Rojnameya Ronahî

Sala borî gelek projeyên xizmetgûzarî li herêmê hatin pêk anîn

Darîn Silê/Qamişlo

Di şoreşa Rojava de bi avakirina Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê, desteya Rêveberiya Xwecihî û Ekolojîk ya herêma Cizîrê hat avakirin. Ji wê demê ve gelek projeyên mezin yên xizmetgûzarî li Herêmê pêk anîn û heta niha jî bi kar û xebata xwe ya resen xizmeta gel dike.     

Desteya Rêveberiya Xwecihî û Ekolojîk referansa herî bilind ya şaredariyan û gelek rêveberî û komîteyên girêdayî wê ne. Nêzî 55 Şaredarî girêdayî wê ne. Herwiha ev deste siyaseta giştî, plan û programên stratejîk yên nêzîkatî û xebatên projeyên giştî yên şaredariyan diyar û amade dike.

Hevserokê Desteya Rêveberiya Xwecihî û Ekolojîk ya herêma Cizîrê Silêman Elî Ereb derbarê karê desteyê yê salekê de wiha axivî: “Wek Desteya Xwecihî û Ekolojîk, em hewl didin li gorî felsefeya Neteweya Demokratîk tev bigerin. Çimkî di milê kar û xebata xwe de, herwiha di avakirina projeyan de pêwîst e em fikrê Neteweya demokratîk bi kar bînin. Sala borî me gelek kar û xebatên xizmetguzariyê meşandin. Me gelek proje pêk anîn. Piraniya projeyên me di dawiya salê de hatin pêkanîn. Çimkî ji ber derengmayîna mîzaniyê projeyên me jî pêk hatin. Mîzaniya vê salê 2 milyon û 286 hezar dolar bû. Ji ber ev mîzanî ya projeya bû, me bi awayekî demokratîk li seranserî herêma Cizîrê belav kir. Herwiha bi riya civînan û li gorî daxwaz û pêdiviyên gel me projeyên salê diyar kiribûn.”

Projeyên sala borî yên pêk hatîn

Silêman Ereb behsa projeyên sala borî pêk anîn û yên pêk nanîn kir û wiha got: “Projeyên sala borî ji sedî 85 pêk hatin. Projeyên ku pêk hatin yên rê, avê û projeyên girêdayî Ekolojî û xwezaya  herêmê bûn. Projeyên sereke ku hatin kirin yên riya bûn, me riyên li nava gund û bajaran çêkirin herwiha hin riyên sereke wek riya Qamişlo û Heremê Şêxo, Qamişlo û Amûdê, riya Dirbêsiyê û diwelî û gelek riyên din li herîmê sererast kirin. Sala borî nêzî 50 hezar  qîr li ser erdê hat raxistin. Ji bilî projeyên rêya, me projeya serif sihî ya Hilko pêk anî, ew jî projeyeke mezin bû li ser asta herêmê bû. 2021`ê ji bo me saleke pêroz bû, çimkî cara yekê bû ku ava çemê Firatê dighêje bajarê Hesekê. Wek desteya Xwecihî û Ekolojîk, ji bo me serkeftineke girîng bû. Me gelek statoyên avê û cihên ku di encama şer de hatibûn xirabkirin nû kirin. Jixwe projeyên ku pêk nehatin ji wan projeya rêya navberî Hesekê û Amûdê bû, herwiha hin riyên giştî hebûn me nikarîbû sererast bikin. Çimkî ev rê erebeyên mezin têre diçin û eger qîra wan ne baş be zû xirab dibin. Hin proje jî ji ber ku em ketin demsala zivistanê de me nikarîbû pêk bînin. Lê di sala nû de hewldanên me hene ku berdewamiya van projeyan bikin û projeyên sala nû jî pêk bînin.”

Silêman Ereb da zanîn ku sala borî gelek alavên kar pêyda kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “me bi milyon û 200 hezar dolaraan alavên ji bo şaredariyan kirîn.  Çimkî Pêwîstiya şaredariyên me bi van alavên hebû. Alavên ku me kirîn, wek qelabe, GPS, sehrîcên serif sihî û alavên ji bo paqijkirina rêgalan bûn.”

Zehmetî û astengiyên sala borî

Silêman Ereb zehmetiyên ku di sala borî de bi wan re derbas bûn anî ser ziman û wiha got: “Ji bo şaredariyan saleke pir zehmet bû, lewra gelek rewşên cûda di nava salê de hebûn. Rewşa aboriya herêmê û kirîza wê, derengmayîna mîzaniya şaredariyan, rewşa aramî û seqamgerî, belavbûna nexweşiya Korona û qedexekirina çûnûhatinê, rewşa zihayiyê û tinebûna baranê; kêmbûna kesên pispor di nava şaredariyên me de. Jixwe rewşa herî girîng ewlehiya herêmê ye, her kes dizane ku rojane êriş li ser me tên kirin bi taybet bajarên ku niha di bin destê dagîrkeriya Tirkî de rojane xirabî li wan çêdibin, ev bandorê li me dike. Şerê herî bi bandor ku dewleta tirkî li ser me dimeşîne yê avê ye. Dixwaze bi qutkirina ava gelê herêmê bê hevî bike. Ji bo wê ev li pêşiya me dibûn astengî. Tevî astengiyan me heta asteke bilind kar û xebatên xwe dan meşandin û me projeyên pir mezin li herêmê pêk anîn.”

Mîzanî û projeyên sala 2022yan

Silêman Ereb projeyên ku ji bo sala nû diyar kirine bi lêv kirin û vê yekê li axaftina xwe zêde kir: “Mîzaniya me ya 2022yan 6 milyon û 675 hezar dolar e. Me ji bo sala nû jî gelek proje hilbijartine. Ji destpêka salê ve emê dest bi projeyan bikin. Vê salê projeyeke me ya zarokan jî heye ji niha ve me dest pê kiriye, emê navendek ji bo zarokên bê xwedî ava bikin. Da ku zarokên me li kolanan bê cî û war nemînin û paşerojeke baş ji wan re peyda bikin. Jixwe perojeya tenduristiyê ya li Enteriyê ew jî niha kar li ser tê karkirin, wê di 2022yan de bi dawî bibe. Riyên ku di çarçûveya giştî de wek riya Embara û ya Elî Fero ji ber ku ev rê çûnûhatin li wan zêde ye û zehmetî lê tên kişandin emê riyên nû li şûna wan vekin. Ji bo riya Qamişlo û Dêrikê, Qamişlo û Dirbêsiyê jî hewldanên me hene em wan firehtir bikin. Ji bilî wê di sala nû de emê bi hezaran dar li herêmê biçînin. Da ku xwezaya herêmê xweştir bibe. Ji bo avê jî emê hin statoyên xwe firehtir bikin bi taybetî statoya Şedadê û ya Mergedê, çimkî li ser çemê Firatê ne.”

‘Divê gel her tim alîkar be’

Hevserokê Desteya Rêveberiya Xwecihî û Ekolojîk ya herêma Cizîrê Silêman Elî Ereb di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji ber ku şaredarî ya gel e, pêwîste gel jî piştgiriya şaredariya xwe bike. Eger şaredarî darek biçîne, ku gel neparêze wê ev dar bimre û wê ji bo me nebe tiştek xweş. Di milê pêkanîna projeyan de jî divê gel alîkar be. Çimkî projeyên me gelerî ne û ji bo gel tên çêkirin.”