Rojnameya Ronahî

`Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî wê ti carî serî daneyne`

Serbest Etê-Qamişlo

Elî Urek got, dewleta tirkî ya dagîrker û hevkara wê PDK polîtîkaya reşkirina wargehê didin pêş û Iraqê jî dikişînin vê yekê, lê wê ti carî serî daneynin û li hemberî dagîrkeran wê têkoşîn bidome.   

 

Li ser polîtîkaya dijmin ya li dijî Wargeha Ş. Rûstem Cûdî (Mexmûr) Hevserokê Dîwana Meclisa Gel ya Wargehê Elî Urek ji me re axivî.

Urek diyar kir ku êrişên ser Herêmên Parastinê yên Medya, dorpêçkirin û êrişên ser Rojava, Wargeha Mexmûr û Şingalê ji tecrîda girankirî ya ser Rêber Apo ne qut in û wiha nirxand: “Ev kosepteke li dijî Kurdan e. Bi tecrîda girankirî dest pê kirin, xwestin dengê Rêbertiyê ji gel qut bikin û pişt re van polîtîka derxin holê. Dewleta faşîst ya tirkî plan û projeyên tinekirina gelê Kurd dihone û her tim xayînên weke PDKê jî li tenîşta xwe bi cî dike. Dorpêç û tecrida li ser Mexmûr jî bi hêceteke pûç ji aliyê PDKê ve hat despêkirin. Lê ya rast, armanca dewleta faşîst ya tirkî li Başûr planên dagîrkeriyê fireh bike ye. Ev bi berteka gel ve jî hat bersivdayîn.”

`Dewleta tirkî û PDK dixwazin hikûmeta Iraqî jî tevlî konsepta xwe ya li dijî Kurdan bikin `

Hevserokê Dîwana Meclisê Wargehê herwiha da zanîn ku ji rêgirtinê, berê xwe dan êrişên asîmanî û li dijî wargehê polîtîkayên qirêjtir dest pê kirin. Herwiha Elî da diyarkirin ku dagîrkeriya tirkî bi hevalbendên xwe re xwestin wargehê bidin belavkirin û axaftina xwe wiha domand: “Herî dawî sazkerên konseptê xwestin hikûmeta Iraqê jî tevlî van polîtîkayan bikin. Di van rojên dawî de hewldana têlkirina wargehê derket pêş. Lê ya rast ev ne biryareke fermî bû û ne li ser asta hikûmetê tê kirin. Lêbelê ji aliyê hin kesan ve bi serkêşiya PDKê ev hewldan pêk hat. Dixwezin vîna gelê wargehê têk bibin. Teqez li ser daxwaziya qaymeqamiya Mexmûr ev têlkirin derket holê. Jixwe ev demek e ji bo reşkirina wargehê li ser torên medya gotinên bêbext, ji rastiyê dûr pêş dixin.”

`Em di komkujiyan re derbas bibin jî emê rê nedin derdora wargehê têl bikin`

Elî herwiha teqez kir ku wargeh û gelê wê her tim ji serwerî û qanûnên Iraqê re rêzdar in û ev şîrove kir: “Yên rêzê ji serweriyêya Irakê re nagirin, dewleta tirkî û PDK ne. Ya êrişî serwerî û erdê Iraqê dike Tirkiye ye û ya dixwaze rewşa parçebûnê derxe holê bi hevkariya dijmin, PDK ye. Jixwe gelê me konên çalakiyan li dar xistin û dema xwestin têlan daynin, gel wek pêlan herikî qadan û ji wan re hat gotin eger em di komkujiyan re derbas bibin jî, emê rê nedin we ku derdora wargehê têl bikin. Lê Iraqê bi rastî riyek ji bo diyalogan vekirî hiştine û wê piştî sersalê rêzehevdîtin bi Bexdayê re pêk bên.”

`Dayîkên şehîdên Roboskî û Xelîfanê li cenazeyên zarokên xwe digerin`

Elî herwisa bangewaziya li dewleta Iraqê kir ku li serweriya xwe xwedî derkeve; rê li pêşiya êrişan bigire û tevlî vê polîtîkaya qirêj nebin. Herwiha bi bîr anî ku gelê wargehê, yê Şingalê û heta şervanên azadiyê ti zirar nedane serwerî û gelê Iraqê.

Elî Urek komkujîyên dewleta tirkî û yên PDKê bi bîr anin  û wiha got: “Êriş bi her awayî bi hevkariya PDKê didomin. Em şehîdên komkujiya Roboskî bîr tînin, kujerên wê şermezar dikin. Roboskî û kemîna Xelêfanê jî ji hev ne dûr in. Dayîkên şehîdên Roboskî li parçeyên cenazeyên zarokên xwe digeriyan, bi heman rengî dayîkên şehîdên Xelêfanê li pişiya deriyê Sêmalika, doza cenazeyên zarokên xwe dikin. Ev bêwijdanî û bêexlaqî ji aliyê PDKê ve tê kirin. Karê Sedam li ser Kurdan dikir, niha PDKê dike. Bi girtina deriyê Sêmalka jî dixwaze hebûna Rojava wek nedîtî bide nîşandan.”

Elî Urek teqez kir ku PDK û dewleta tirkî bi vê polîtîkaya şer û qirkirinê roxîna xwe vedişêrin û axftina xwe wiha qedand: “Çi bibe bila bibe emê riya azadiyê bernedin û li ser şopa felsefeya têkoşînê ya Rêber Apo ji berdêlan re jî amade ne. Teqez azadî nêz e û têkçûna vê desthilata li Tirkiyê û hevkarên wê rojbiroj nêzîktir dibe. Wê teqez sala 2022yan bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, sala aramî û aştî ye.”