Rojnameya Ronahî

Dem dema yekîtiyê ye, ne dema nakokiyan e

Nûrî Seîd

Nakokiyên di navbera êl, welat û aliyên dijberî hev de, di dîrokê de bi rengekî hatine çareserkirin û ti carî dirêj nekirine. Lê di nava me Kurdan tenê de her ku diçe nakokî pirtir û kûrtir dibin!

 

Amerîka û Çînê ku bavê hev şewitandinbûn, di dawiyê de Mao Tse Tung, Heniz Kissinger li hev hatin û sala 1975an pirsgirêkên di navbera xwe de çareser kirin. Li aliyekî din dewletên Ewropa ku di şerê cîhanê yê yekê û duduyan de hev wêran kirin, lê dawî li nakokiyan anîn û li hev hatin. Dewlatên Ewropa di asta lihevkirinê de tenê neman, yekîtiya Ewropa jî dameziradin. Israîl û Filistîn jî li Oslo li hev hatin. Şerê Dahiş û Xebra yê di navbera êlên Ereban de 40 salî domand. Lê ew jî bi lihevhatina van êlan bi dawî bû. Îca tenê em Kurd ku behsa yekîtiyê yan lihevkirinê tê kirin, em kontak dibin! Çima?

Ti kes nizane çima! Ma ev jî ne ji bextê me yê reş e? Ji wê kambaxtir jî alî û partiyên Kurdî her tim dibêjin em no şev û roj di warê yekîtiyê de dixebitin. Êê baş e çima hê di navbera ENKS û PYNKê de yekîtî çênabe gelo?

Ma hema bi gotinan e. Li vir her alî yê din sûcdar dike. Lê dem dema yekîtiyê ye, ne dema nakokiyan e. Rastî û heqîqet ew e ku mirov bikare bêje ez şaş im, ne mirov xwe tenê rast û durist bibîne. Jixwe em bira ne û xwîn ti carî nabe av.

Herwisa Rûsya û Amerîka dixwazin Kurd li hev bikin û yekîtiya xwe ava bikin. Lewra bihêz dibin û di diyalogan de Kurd wê bibin xwedîhelwest. Lê em çi bikin, wê roja din biraderek derkeve behsa peymanên Dihok û Hewlêr 1 û 2 bike û mercê xwe li ser maseyê rêz bike. Eger bi rastî mirov bixwaze Kurd li hev bên astengiyan dernaxe holê. Di diyalogan de jî eger armanc yekîtî be û qazanca gel be, berjewendiyên partiyan nayên ser masê.

Lê ya divê her kes bizane bi rastî gel westiyaye ji doza yekîtiyê. Lê partiyên kurdî ne bi xema wan e û ne amade ne santîmekê ji riya xwe vegerin.

Di dawî de tişta herî bi êş girtina deriyê Sêmalka ye. Em bi hêvî ne, ku ti carî derî nekeve nava siyasetê û her dem bimîne vekirî. Jixwe eger ma girtî wê ecêbên nedîtî bên serê gelê Rojava.