Rojnameya Ronahî

Sûriyê û ceribandina rêbazên ‵cuhayî‵ yên çareseriyê!

Idrîs Henan

 

zilamekî reben tevî hevjîn, 6 zarokan, xwesû û xezûrê xwe di odeyekê de dijiyan. Rewşa wî pir xirab dibe û bi şîretan berê xwe bide Xoce Nesruldîn ‶Cuha‶ ku çareseriyekê jê re peyda bike. Zilam gotinê nake didu û diçe mala Xoce Nesruldîn. Bi xemgîniya kesekî li benda hêviyekê be kulên dilê xwe ji Xoce re, weke teneyên tizbiyan li pey hev vedirişe. Xoce li halê wî dihizire û dibêje: ‶Pirsgirêka te gelek hêsan e. Tu çawa ji vir derket, kerekî bikire û tevlî xwe bike!‶. Zilam tavilê diçe kerekî peyda dike û li nîva malê dimexelîne. Piştî çend rojan ji nû ve berê xwe dide Xoce: ‶Xoceyê min; rewşa min xirabtir bû‶. Xoce gotê: ‶Vê carê miyekê bikire û bibe malê‶. Zilam mîhekê jî dikire û li nîva malê datîne. Pirsgirêk aloztir dibe? Dîsa li Xoce digere. Xoce: ‶Mirîşkekê tevlî xwe bikin‶. Zilam bi şîreta Xoce dike û mirîşkê jî dibe malê.

Mal dibe dojeh û fena gola herimî lê tê. Her tişt bi nav hev ketiye. Ne ter û ne hişk maye. Li serê zilam bû kolik. Ji kerban re diçe û li Xoce Nesruldîn digere ku birîna xwe derbirîne. Xoce lê dinêre ku ji hal ketiye, jê re dibêje: ‶Biçe kerê bifroş û piştî çend rojan were cem min‶ Zilam bi weseke Xoce dike û kerê difroşe. Çend roj derbas dibin berê xwe didiyê: ‶Wele Xoce hinek rewşa malê ji nav hav derket‶. Xoce dibêje: ‶Vê carê miyê bifroşe û carek din were gel min‶. Mirov miyê jî difroşe û piştî çend rojan berê xwe dide Xoce: ‶Melayê min; rewşa me hê baştir bûye‶. Xoce lê dinhêre û dibêjê: ‶Here mirîşkê jî bifroşe û binêr dê rewşa malê hê çawa baştir be?‶

Zilam mirîşkê jî difiroşe û qederek dem û roj derbas dibin heya ku berê xwe dide mala Xoce Nesruldîn. Lê îcar ken ji rûyê wî venaqete. Xoce jê dipirse: ‶Ka bêje rewşa malê çiqas baş bûye‶. ‶Xoceyê min destên te sax bin xwedê emrekî dirêj bide we, piştî ku ker, mîh û mirîşk ji nav me derketin rewşa malê gelek bêmînak bûye û têra me hemuyan kiriye‶?!

Dibe pêşgotin dirêj be lê ne tenê rewşa 2021‵an, tevahî deh salên derbasbûyî fena çîroka Xoce Nesruldîn û zilamê yekodeyî bûne. Li dirêjahiya Sûriyê ge ker, mîh û mirîşk dihatin kirîn û ge jî dihatin firotin. Lê dawiya dawî azweriyên gelên Sûriyê yên azadî û jiyana birûmet, bi van kirîn û firotinan re bi qasî peydakirina konekî bi çûk bûn û xweziya li rojên rejîmeke dîktator ên bê ker, mîh û mirîşk!

Çawa ku ‶Cuha‶ kir, îroj li Sûriyê ‶Xoceyên hegemoniya navendî‶ dikin. Hêzên mêtinger bi destekdana ji rejîmên faşîst ên dîktator re, hewl didin vîna gelên Sûriyê têk bibin. Tevî nakokiyên xwe li hev dikin û çavan li ber êrişên li dijî îradeya gelan dadimirînin ku teslîm bigirin.

Rêdanên ji êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sûîqestên çêdibin, civînên geh li Enqere, Tehran, Bexda û Şamê, geh jî li Cenvre, Astana, Sûçî, Mosko û Waşîntonê, li bazara hemuyan jî ker, mîh û mirîşêkên kolekirinê tên kirîn û firotin. Hewl didin bi rêbazên hegemoniya ‶Cuhayî‶ odeyên berê teng bi vekişandina ker, mîh û mirîşkên li serê vî gelî kom kiribûn, fireh nîşan bidin!. Çawa heya 2021‵an kirin wê bi sala nû ya 2022‵an re jî berdewam bikin ku baxçeya lawirtiya xwe firehtir bikin.