Kanûnê bi balafireke bêmirov li rojhilatê Kobanê li taxa Şehîd Payman malek kir amanc. Di encamê de pênc walatiyên ciwan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn. Dewletên rojavayî qaşo bi navê demokrasiyê û parastina mafê mirovan bang dikin, lêbelê li ber çavê wan dewleta faşîst ya tirkî sûcên li dijî mirovayiyê dike û ew jî li dijî vê her dem xwe bêdeng dikin. Gelên herêmê bêdengiya wan bi rûreşî û hevkariya dagîrkeriyê bi nav dikin.

‘Emê li ser axa welatê xwe bimînin’

Ciwanê bi navê Ehmed Hemo êrişên dagîrkeriya tirkî û çeteyên wê yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got, dewleta tirkî wê ti carî nikaribe bi êrişên xwe yên ser bakur û rojhilatê Sûriyê îradeya me bişkîne û berxwedana gelê me bidawî bike. Emê bi îrade û hêza xwe li hemberî van êrişan bisekinin û li ser xaka welatê xwe bimînin.

Ehmed diyar kir ku armanca dagîrkeran qirkirina gelên herêmê ye û axaftina xwe wiha domand: “Dewleta tirkî ya dagîrker hovîtiya xwe ya li dijî gelên herêmê didomîne. Armanca wê jî qirkirina gelên resen yên herêmê ye. Tevî ku êrişên wê yên hovane tevayiya zagonên navneteweyî û pîvanên mafê mirovan binpê dikin, saziyên pêwendîdar yên Neteweyên Yekbûyî li hemberî van kiryaran xwe bêdeng dikin.”

Ehmed di dewama axaftina xwe de da zanîn ku ji dema gelên bakur û rojhilatê Sûriyê biryara parastina xwe dayîn ve, dagîrkeriya tirkî hewl dide bi her cureyê êrişan şoreşa gelan bihelîne û axaftina xwe wiha domand: “Dagîrkeriya tirkî bi behaneyên cuda êrişî şoreşa me dike. Armanca wê ew e ku xaka me dagîr bike û destkeftiyên gelên herêmê têk bibe.”

Ehmed Hemo bang li gelên herêmê kir ku ji bo têkbirina planên dagîrkeran yekîtiya xwe bihêz bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Pêwîst e her kes li hemberî planên dagîrkeriya tirkî hişyar be û divê bê zanîn ku emê bi projeya biratiya gelan dagîrkeran têk bibin.”

Emê destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin                                                    

Herwiha welatiya bi navê Menîca Heyder jî êrişên dewleta tirkî yên ser bakur û rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û wiha got: “Dewleta tirkî çiqas êrişên xwe zêde bike wê nikaribe armancên xwe pêk bîne. Em bi xaka xwe ve girêdayî ne û emê destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin.”

Yekîtya gelên herêmê wê serkeftinê misoger bike

Menîca Heyder êrişên dagîrkeriya tirkî wek dewama planên parçekirina xaka Sûriyê bi nav kir û wiha axivî: “Dewleta tirkî ya dagîrker li ser gelên Sûriyê polîtîkayên qirêj dimeşîne û ev bûye sedema wêranbûna Sûriyê. Dixwaze projeya xwe ya dagîrkirinê fereh bike û careke din derfetê bide çeteyên DAIŞê ku li ser xaka Sûriyê bihêz bibe û komkujiyan bike.”

Menîca bal kişand ser girîngiya projeya neteweya demokratîk ya çareserkirina pirsgirêkên herêmê û axaftina xwe wiha qedand: “Proje û fikrê Neteweya Demokratîk, ji gelên Rojhilata Navî re xelasiya ji dagîrkerî û serdestiyê ye. Ji ber wê divê gelên herêmê li gorî wê xwe pêş bixin û nirxên hatîn bidestxistin biparêzin. ”